11/22/2007

Axaftina serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser festîvala Gelawêjê:





”Ez hêvîdar im ko rojnameyên Kurdistanê û saziyên kulturî, ji bo bilindkirina asta nivîsîna kurdî, bi giştî hewil bidin û bernameyekê dirûst bikin, ev yek jî bi rêya vekirina kursên fêrbûnê dibe, herwisa hewl bidin ko fikr û nivîsarên we bila ne lokal û herêmî bin, bila ji sînorê herêma Kurdistanê derkevin. Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê hemû piştevanî li bizava kulturî û rojnamvaniya serbixwe kiriye, û dê li ser vê siyasetê berdewam bin. Hêvêdar în bi hev re tecrûbeyeke serkeftî û demokaratîk li Kurdistanê dirûst bikin”.



Amadebûyên festîvala Gelawêjê,


Spêdeya we baş û hûn hemû bi xêr hatin û li ser çavan.

Rêzgirtina bibîranînên giring ên kulturî rêzgirtine li niha û paşeroja me, kovareka pirşingdar ya weke Gelawêjê ko di salên 40-ê, sedsala 20-ê de û di rewşeke dijwar de derdiçû nîşana îsrara miletê kurd e li ser vejandina kelepora milî û pêşxistina ronakramaniyê bû. Ewa ko îro me di warê ronakbîrî, ragihandin û hunerê de bi dest xistiye, berhema zehmet û xebata rewşenbîrên mezin yên gelê Kurdistanê ye, yên mîna Îbrahîm Ehmed û hevkarên wî ko di derxistina kovara Gelawêj û kovarên din de roleke mezin hebû. Ewan di wê serdemê de ko neteweya kurd bi dijwarî abloqa siyasî û rewşenbîrî li ser hebû, nehêla ko zimanê dayikê kiz û lawaz bibe.


Lê belê bi kovar û awayên din yên nivîsînê geş kirin. Ewan, herwisa di wê serdema tarî de ronahiya zanist, edeb û hunerê di nav xelkê Kurdistanê de bilav kir û hişyariya bilind ya civakî û siyasî ragirt. Her rûpelek, her rêzek ko di wê demê de nivîsiye îro bûye robarekê ronahiya afrandin û zanistê û bi sedan ronakbîrên şareza pêgihandine.


Ez xweşhal im ko îro bi we re li vir amade me, min divêt bixêrhatina mêhvanên birêz ko ji cihên din hatine bikim, ji Îranê yan ew mêhvanên ji Bexdayê hatine û çi ewên ji Sûriyê hatine, yan ji Tirkiyeyê, hûn hemû bi xêr hatin û li ser çavan. Spasiya erk û mandîbûna we dikim ko we beşdarî kir di vê ahengê de.


Amadebûna hemû aliyan di vê bibîranînê de nîşana dilsozî û xemxuriya wa ye bo peyva kurdî, ew peyva ko di dîroka bizava siyasî de, berpirsiyara beşek ji xebat û têkoşîna miletê me bû. Bajarê Silêmaniyê jî ko ev bibîranîna kulturî lê tê kirin, berdewam dûpat kiriye ko bajarê geşkirina rewşenbîriyê û bajarê fikra nûxwaziyê bûye. Me weke kurd hertim şanazî bi rola pêşeng ya bajarê Silêmaniyê kiriye.


Bajarê helmet û qurbaniyê, bajarê kultura resen, bajarê ko kesên wek Nalî, Bêkes û Goran pêşkeşî dîroka Kurdistanê kiriye, bi hezaran şehîd jî ji bo azadiyê daye, ji ber vê yekê di vê minasebetê de rêz û xweşewîstiya xwe bo xelkê vî bajarî û hemû rewşenbîran dûpat dikim, destxweşiyê li sentera Gelawêjê ji bo sazdana vê bizava rewşenfikrî dikim. Sentera Gelawêjê yek ji saziyên kulturî yên Kurdistanê ye û şûntiliyên wê li ser bizava rewşenfikriyê de diyar in. Yek ji adetên sentera Gelawêjê ew e ko her sal vê minasebetê dike, ji ber hindê careke din destxweşiyê lê dikim û serkeftinê jê re dixwazim.


Me, weke tecrûba Kurdistanê, çi tecrûba hikûmeta herêmê û çi jî tecrûba partiyên siyasî be, teşwîqkirina karên rewşenfikrî yek ji erkên li ser milên xwe zaniye, û dê li ser vê siyasetê berdewam bin. Mamoste Îbrahîm Ehmed, Elaedîn Secadî û hevkarên wan li kovara Gelawêjê, herwesa nivîskarên kovarên din yên piştî wan jî hêza tevgerînê ya fikr û hişyariya netewî bûn, ewan nifşê serdema xwe hişyar kir û biyavê fikrî û nefsî bo şoreş û serhildanan xweş kir.


Eger xebat û zehmet û fidakariya wan pêşengên mezin yên fikra edeb û rojnamevanîyê ji vê xalê temaşa bikin, hîngê gereke bêjîn îro heta vê demê û saetê ew berdewam in, çimkî ronakbîrên îro berdewamiya rêbaza wan in û nifşê geşkirina huner û zanistê ne.


Eger ji aliyê civakî ve lê temaşe bikin, gerek bêjin ko ew fedekar bûn, canfida bûn û wan temen, îmkan, enerjî û xurtîniya xwe di rewşeke dijwar ya aborî, jiyan û afrandinê de ji bo xizmeta kelepora kurdî terxan kiribû. Ji bilî wê jî, wê demê, azadî nebû, hertim di bin zixta dezgehên rijîman de bûn, gelek caran hatine girtin û hatine azar dan, di vê minasebetê da em, wan tînin bîra xwe û rêz û hurmetê jê re dişînin.


Ew rewşa ko îro bo ronakfikran çêbûye, ew jê bê par bûn, îro azadiya nivîsîn û derbirînê û afrandinê heye, mafê we ye hûn bi azadî û bi dengê bilind bifikirin û bipeyivin, kes rê li pêşiya we nagire û sansûr nîne, bi tu awayî em mihaseba kesî nakin, lê daxwazê ji we dikin ko sansûra hundirî (otosansûr) ji bîra we neçe, hindek fikrên nivîskî dikevin ber çavên me, em hest dikin ko di dema nivîsînê de otosansûr nebûye, ev jî ne layêqî rewşenbîrên kurd e, ko mirovekê berpirsiyar e.


Ji bo kesê ji we ne tiştek veşartiye ko heta îro jî gef li ser tecrûba Kurdistanê hene, hûn bi xwe hest bi vê yekê dikin, nahez ti mafan ji kurdan re adil nabînin. Piştevanê me milet e, em dixwazin me miletekê xwedî biryar hebe, ne miletekê lawaz û bê bawerî, diruskirina vê mesulîyetê jî beşeke mezin li ser milên xwedî qelembidestan e.


Ev yek jî wisa bi cî tê ko milet hişyar be û di dana biryaran de beşdar be, ango raya giştî, lê em dixwazin rojnamevaniya Kurdistanê û saziyên kulturî xwe xwedîyê vî welatê bizanin. Ew tiştê we navê wê kiriye desthilata kurdî bo yek saetê (moment) jî ji we dûr neketiye, bo yek saetê jî nebe ko hûn xwe jê dûr bizanin. Li ber her tehdîdekê be çarenivîsa desthilata kurdî û rewşenbîriya kurdî her eynî çarenivîs e û ji hev cuda nabe.


Em weke milet taze dikevin nav jiyana demokrasiyê û hêşta tecrûba vê qonaxê ne temam e, pir caran nûçeyeke şaş yan rexneyeke bêwijdan dibe sedemê herifîna manewiyatên cemawerî, peyv mesuliyet e, peyva biwêrek peyva rastgo ye.


Ez dixwazim ji we re bêjim ko dixwazim hemû rewşenbîr û nivîskarên kurd xwe weke rawêjkarên hikûmeta herêmê bizanin. Ewa em pê re bigihîn, em agadarî rojname û ragihandina kurdî ne, dîtinên wan li ber çavan digirin û mifayê jê werdigirin. Ez hêvîdar im ko rojnameyên Kurdistanê û saziyên kulturî, ji bo bilindkirina asta nivîsîna kurdî, bi giştî hewil bidin û bernameyekê dirûst bikin, ev yek jî bi rêya vekirina kursên fêrbûnê dibe, herwisa hewl bidin ko fikr û nivîsarên we bila ne lokal û herêmî bin, bila ji sînorê herêma Kurdistanê derkevin.


Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê hemû piştevanî li bizava kulturî û rojnamvaniya serbixwe kiriye, û dê li ser vê siyasetê berdewam bin. Hêvêdar în bi hev re tecrûbeyeke serkeftî û demokaratîk li Kurdistanê dirûst bikin.


Ez careke din, di dawiyê de, silav û destxweşiyê pêşkeşî hemû karmend, rêveber û berpirsên sentera Gelawêjê dikim, pêrozbahiyê lê dikim bê wan destkeftiyên kirine, daxwaza serkeftinê bo dikim, spasiyeke taybetî jî lê dikim ko îro ew şeref da min û ez vexwendim ko digel we yên xweşewîst beşdar bim.


Serkeftî bin û pir spas

serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Suleymaniye, 21/11/2007

Hiç yorum yok: