Ev nivis beriya 19 sal hatiye nivisandin. Gelek dem, rews u civata Kurd hat guhertin. Le bele naveroka ve roja piroz u daxwaza jibo jiyanek serbilid u azad, jibo her Kurde ki wek ruhe jiyane, naye wendakirin. Nava van rengen jiyane da, nava rengen Newroze da, cewa ruhen mitolojiya hesten Kurdi nujen dibe ma gelek balkes nine ? Li ser ve babete sekinandin, reflexiyonek diroki kirin ma ne di ci daye?
Lê belê beriya hezar salan dîsa felek li Kurdan ba ketibû. Kurd di bin zordestî û nirê zalimê Dehaq de dinaliya. Dehaq, li Kurdan zêrdestîkî wisa giran dikir, ku êdî Kurd nikaribû dengê xwe derxe.Hemû kes ditirsiya û dixwastin ku ji vî rewşa xwe ya neçar derkevin. Ne ku Kurd qet li hemberê Dehaq derneketin. Gelek caran mêrxasên dilpiling li hember Dehaq derketin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Lê mixabin Dehaqê çavsor wan mêxasan bi fen û dolaban kuşt. Bi vî des û darî tirsa Dehaq zêdetir kete nav Kurdan û serdestiya Dehaq nav Rojhilatanavîn de mezin bû.
Di wê demê de hesinkarekî bi navê Kawa hebû. Hesinkarek bê nav û deng bû. Ew bi xwe bi xebata hesinkariyê zikê zarokên xwe têr dikir. Kawa tê gihişt ku ev rewş weha naçe. Jiyan û heysiyeta mirov ketiye bin lingan, zordestiya Dehaq zêde dibe, kêm nabe. Ji ber zordestiya Dehaq, xort direvin diçin serê çiyan û gel jî dev ji mal û halê xwe berdide, lê dixe diçe derên dûr. Van bûyerên hanê û kuştina mirovan tesîrek giran li Kawa dike. Kawa li hember Dehaq serîhildide, gel di bin serokatiya wî de êrişê qesra Dehaq dike. Dehaq digirin û dikujin û agir berdidin qesra wî. Gel, ji nav kesên bazdayî ku çûne serê çiya yekî bi navê Ferîdunê Mecusî tînin û wî datînin ser text.
Ji vê rojê heta niha Newroz serketina serîhildana gel li hember Dehaqê xwînxwar tê zanîn û ji bo vê rojê Kurd şahiya azadiyê û serkefdtinê pîroz dikin.
Li Kurdistana Bakur dewleta Tirk, piştî şikestina serîhildanên gelê Kurd dest bi polîtîkayên nîjadperestî kir. Bi zor ê pîrozkirina Newrozê jî qedexe kir. Piştî tevgera rizgarîxwazên netewa Kurd li Kurdistana Bakur pêş ve çû, hîşyarî û zanatiya hetewî pêş ket, dewleta Tirk ne hişt Newroz bê pîrozkirin.
Di salên 1976-80 an de dema ji aliyên şoreşgerên Kurd Newroz bihata pîrozkirin dewlet bi polês û cendirmên xwe ve êrîş dikir û nedihişt Newroz bê pîrozkirin. An jî bihata pîrozkirin, kesên servaniya pîrozkirinê dikirin, dihatin girtin û davetin zindanan.
Lê belê Newroz li hember ev asteng û zilma dewleta Tirk jî her sal jî aliyê şoreşgerên Kurd ve hat pîrozkirin. Ev edeta pîrozkirina Newrozê ku piştî serîhildanên gelên Kurd hat şikestin, car dî xurt bû û cîh girt. İro êdî dewleta Tirk nikare vê heqîqeta galêrî înkar û qedexe bike.
Ji ber vê yekê jî piştî sala 1980’î dewleta Tirk li ser naveroka Nevrozê dest bi çîrokên şovenî û derewîn kir.
Heta doh nedihiştin Newroz bê pîrozkirin û roja Nevrozê ordiya Tirk dikete alarmê, îca di van salên dawî de dewleta Tirk dibêje, ku:‘’Nevroz ya me Tirkan e. Mevê cejnê ji Asyayê bi xwe re aniye’’. Vê derewa bê bingeh jî cîh negirt. Ji lewra pîrozkirina cejna Newrozê tenê di mîtolojiya İraniya, Belûciya, Kurda û Afxaniya de cîh girtiye. Di naveroka wê de li ser çiyayên bilind, agir pê dixin û agir bi xwe jî di ola Zerdeşt de mana xweşî û ronahiyê tîne ziman. Ev edeta hanê di nava çanda Tirka de tûneye. Tûcar jî Tirkekî di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz nake. Di gel hemû qedexekirin û astengan, di têkoşîna azadî û serxwbûna Kurdistanê de Newroz cîh girt û her sal di 21’ê Adarê de hat pîrozkirin. Dewletê metoda xwe guhart. Îro jî dixwaze naveroka Newrozê ji azadî û serxwebûnê vala bike. Di vî warî de divet mirov çav wekirî be û firsetê nede ku naveroka Newrozê bête pûç kirin.
Weka me li jorê jî got, îro dewleta Tirk dixwaze neveroka natewî ya Kurd ji Newrozê derxe û Newrozê bike şahiyekî adî. Pewîst e, ku çawa ku şoreşgerên Kurd têkoşîna pîrozkirina cejna Newroz’e dan ‘u Newrozê car dikirin malê gelê Kurd, divê îro jî li gor naveroka Newrozê xwedî lê derkevin û wê bikin sembola têkoşîna rizgariya netewî. Nehêlin dewleta Tirk ser Newrozê ramanên ne rast di nav gelê Kurd de bireşîne. Bi hêviya pîrozkirina Newrozan di Kurdistanekî azad û serbixwe de!
30.03.1989
Jiyan jî ji zivistanê derdikeve, dikeve biharê, di vê mîtolojiyê de bihar jî bi xweşî û bereket tê zanîn. Di 21’ê Adarê de dema şev û roj wek hev dibin, bihar jî ji zivistanê derdikeve, jiyana Kurdan car din bi tabîatê dixemile. Sarî diçe germî tê, tarîtî diçe rojen geş tên, şînayî cîhê zevî û beriyên rût digire, berfa çiyayên bilind dihelin ji çiya wek xetek spî xwe berdide xwarê.
Bi vî rewşa xemilandina dinê, mirov jî ji sistbûna xwe derdikeve, dest bi xebatê dike. Bi vî awayî tabîat jî jiyana mirov dixemilîne.
Bi vî rewşa xemilandina dinê, mirov jî ji sistbûna xwe derdikeve, dest bi xebatê dike. Bi vî awayî tabîat jî jiyana mirov dixemilîne.
Lê belê beriya hezar salan dîsa felek li Kurdan ba ketibû. Kurd di bin zordestî û nirê zalimê Dehaq de dinaliya. Dehaq, li Kurdan zêrdestîkî wisa giran dikir, ku êdî Kurd nikaribû dengê xwe derxe.Hemû kes ditirsiya û dixwastin ku ji vî rewşa xwe ya neçar derkevin. Ne ku Kurd qet li hemberê Dehaq derneketin. Gelek caran mêrxasên dilpiling li hember Dehaq derketin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Lê mixabin Dehaqê çavsor wan mêxasan bi fen û dolaban kuşt. Bi vî des û darî tirsa Dehaq zêdetir kete nav Kurdan û serdestiya Dehaq nav Rojhilatanavîn de mezin bû.
Di wê demê de hesinkarekî bi navê Kawa hebû. Hesinkarek bê nav û deng bû. Ew bi xwe bi xebata hesinkariyê zikê zarokên xwe têr dikir. Kawa tê gihişt ku ev rewş weha naçe. Jiyan û heysiyeta mirov ketiye bin lingan, zordestiya Dehaq zêde dibe, kêm nabe. Ji ber zordestiya Dehaq, xort direvin diçin serê çiyan û gel jî dev ji mal û halê xwe berdide, lê dixe diçe derên dûr. Van bûyerên hanê û kuştina mirovan tesîrek giran li Kawa dike. Kawa li hember Dehaq serîhildide, gel di bin serokatiya wî de êrişê qesra Dehaq dike. Dehaq digirin û dikujin û agir berdidin qesra wî. Gel, ji nav kesên bazdayî ku çûne serê çiya yekî bi navê Ferîdunê Mecusî tînin û wî datînin ser text.
Ji vê rojê heta niha Newroz serketina serîhildana gel li hember Dehaqê xwînxwar tê zanîn û ji bo vê rojê Kurd şahiya azadiyê û serkefdtinê pîroz dikin.
Li Kurdistana Bakur dewleta Tirk, piştî şikestina serîhildanên gelê Kurd dest bi polîtîkayên nîjadperestî kir. Bi zor ê pîrozkirina Newrozê jî qedexe kir. Piştî tevgera rizgarîxwazên netewa Kurd li Kurdistana Bakur pêş ve çû, hîşyarî û zanatiya hetewî pêş ket, dewleta Tirk ne hişt Newroz bê pîrozkirin.
Di salên 1976-80 an de dema ji aliyên şoreşgerên Kurd Newroz bihata pîrozkirin dewlet bi polês û cendirmên xwe ve êrîş dikir û nedihişt Newroz bê pîrozkirin. An jî bihata pîrozkirin, kesên servaniya pîrozkirinê dikirin, dihatin girtin û davetin zindanan.
Lê belê Newroz li hember ev asteng û zilma dewleta Tirk jî her sal jî aliyê şoreşgerên Kurd ve hat pîrozkirin. Ev edeta pîrozkirina Newrozê ku piştî serîhildanên gelên Kurd hat şikestin, car dî xurt bû û cîh girt. İro êdî dewleta Tirk nikare vê heqîqeta galêrî înkar û qedexe bike.
Ji ber vê yekê jî piştî sala 1980’î dewleta Tirk li ser naveroka Nevrozê dest bi çîrokên şovenî û derewîn kir.
Heta doh nedihiştin Newroz bê pîrozkirin û roja Nevrozê ordiya Tirk dikete alarmê, îca di van salên dawî de dewleta Tirk dibêje, ku:‘’Nevroz ya me Tirkan e. Mevê cejnê ji Asyayê bi xwe re aniye’’. Vê derewa bê bingeh jî cîh negirt. Ji lewra pîrozkirina cejna Newrozê tenê di mîtolojiya İraniya, Belûciya, Kurda û Afxaniya de cîh girtiye. Di naveroka wê de li ser çiyayên bilind, agir pê dixin û agir bi xwe jî di ola Zerdeşt de mana xweşî û ronahiyê tîne ziman. Ev edeta hanê di nava çanda Tirka de tûneye. Tûcar jî Tirkekî di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz nake. Di gel hemû qedexekirin û astengan, di têkoşîna azadî û serxwbûna Kurdistanê de Newroz cîh girt û her sal di 21’ê Adarê de hat pîrozkirin. Dewletê metoda xwe guhart. Îro jî dixwaze naveroka Newrozê ji azadî û serxwebûnê vala bike. Di vî warî de divet mirov çav wekirî be û firsetê nede ku naveroka Newrozê bête pûç kirin.
Weka me li jorê jî got, îro dewleta Tirk dixwaze neveroka natewî ya Kurd ji Newrozê derxe û Newrozê bike şahiyekî adî. Pewîst e, ku çawa ku şoreşgerên Kurd têkoşîna pîrozkirina cejna Newroz’e dan ‘u Newrozê car dikirin malê gelê Kurd, divê îro jî li gor naveroka Newrozê xwedî lê derkevin û wê bikin sembola têkoşîna rizgariya netewî. Nehêlin dewleta Tirk ser Newrozê ramanên ne rast di nav gelê Kurd de bireşîne. Bi hêviya pîrozkirina Newrozan di Kurdistanekî azad û serbixwe de!
30.03.1989
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder