4/06/2011

Ahmedê Xanî


Xebatên li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî
Heke meriv li gor milletên cîhanê û xebatên wan ên li ser nivîskar û navdarên wan bifikire, xebatên li ser Ahmedê Xanî gellek hindik in. Lê heke em li gor xebatên xwe yên li ser nivîskarên xwe bifikirin, Ahmedê Xanî cardin ew kes e ku li ser wî, bîr û baweriyên wî û berhemên wî ji herkesî pirtir hatiye rawestandin. Her çendîn kitêb û meqaleyên ku behsa wî û eserên wî kiribin ne hindik bin jî, lêkolînên ciddî yên ku li serê hatibin kirin ji hejmarên pêçîkên du destan nabihurun.

Cara pêþîn sala 1730-an Ahmet Faik Mem û Zîna Ahmedê Xanî wergerand ser zimanê Tirkî û ev werger di 1969-an de li Tirkiyê hat çapkirin1. Di sala 1858 ían de Aleksandre Jaba hin beþên Mem û Zînê kirin Fransizî û ev, di cildê 3-an ê kovara MÈlanges Asiatiques de(r. 242-255) li St. Petersbourgê hatin weþandin2. Di 1859ían de Peter Lerch di kovarekê de behsa vê wergera A. Jabayî kir, agahdarî di heqê xebatên wî yên vî warî de da xwendevanên xwe3.Li ser Ahmedê Xanî cara pêþîn em di kitêba Alexandre Jaba(1801-1894) de rastî hin agahdariyan tên ku navê wê kitêbê Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ý la connaissance de la langue, de la littÈrature et des tribus du Kurdistan (1860, St. Petersburg) e. Ev agahdarî ji nav wan notan hatine girtin ku Alexandre Jabayî di wextê xwe de li Erzeromê ji Mela Mehmûdê Bayezîdî û hin kesên din stendibûn4 û þandibûn ji bo Akademiya Zanistan a çariyê a li St. Petersbourgê. Piþtî ku Alexandre Jaba vegeriya Rûsyayê hin ji wan tekstên li Kurdistanê berhevkirî di kitêba li jorê binavkirî de berhev kirin û kitêb sala 1860`an ji alî Akademiya Zanistan a çariyê ve hat çapkirin. Ew kurteagahdariya Mela Mehmûdê Bayezîdî wiha ye: ííÞairê pêncê jî Ehmedê Xanî ye, eslê wî jî ji taîfeya Hekariyan ji `eþîreta Xaniyan e, bi xwe hatiye Bazîdê. Di tarîxa hezarî da tewetun kiriye. Di zimanê Kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek luxatê jî bi Kurmancî û Erebî gotiye, navê (kitêbê) Nûbihar e û zarokê di Kurdistanê hemû piþtî Qur¥anê dixûnin û zehf jî xezaliyat û eþ¥aran û beyt bi zimanê Kurmancî gotiye û di zimanê Erebî û Farisî û Tirkî jî disan xezeliyat û eþ¥aran û ebyat zehf gotiye û di ulûmê funûnan jî qewî mahir û sahib îrfan e û ji þuerayêd Kurdistanê hemuyan jî meþhûr û faîq e, belkî ji hemû þueran meqbûl û memduh e û di hezar û þest û sê jî merhûm bûye û di nêv Bazîdê da mizgevtek jî bi navê xwe bînakiriye û bi xwe jî li kenarê mixgevtê medfûn e. We Ellahu¥l alem.íí

Aleksandre Jaba5 bi xwe jî û piþtre, Peter Lerch6 û Martin Hartmann7 gellek bi kurtî be jî cih dane jiyana Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî. Lê ew agadariyên ku wan li ser jiyana wî dane, yên A. Jabayî ne û ji alî tarîxê ve þaþîtiyên wan hene.

Di sala 1894-an de Yûsuf Zîyaeddîn Paþa El Xalidî, di dawiya ferhenga xwe de, ya ku navê wê El Hedîyeíl Hemîdîyye fî elíluxeíl Kurdîyye ye, cih daye hin tekstên piçûk ên kurdî û þiîrên hin þairên Kurd, piþt re maneyên wan bi Erebî diyar kirine. Di nav van helbestan de Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî jî hatine çapkirin. Piþtî Nûbara Ahmedê Xanî Yûsuf Ziyaeddîn Paþa di beþa Xanî de cih dane sê þiîrên din jî ku yek jê navê wê ííFî Beyanî Erkaníl Îslamíí e, ya duduyan navê wê ííFî Beyanîíl Îmaníí e. Ya sisiyan nav lê nehatiye danîn nîvê wê Kurmancî û nîvê wê Erebî ye8. Þiîra sisiyan a Erebî û Kurmancî ne ya Xanî lê ya Melayê Cizîrî ye. Di þiîra duduyan de jî þika min heye. Îhtîmal e ku ji du þiîran jî pêk hatibe. Nîvî ya Ahmedê Xanî, nîvî ya Melayê Cizîrî be. Me ev herdu þiîr heta niha ji bilî vê kitêbê, di tu cihên dî de nedîtine û kesê jî behsa wan nekiriye. Bes nîvê pêþîn ê þiîra duduyan ; beþa ku ez dibêjim ya Ahmedê Xanî ye, di berhevoka A. von Le Coq a bi navê Kudische Texte de jî heye, nîvê dawiyê û heta beytek ji dawiya nîvê pêþîn jî di vir de cîh negirtiye. Di beþa þiîrên Ahmedê Xanî de me cîh daye van her du þiîran û em berfirehtir li ser wan rawestiyane.

Piþtî wê, Mîqdad Mîthet Bedirxanî di hejmara 2-yan(14 Zulhîcce 1315 - 6-ê gulana 1898-an) a rojnama Kurdistan de ku li Qahîrê derdixist, dest bi weþana Mem û Zîna Ahmedê Xanî kir. Di pêþiya Mem û Zînê de Mîqdet Mîthet Bedirxanî pêþgotinek kurt nivîsîbû ku bi vî awayî ye:

"Rehma Xwedê lê be, Xwedê gunehê wî bixefirîne, sala hezar û sed û pêncê de, Cizîrê Ehmedê Xanî kitêbek menzûm nivîsîye; navê wê kitêbê kiriye íMem û Zîní. Ev kitêb hemî beyt û þê¥r in; eþkare hîkata eþqa du ciwana ye, batin gelek meqsed û hîsse û hîkmet jê tên fehmkirin. Loma divê mirov bi dîqet bixwînitin. Her cerîdekê de ez¥ê ji wê kitêbê hinê binivîsim, heta xilas bibe.

Ew kitêb berî du sed û deh sala hatiye nivîsandin, hin derê wê heþifîne, nayên xwendin, înþellah ez ê bikarim bi xwe temam bikim. Hekî ji vê kitêbê destê yekî de hebitin, ez hêvî dikim ji min ra rêket, da ez ya li destê xwe de rast bikim; paþê ez ê dîsa kitêba wî jê re rêkim. Niyeta min, ez ê wê kitêbê tebi¥ jî bikim. Heçiyê vê, bila niho ve ji min re binivîse.

Ehmedê Xanî, rehmetullahî eleyhî, li wê kitêbê de ewil dest þikir û munacat û ne¥ta kiriye, paþê dest eslê hîkatê dike. Min ev kitêb carna hin ulemayên Tirk û Ereba re xwendiye û tercume kiriye, hemîya jî gotiye ku "vê rê de ji vê kitêbê çêtir me nedî tiye.í"9

Di 1903-an de A. von Le Coq bi navê Kurdische Texte kitêbek daye çapkirin ku ji çîrok û metelokên bi Kurmancî û Zazakî(Dimilî, Kirdkî, Kirmanckî) û þiîrên hin þairên Kurd pêk tên. Di nava van tekstan de Nûbara Biçûkan, Eqîda Îmanê ya menzûm û Eqîdeya Îslamê ya menzûm û ya nesir a Ahmedê Xanî jî cih digrin. Ev her çend berhem ji ber destnivîsarên Mela Muhemmedê kurê Mela Ahmedê Wanî hatine wergirtin ku wî bi xwe ev di meha Zîlqaídeya 1305-an(1887) de nivîsîne10.

Mem û Zîn cara duduyan di sala 1906ían de ji bal Abd¸laziz Halis çûkûntaþ(1867-1937)11 ve hat wergerandin ser zimanê Tirkî, lê mixabin ku ev bi tu awayî wekî kitêb nehat çapkirin. Þevket Baysano§lu di 1960-an de nivîsiye ku nusxeyeka destnivîsa wê, li nik keça wî Meliha Xanimê ye. Nivîskarî, her wiha pêþgotinek jî ji vê wergerê re nivîsiye ku tê de wiha gotiye: "Mem û Zîn, ku fîdanên nûgîhayî yên gulîstana Kurdistanê, mîsala berbiçav a Mecnûn û Leylaya newala derd û belayan in". Ev wergera Mem û Zînê 131 rûpel e12. Wergereka din a Mem û Zînê bo ser zimanê Tirkî ji alî Sûrrû Numan Bilge hatiye kirin. Ev sala 1957-an di hejmarên 124 û 125-an ên kovara Bilgi de wekî 57 beyit hat weþandin ku ev kovar organa resmî ya T¸rkiye Muallimler Birli§i(Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê) bû13. Mem û Zîn ji bal memûrê telgrafa Sîlvanê(Farqînê) Z¸lfikar Fethi jî bi awayekî menzûm hatiye wergerandin ser zimanê Tirkî, lê piþt re, wî gotiye ku ev ji ewraqê muzirr e û ji tirsa xwe þewitandiye14.

Di hejmara 3-yan a Rojî Kurd de M. Salih Bedirxanî meqaleyek bi navê "Berî Þîrî Qelem" nivîsiye, li dawiya meqalê jî nivîsîye "Qesîda Hezretî Þêx Ahmedê Xanî" û perçeyek ji Mem û Zîn Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye çapkirin15. Her di wê jimarê de M[odanî?] X[elîl?] jî bi navê "Bextreþî û Mehrûmiya Kurdan" meqaleyek nivîsiye û wî jî parçeyek ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye weþandin16

Heta em tên sala 1919-an Kurdiya Mem û Zîna Ahmedê Xanî (çend beþên wê yên ku di rojnameya Kurdistan de hatine weþandin ne tê de) bi metbeê peyda nebûye, her ji dema Ahmedê Xanî û heta 1919- an, bi destxetî li nav mela, feqî û xwendayên din ên Kurdistanê belav bûye. Lê cara pêþîn bi tevayî wekî kitêbekê ji alî komeleya Kurdan a bi navê "K¸rd Tamim-i Maarif ve Neþrîyat Cemiyetî (Komeleya Belavkirina Zanînê û Weþanan ya Kurdan) bi tîpên Erebî hatiye çapkirin. Hemze Begê Muksî pêþgotinek ji vê çapê re nivîsîye ku tê de behsa wê yekê dike ku ziman û edebiyat ji bo milletan çend girîng in. Ew piþt re di vê çarçewê de rûmeta Mem û Zînê û mezinayiya Ahmedê Xanî tîne zimên. Agahiyên ku li ser jiyana Ahmedê Xanî di vê pêþgotinê de tên dayin, ew in ku Ahmedê Xanî bi xwe di Mem û Zînê de diyar kirine.17

Bi munasebeta çapbûna Mem û Zînê, Memduh Selîm Beg di hejmara 16-an a kovara Jînê de pîroznameyekê dinivîse û qîmeteke bilind dide Mem û Zînê, wê dike îsbata hebûna zima nê Kurdî di derceyeka bilind de.18 Esas Hemze Begê Muksî ji hejmara 1-ê heta ya 20-an serkarî û berpirsiyariya kovara Jînê jî kiriye. Piþtî wî, berpirsiyariya kovarê û piþt re ya rojnama Jînê ketiye ser milê Memduh Selîm Begî19.

Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî, piþtî ku di ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paþa de û di kitêba A. Le Coq a bi navê Kurdische Texte(1903) de, bi hin berhemên din re çap bû vê carê di sala 1919-an de li Îstanbûlê bi serê xwe wek broþurekê hat weþandin20

Sala 1925-an Pîremerd(Hacî Tewfîqê Silêmaniyeyî) piyeseka Mem û Zînê bi Soranî ji ber Mem û Zîna Ahmedê Xanî hazir kir û ev, bi navê Serguzuþtey Mem û Zîn li Silêmaniyê di nav weþa nên Jînê de hat çapkirin. Eser ji 24 rûpelan pêk tê21.

Mamosta Alaeddîn Seccadî dinivîse ku"di El Qediyyeíl-Kurdiyye de Bileç Þêrko dibêje: Þêx Ahmed destana Mem û Zînê di 1591-ê de daniye û di sala 1652í-yan de miriye. Di Muhît el Mearîfî Îslamiyye de tê gotin ku [Ahmedê Xanî]di navbera 1000 û 1063-yê hîcrî de jiyaye. Emîn Zekî Beg jî di Tarîxî Kurd û Kurdistan û Meþahîríl Ekrad de her bi pê van tarîxan dikeve. Her wiha ji rojhilatnasên wekî A. von Le Coq, Oskar Mann, Hugo Makas û Roger Lescot her yekî ji wan tiþtek gotiye, hemûyan jî bi texmîn dane navê. Ne dûr e ku di vê babetê de lêkolîneka ilmî ya bi tevayî nehatiye kirin, loma jî hemû jî ji hev dûr in, hevdu nagirin."22

Rohat Alakom di lêkolîneka xwe de dinivîse ku di serê sedsala me de cara pêþîn Mem û Zîn ji bal Rojhilatnas Orbe lli(1887-1961) ve ji nuh ve hate keþifkirin.çimkî vî akademîsyenê bi nav û deng heyraniya xwe ya li hemberê vê destanê misêwa aniye ser zimên û bi vî awayî di nav aliman de meraqek peyda kiriye. Orbellî cara pêþîn gava di sala 1911-an de li nehiya Muksê a qeza Gevaþa bi ser Wanê ve hin lêgerîn dikirin hay ji destana Mem û Zînê bû û hin xebatên berhevkirinê kirin. Piþtî mirina Orbelli bi gellekî, lêkolîna wî ya bi navê Li Muksê Jiyan û Folklor sala 1982-yan hat weþandin ku tê de hin tesbît hene. Bi taybetî mesela tebdîlê qiyafetkirina kur û keçan di þahî û ahengan de gellekî bala wî kiþandiye. Ew, di xebatên xwe yên din de jî li ser aliyên cuda yên Mem û Zînê rawestiyaye, balê dikþîne ser wekheviyên navbera destana Mem û Zînê û evîndariya li Awrûpayê naskirî ya bi navê Trîstan û Îsolde. Em ji maqala J. Mûsaelyan a bi navê "Akademik Yusuf Orbelli û Edebiyata Klasik a Kurd" hîn dibin ku Orbelli dixwest Mem û Zînê wekî kitêbeka bêrîkan çap bike û bigihîne hemû Kurdan. Rudenko teleba wî bû, wî ew teþwîq kir ku li ser Mem û Zînê teza xwe ya doktorayê bide23.

Di sala 1942íyan de, Roger Lescot kitêba xwe ya bi navê Textes Kurdes weþand. Di cildê duduyan de di beþê Memê Alan de pêþnivîsarek ji bal wî ve hatiye nivîsandin ku li gel tiþtên din ew li ser ferqa navbera Memê Alana folklorî û Mem û Zîna edebî ya Ahmedê Xanî jî radiweste24 .

Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de dinivîse ku çapa duduyan a Mem û Zînê di sala 1947-an de li Helebê li ser hîsabê Beþîr Þêx Hesen Haþîmî li çapxaneya Aras hatiye çapkirin25. Li ser vê yekê M. Emîn Bozarslan jî dinivîse ku "çapa Stanbolê ya 1919-an, di sala 1947-an da li Helebê, di çapxana Aras da jî hatiye ducarkirin; wisa tê zanîn ku klîþa çapa Stenbolê wek ayînek hatiye girtin û li helebê eyn wek çapa Stenbolê hatîye çapkirin"26.

Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-an a Hawarê de, bi navê "Klasîkên Me" maqaleyek nivîsîye ku bi piranî agahdariyên wê ji kitêba Alexandre Jabayî ne ku li ser hin þairên Kurd hatine nivîsîn. Di wir de ew agahiyên A. Jabayî yên li ser Ahmedê Xanî jî hene ku Celadet Alî Bedirxanî wekî çavkaniya van agahiyan navê "melayê Jaba"(dibe ku di vir de qesda Celadet Alî Bedirxanî ew mela be ku yê agahdarî dabe Jabayî û ev jî Mela Mehmûd Bayezîdî ye) jî dayê.27 Celadet Alî Bedirxan, di vê maqala xwe de behsa çapa Hemzeyê Muksî jî dike û tarîxa hicrî ya jidayîkbûyina Ahmedê Xanî jî ji beyta wî rast dide, lê bi hesabekî þaþ dinivîse ku Ahmedê Xanî beriya niha bi sêsed û neh salan rabûye. Yê ku rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî yek jê jî Celadet Alî Bedirxan e ku Mem û Zîna wî bi navê "kitêba milletê me" binav kiriye. Celadet Alî Bedirxan, di hejmara 45-an a Hawarê de ya ku di hezîrana 1942íyan de derketiye, beþ bi beþ dest bi weþandina Mem û Zînê jî kiriye. Di vê jimarê de pêþnivîseka Celadet Alî Bedirxan bi xwe li ser eserê û li ser xwediyê wê Ahmedê Xanî heye. Di nivîsa xwe de, Bedirxanî cîh daye þiîra Hacî Qadirê Koyî ya ku Hacî Qadirî bi xwe li ser nusxeyeka destnivîs a Mem û Zînê nivîsîye, paþê ev ji alî Mîqdad Mîthet Bedirxanî ve di hejmara 3-yan a rojnama Kurdistan-ê de hatiye weþandin28. Weþandina Mem û Zînê di Hawarê de heta hejmara 57-an(ku ev hejmara dawîn bû) dom kiriye. Bedirxan di vir de li ser varyanta Memê Alan jî radiweste.29
Cara pêþîn agahdariyên heta dereceyekê fireh, berbiçav, rast û durust, sala 1952-yan di kitêba Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de hatine weþandin. Alaeddîn Seccadî di vê berhema xwe de beþek veqetandiye ji bo jiyan û berhemên Ahmedî Xanî û bi taybetî li ser bîr û baweriyên wî yên millî rawestiyeye. çavkaniyên zanînên Alaeddîn Seccadî, eserên berî ya wî ne, Mem û Zîna Ahmedê Xanî ye û bi taybetî kesek e ku navê wî Mela Salih e, ku bi xwe ji xelkên Bedlîsê ye, tevî Þoreþa 1925-an a Þêx Seîd bûye, piþtî þikestina þoreþê, çûye li Iraqê li gundekî Amediyê bi cîh bûye30. Gava meriv vê çîrokê û agahiyên li ser jiyana Ahmedê Xanî ji nivîsa Alaeddîn Seccadî dixwîne, pirtir qenaeta meriv diçe ser wê yekê ku ew agahdariyên ku Alaeddîn Secaddî li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zînê nivîsîne ji devê vî melayî hatine girtin. çimkî diyar dibe ji bilî van agahiyan Alaeddîn Seccadî bi xwe zêde li ser Mem û Zînê kûr ranewestiyaye, heta Mem û Zîn bi xwe baþ nexwendiye. Di rûpelê 201-ê yê kitêba xwe de dibêje ku du keçên Mîrî hebûne bi navê Sitî û Zîn. Her wiha gava behsa hersê birayan, Tacdîn, çeko û Arif dike; li þûna Arifî dibêje Hîfo. Eger wî Mem û Zîn baþ bixwendaya wê ev þaþîtî nekira û bizanibûya ku Sitî û Zîn ne keçên Mîr in, lê xwiþkên wî ne. Tevî þaþîtiyên wekî vê jî lêkolîna Alaeddîn Seccadî, nivîsara herî pêþîn a ciddî ye û yek ji wan berçavtirîn û birûmettirîn agahdarî ye ku heta niha di heqê Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî de hatiye dayîn. Piþtî wî tu kesî agahdariyeke konkret li ser jiyana Ahmedê Xanî nedaye ku di nivîsa wî bi xwe de nebe. Heta gellekan agahiyên di nivîsa wî de û gellek caran jî bi kurtkirin û herimandin girtine, di kitêb û meqalên xwe de nivîsîne û hinekan navê wî jî nedane. Alaeddîn Seccadî piþtre di kitêba xwe de ya bi navê Edebî Kurdî w Lêkolînewe Le Edebî Kurdî da jî li ser Ahmedê Xanî rawestiyaye. Ew di vir de Ahmedê Xanî dike pêþrewê þeqa edebiyata neteweperweriyê ya ku di sedsala 17-an de destpê kiriye31.

Gîwî Mukriyanî, di sala 1954-an de, li Hewlêrê Mem û Zîn tevî pêþgotineka xwe da weþandin. Ji bo ku Gîwî Mukriyanî, çapa Îstenbûlê a 1919-an çapa yekê û çapa 1947-an a Halebê ya duduyan hesab dike, ya xwe jî kiriye çapa sêyem32. Her ev çapa wî , di sala 1968-an(li gor hinekan 1967-an33) de cara duduyan dîsa li Hewlêrê hatiye weþandin. Li gorî meqaleya bi navê "çapekanî Mem û Zînî Xanî" ya ku di 1971íê de di Rojî Kurdîstan/Þemsî Kurdîstan de hatiye weþandin ya balkêþ ew e ku wî ji bo vê çapa xwe jî gotiye "çapa sisiyan". Di vê çapê de Gîwî Mukriyanî êdî çapa Îstenbûlê ya 1919-an û ya Helebê ya 1947-an nake bingehên çapên xwe, lê ji dêlva vê ve behsa wê yekê dike ku wî di sala 1915ían de cara yekê li Helebê li çapxaneya Kurdistanê 1000 nusxe dane çapkirin, lê dinivîse ku wî ji bîr kiriye ku ew di çapa pêþîn a Hewlêrê de behsa vê çapê bike. Di meqale de nivîsîsandiye ku çapeka bi vî awayî qet ne hatiye dîtin û ne jî hatiye bihîstin û ev agahdarî ne rast e. Her wiha ew meqale îdîa dike ku Gîwî Mukriyanî di çapa xwe ya Hewlêrê de beyteka Ahmedê Xanî jî guhertiye, li ciyê ku Ahmedê Xanî nivîsiye:

"Ecnasê milel mutîí û munqad
Nesla wî Ereb, emîrê Ekrad",

Gîwî Mukriyanî nivîsiye:
"Ecnasê milel mutîí û munqad
Fexrî Mîdiya, emîrê Ekrad"34

Muhemmed Seîd Remezan Botî, Mem û Zîn bi awayekî nesir wergerandiye ser zimanê Erebî û ev werger di 1957-an de li Þamê hatiye çapkirin35. Lê mixabin, Muhemmed Seîd Remezan Botî ew qismên Mem û Zînê yên fikrî millî, felsefî û tesewwufî wernegerandiye, tenê beþên çîroka evîndaran wergerandiye36. Piþt re, ev, çend carên din jî hatiye çapkirin.

Ji wan çend kesên ku li ser Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî xebatên hêja kirine yek jî mamosta Hejar Mukriyanî ye. Cara pêþîn wî Mem û Zîn bi wezin wergerandiye ser zaravayê Muk riyanî û ev, di sala 1960-an de li Bexdayê li çapxaneya Necah hatiye çapkirin. Di vê çapê de Hesen Qizilcî û Hejarî her yekî pêþ gotinek nivîsîne ku ya Qizilcî, li ser jiyana Ahmedê Xanî û girin giya Mem û Zînê ye. Lê agahiyên ku di vî warî de ew dide pirtir xwe dispêrin yên Alaeddîn Seccadî bêyî ku navê wî bê dayîn.

Mamosta Hejar piþt re careka din vegeriyaye ser xebata li ser Mem û Zînê, vê carê orîjînalê Mem û Zînê bi þîrovekirina gotinên Erebî, Farisî, Tirkî û yên felsefî û tesewwufî amade kiriye. Bi navê "Mem û Zînî Xanî çiye?" pêþgotineka lêkolînî ya hêja jê re nivîsiye ku li vê derê behsa giringî û mana Memû Zînê dike, wan fikrên Ahmedê Xanî yên di Mem û Zînê de diyarkirî destnîþan dike û payeberziya fikrên wî radixe ber çavan. Ji bo ku mamoste Hejar hem þair, hem jî zanayekî ilmî û dînî yê Kurdan bûye ku bi Erebî, Farisî, Tirkî û herdu lehceyên Kurdî Kurmancî û Soranî baþ zanibûye, hem di jêrenotên xwe de ku ji bu orîjînala Mem û Zînê hatine amadekirin, him jî di wergera xwe ya menzûm de pir bikêrhatî bûye, þerheka gellek bi qîmet pêþkêþî xwendevanan kiriye. Ev xebata wî ya duduyan ji alî Enstîtuya Kurd li Parîsê sala 1989-an hatiye çapkirin. Di vê çapê de berê pêþgotina Hejarî tê, piþt re orîjînala Mem û Zînê li gel têbiniyên xwe tên. Dûvre pêþgotina Hesen Qizilcî û ya Hejarî a sala 1960-an tê, di dawiyê de ji wergera Hejarî ya manzûm a bi ser Mukriyanî cih digre37.

M. B. Rudenkoyê(1926-1977) sala 1954-an li ser Mem û Zînê doktorenameya xwe amade kir. Ev doktorename bi navê "Destana Mem Û Zînê ya þairê Kurdan ê sedsala 17-an Ahmedê Xanî" ye, 131 rûpel in û hê nehatiye çapkirin38. Kurdologa hêja Margareth Borisova Rudenkoyê, Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî bi herfên Erebî û bi tercumeya wê ya Rûsî amade kir, ev kitêb sala 1962-an li Moskovayê hat çapkirin39. Pêþgotineka Ruden koyê ya lêkolînî ya bi Rûsî û yeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi Kurdî jî di vê çapê de cîh digre. Rudenkoyê neh nusxeyên destni vîs ên Mem û Zînê dane berhev û tekstê orîjînal tekûztir daye çapkirin. Me bi xwe ev xebata Rudenkoyê nediye, lê tiþtê ku heta niha li ser vê hatine nivîsîn ji gellek aliyan didin nîþandan ku hetta îro xebata herî hêja ya ji derveyî welêt hatiye kirin ya Rudenkoyê ye. Gellek mixabin ku ev xebat heta îro jî bi Rûsî maye, Kurdên Rûsînezan ji vê bêpar mane. M. B. Rudenko her wiha ketiye nava destnivîs û berevokên Aleksandre Jaba ên ku li kutubxana Lenîngradê(ku niha navê wê Kutubxana Millî ya Rûsyayê ye û li Petersbourgê ye) hatine parastin, hemû ji hev derxistine, kontrol kirine, naveroka wan tesbît kiriye û ev lêgerîn û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade kiriye. Ev kitêb sala 1961-ê li Moskovayê hatiye weþandin40. Di vir de reqemên arþîvên kutubxanê, nav û naverok, nivîskar, berhevkerên tekstan, tarîx û ciyê berhevkirina wan diyar in. Bi vî awayî, agahdarî li ser Mem û Zîn, Nûbar û hin þiîr û xazelên Ahmedê Xanî jî di vê kitêbê de hene.

Di hejmara 1-ê a kovara Ronakbîrî de ku di Adara 1995-an de çap bûye meqaleyeka Rudenkoyê bi Soranî hatiye weþandin ku navê wê "Edebî Kurdîy sedeyî hevdeyem" e. Li vê derê ne diyar e ku Rudenko ev meqale kengê nivîsiye û ew li ku derê çap bûye. Her wiha ne diyar e ku kê ew wergerandiye jî. Meqale behsa edebiyata Kurdî dike ku beþekî mezin ê wê li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî ne. Rudenkoyê di vê meqala xwe de jî rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî41.

Gellek mixabin ku di nava Kurdan de hetta îro lêkolîneke ciddî û berfireh li ser xebatkareke weka Rudenkoyê nehatiye kirin û Kurd wê qenc nasnakin. Ji bilî van, diyar dibe ku Ruden koyê hin lêkolînên hêja yên din jî li ser þiîrên Ahmedê Xanî yên nav tekstên A. Jabayî kirine.

Þevket Baysano§lu, sala 1960-an, di kitêba xwe ya bi navê Diyarbakûrlû Fikir ve Sanat Adamlarû de, cîh dide jiyan û xebata Abd¸laziz Halis çûkûntaþê þair ê Diyarbekirî, di vê navberê de behsa wê yekê dike ku vî þairî di sala 1906-an de Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi awayekî wezin wergerandiye ser zimanê Tirkî. Baysano§lu dide diyarkirin ku ev werger nehatiye çapkirin û di kitêba xwe de cîh dide muqedîma Abd¸laziz Halil çûkûntaþ a ku wî ji bo wergera Tirkî ya Mem û Zînê nivîsiye, di pey re jî cîh dide hin beytên wergera Tirkî ya Mem û Zînê42

Musa Anter, sala1962-yan, di hejmara 2-yan a rojnameya Dicle-Firatê de bi îmza "Rahþan" nivîsek li ser Ahmedê Xanî nivîsîye ku navê wê "Þêx Ehmedê Xanê" ye43.

Ubaydullah Ayyubiyan, di sala 1962-an de kitêbek bi zimanê Farisî amade kir ku navê wê çirîkey Mem û Zîn: Kurdî-Farisî ye. Di vir de bi navê "Barírasî-i tahqîqî-i íçirîkeh-i Mam û Zin va shahkar-i Ahmad-i Khanî-i Mam û Zin" beþek heye ku Ayyubiyan Mem û Zîna folklorî û ya Ahmedê Xanî hemberî hev dike44.

Abd al Hamid Husayni[Abdulhamîd Huseynî], sala 1963-an meqaleyek bi navê "Ahmad-i Khanî va manzûmah-yî Mam o Zin," di nav Nashriyah-yî Danishkaadah-yî Adabiyat va íUlûmî Însanî-yî ew Tabrizê de weþand45. M. L. Chyet, rexneyeka tûj li vê meqaleyê digre û dibêje ku ferqekê naxe navbera versiyona edebî ya Ahmedê Xanî û yên devkî û piþt re îddîa dike ku yên devkî ji ber ya Ahmedê Xanî hatine girtin, lê di esasî de bi eksê wê ye46.

M. Emîn Bozarsalan, Mem û Zîn wergerand Tirkî û ev werger sala 1968-an li Îstenbûlê bi Kurmanciyeka bi herfên Latînî re hat çapkirin. Ji bo ku qanûnên Tirkiyê rê nedidan, M. Emîn Bozarslanî beþên kitêbê yên li ser Kurdîtiyê û bîr û baweriyên millî yên Ahmedê Xanî jê derêxistibûn û bi vî awayî dabû çapkirin. Ev nusxe li ber çapa Îstanbûlê ya 1919-an û li ber nusxeyeka destnivîs a bavê Bozarslanî hatiye amadekirin. Ev çap bi wê kêmasiya xwe li Îstenbolê cara duduyan di 1975ían de(li ser çapa sisiyan nivîsandiye ku çapa duduyan di 1973ían de bûye), cara sisiyan di 1990-an de hat çapkirin47.

Bozarslanî, piþtî van çapan jî xebata xwe ya li ser Mem û Zînê ranewestand. Dest pê kir bi awayekî menzûm ew wergerand ser Kurdiyeka xwerû, piþtre pêþgotineke lêkolînî ya dirêj a hêja bi navê "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" li ser jiyana Ahmedê Xanî, bîr û baweriyên wî yên li ser Kurdîtiyê û gellek warên din û li ser Mem û Zînê bi xwe amade kir û bi vî awayî hem orîjînalê wê hem jî Kurdiya xwerû li rex hev, sala 1995-an li Upsalayê da çapkirin. Ev çapa nuh a keda Bozarslan ji bo ku xebatên heta wê rojê yên li ser Mem û Zînê bi taybetî tecruba xwe ya wergera Tirkî û xebata Hejar li ber çav girtiye fêde ji wan girtiye, gellek tekûztir bûye û xebata herî pêþkeftî û berfireh û cidîtir a heta îro ye. Lê gellekî balkêþ e, ku M. Emîn Bozarslan di vê lêkolînê de hema hema qet cîh nedaye bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewwufî. Lê em dizanin ku bîr û baweriyên di vî warî de yek ji aliyên herî girîngtirîn ên Ahmedê Xanî ye48.

Abdulreqîb Yûsuf, sala 1970-yan, li Kurdistana Îraqê bi navê Dîwana Kurmancî kitêbek da weþandin ku tê de li gel hin þiîrên þairên kevn, lêkolînek li ser rastî û tarîxa Mem û Zînê û þiîreka Ahmedê Xanî jî cih girtibûn. Ev þiîr bi çar zimanan hatiye nivîsîn; Erebî, Farisî. Tirkî û Kurdî. Her rêzeka qitayeka wê bi zimanekî ye. Ev þiîr piþtr re di hin ciyên din de jî derketine. Di beþa þiîrên Ahmedê Xanî yê vê xebatê de me ev þiîr dane ber yên piþt re çapbûyî û weþandiye. Dîwana Kurmancî ya Abdulreqîb Yûsuf sala 1988-an li Swêdê, li Uppsalayê bi navê Þaîrên Klasîk ên Kurd di nava weþanên Jîna Nû de hat weþandin49.

Cemal Nebez tercumeyeka kurtkirî ya Mem û Zînê bi zimanê Almanî ya bi navê Mam und Zin: genannt Romeo und Julia der Kurden: Ðbersetzung Vorwort und Kommentare, sala 1969-an li Almanyayê da çapkirin50.

Kemal Fuad di kitêba xwe ya bi navê Kurdische Handschriften de li gel destnivîsên Kurdî yên din behsa gellek nusxeyên destnivîs ên Mem û Zînê û yên Nûbara Biçûkan dike ku di kutubxanên Almanyayê de hene. Mesela ew (di r. 86-an de)behsa destnivîseke Nûbarê dike ku yek ji wan sê nusxeyan e ku di Kutubxana Marburgê ya Dewletê de ne, di sala 1121-ê Hîcrî de(1709-1710-ê Mîladî de an go du sê sal piþtî mirina Ahmedê Xanî li Hîzanê hatiye nivîsîn51.

Sala 1978-an, di Govarî korrî zanyarîy Kurd de lêkolîneka Qanatê Kurdo ya bi navê "Derheqa þovêd Mem û Zîna Zargotî û þova Mem û Zîna Ahmedê Xanî," hat weþandin52

Prof. Dr. Îzzedîn Mustafa Resûl di dema amadekirina nama xwe ya doktorayê de li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatî ya Akade miya Zanistî ya Moskovayê xebateke hêja li ser bîr û baweriyên Ahmedê Xanî kiriye, ev xebat paþê bi navê Ehmedê Xanî, Þaîren we Mufekkîren, Feylesûfen we Mutesewwîfen di sala 1979-an de li Bexdayê ji alî çapxaneya El Hawadîs hatiye weþandin. Tiþtên ku li ser vê eserê hatine nivîsîn, destnîþan dikin ku ev jî yek ji wan lêkolînên hêja ye ku li ser Ahmedê Xanî hatine kirin. Ciyê mixabiniyê ye ku ev berhem heta niha nehatiye wergerandin ser zimanê Kurdî û bi taybetî xwendevanên Kurdistana Tirkiyê jê bêpar mane. Meqaleyeka Prof. Dr. Îzeddîn Mustafa Resûl ya bi navê "Mem û Zînî Pîremêrd û Mem û Zînekanî tir", di hejmara 3-4-an a Ronakbîrî de hat weþandin. Di wê derê de ew li ser Mem û Zîna piyes a Pîremêrd radiweste û dinivîse ku her çendîn Pîremêrd îlham ji Mem û Zîna Xanî û yên folklorî wergirtibin jî ev ne wergêran an teqlîda yekê ji wan e, lê berhemeka serbixwe ya Pîremêrd e ku li gorî nasyonalîzma sedsala bîstan a Kurdan hatiye tefsîrkirin û hûnandin.

Di 1971-ê de, Hafiz Mustefa Qazî, di Rojî Kurdîstan\Þemsî Kurdîstan de bi navê "Ahmedê Xanî" meqaleyek nivîsiye53.

Di hejmara 5-6-an a kovara Rojî Kurdîstan/Þemsî Kurdîstan de di 1971-ê de bi navê "çapekanî Mem û Zînî Xanî" meqaleyek hat çapkirin ku tê de li ser hin çapên Mem û Zînê tên rawestandin, di nav re rexne li çapa 1968-an a Gîwî Mukriyanî tê girtin54.

Mehemmed Enwer Elî ku ji Kurdên Kurdistana Sûriyê ye, sala 1972ían bi navê Ahmed el Xanî Felsefetuíl-Tesewwuf bî Dîwanîhî "Mem û íZîn" li Beyrûdê nama we ya lîsansê ya ji bo beþê edeba rojhilatî ya Unîversîta Qedîs Yûsif li Lubnanê li ser felsefe û tesewwufa Ahmedê Xanî daye. Ev xebat 201 rûpel in, bi Erebî ye û mixabin ku hetta niha nehatiye çapkirin jî55.

Asker Þamîlov, Mem û Zîn wergerand ser zimanê Azerî û ev werger, di 1976-an de li Azerbaycanê hat weþandin56. Kasim Kasimzade jî jê re pêþgotinek nivîsiye û tê de gotiye ku Mem û Zîn ansîklopediya jiyana Kurdan e. Ew pirtir li ser aliyên humanist ên Mem û Zînê radiweste û li ser vê, tefsîrên xwe dike. Ew beþên dînî yên ku di beþên pêþîn ên Mem û Zînê de hatine, ji bal wergêr ve nehatine wergerandin û bi îddîa ku pêwistî bi wan nîne di wergera Azerî de nehatine weþandin57. Ji bilî vê di kovara Azerbaycan(10/1971)de ku li Bakuyê weþiyaye, lêkolî neke Asker Þamîlov a bi navê "Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê" derket. Asker Þamîlov di vê lêkolîna xwe de îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarî yê nav Azerbaycanê ye58.

Dr. Nûreddîn Zaza, gava berhevoka Memê Alan a ji bal Roger Lescotî ve di 1942-yan de hatiye weþandin xwerû dike û ji nuh ve dide ber weþanê pêþgotinekê jî jê re dinivîse ku di wê pêþgotinê de ji hin aliyan ve Mem û Zîna AhmedêXanî û Memê Alan a folklorî hatine raberîhevkirin. Memê Alan a bi pêþgotina Dr. Nûreddîn Zaza bi nasnavê çîroknivîs cara pêþîn di nava weþanên Bahozê de hat weþandin. Cara duduyan, ev kitêb di 1978-an de li Tirkiyê ji bal weþanên Özg¸rl¸k Yolu(Riya Azadî) ve tevî wergera wê ya Tirkî hat weþandin. Cara sisiyan bi navê Weþanên Riya Azadî di 1990-an de li Almanyayê bêyî wergera wê ya Tirkî hat weþandin59.

Sadiq Bahaeddîn Amedî di kitêba xwe de ya bi navê Hozanvanêt Kurd ku sala 1980-yî li Bexdayê ji alî çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq(Akademiya Zanistî ya Îraqê) hatiye çapkirin cihek ji bo jiyan, berhem û bîr û baweriyên Ahmedê Xanî jî veqetandiye û yek du þiîrên wî jî çap kirine60. Agahdariyên ku Sadiq Bahaeddînî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane, ew agahdariyên Alaeddîn Seccadî ne ku Amedî carina rasterast ji wî bi xwe û carina jî di riya Hesenê Qizilcî re(ku ev pêþgotina xebata Hejar Mukriyanî ye) ji wî girtine. Sadiq Bahaeddîn Amedî, her wiha cih daye çîrokeka gelêrî ku di heqê têkliyên Ahmedê Xanî de ye bi mîrê Cizîra Botan re. Amedî cîh dide nameyeka Kurdekî ji Hekariyan ku di wextê xwe de þandiye radyoya Kurdî li Bexdayê û gotiye ku Xanî ji Xana Sêmalan e û ev gund di nava hidûdê Hekariyan de ye.

Sadiq Bahaeddîn Amedî, di vê derê de dinivîse ku E. B. Soane, di kitêba xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Language, (London, 1913) de dinivîse ku"Ahmedê Xanî yê Hekarîyê ku kiryarêt wî yêt zor(gellek) çi ji Kurdperweriyê yan ji layêt dî ve ji hemiya binavûdengtir e li Kurdstanê û ji derve. Xanî xwendingehek vekir li Bayezîdê digel mizgeftekê"61. Ji meqaleyeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" ku di sala 1980-yî de hatiye nivîsîn û hîn nehatiye weþandin, tê fahmkirin ku di salên 1970-yî de Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê daye çapkirin62.

Albayê teqaudbûyî yê hêzên jenderman Nazmi Sevgen, di Akademiya Herbê de(Akademiya Eskerî ya Tirkiyê) konferansek bi navê "Do§uída K¸rt Meselesi"(Li Rojhilatê Pirsa Kurdî) da, piþt re di sala 1970-yî de ev konferans di nava weþanên Akademiya Harbê de hat çapkirin. Nazmi Sevgen di vê nivîsara xwe de behsa Mem û Zîna Ahmedê Xanî û behsa gorra Mem û Zînê jî dike. Di mesela gorrê de wiha dinivîse Nazmi Sevgen: "Gorra Mem û Zînê li Cizîrê, li gorristana Camiya Emîr Abdullah e. Ev ji alî dostê min Abdullah Cîzre hatiye tesbîtkirin.
Her du bi hev re di bin kêla gorrekê de ne"63.

Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe de ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî, li hin cihan; bi taybetî jî di wî beþê lêkolîna xwe de ya bi navê "Tarîxa Lêgerîna Edebiyata Kurdî li nav Kurdan da û Rûsistanê da" û di wê beþa taybetî de ku li ser Ahmedê Xanî jiyan, berhem bîr û baweriyên wî ne, behsa xebatên Aleksandre Jaba û yên M. B. Rudenkoyê jî dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî kirine û bi vî awayî behsa wî û eserên wî jî dike64.Qanatê Kurdo dibêje ku wî han daye ku Rudenko vê xebatê amade bike. Loma jî ew her wiha bûye redaktorê kitêba Rudenkoyê ya li ser Mem û Zînê û hem jî pêþgotinek jê re nivîsiye. Tiþtekî balkêþ ew e ku tevî ku M. B. Rudenkoyê Mem û Zîn hemû wergerandiye Rûsî û di Mem û Zînê de Ahmedê Xanî bi xwe gotiye ku ew kengî hatiye dinyayê jî, Prof. Qanatê Kurdo di Tarîxa Edebiyata Kurdî de, nivîsiye ku Rudenkoyê di pêþgotina kitêba xwe de nivîsiye ku "Ne eyan e kîjan salê A. Xanî ji dayika xwe bûye..."65 Piþt re ji þîrovekirinên Prof. Qanatê Kurdo diyar dibin ku wî bi xwe jî Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi dûr û dirêjayî lênekolaye û ew Mem û Zîna Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî têkilhev dike, navên qehremanên Mem û Zînê þaþ dinivîse(Ji dêlva Arif re Erfan) û hin navên qehremanên destana folklorî jî wekî yên qehremanên berhema Xanî destnîþan dike ku bi rastî ev qehreman tenê di destana folklorî de hene(wekî Qeretajdîn)66.

Di kovara Ronahî de ya ku sala 1961-ê li Iraqê derket bi navê "Ahmedê Xanî û berhemên wî" meqaleyeka Qanatê Kurdo derket. Her ev meqale di hejmara 13. 5. 1962-yan a rojnama Riya Teze de jî hat weþandin. Wî her wiha sala 1969-an di du hejmarên kovara çiya de ku li Almanyayê dihat weþandin bi navê "Fikrên Qewmî di eserên Ahmedê Xanî de" lêkolîneka xwe da weþandin. Qanatê Kurdo di sala 1978-an de jî di hejmara 6-an a Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî de meqaleyeka xwe ya bi navê "Derheqa Þovêd íMem û Zînía Zargotî û þova íMem û Zînía Ahmedê Xanî" da çapkirin ku tê de Mem û Zîna Ahmedê Xanî û varyantên devkî yên gelêrî dide berhev67. Esas li gora ku ew bahs dike, ev meqale ji wê pêþgotina bi navê "Peywendiya Folklor û Lîteratura Kurdî" hatiye wergirtin ku wî ji bo kitêbekê amade kiribû û wê di demên pêþ de bihata weþandin. Naveroka vê kitêbê ew bû ku gellek varyantên devkî û ya edebî ya Mem û Zînê dida berhev. Lê ev kitêb heta îro jî nehatiye weþandin. Bi munasebeta ku Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê da weþandin Prof. Qanatê Kurdo di sala 1980-yî de meqaleyek bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" nivîsî û þand ji Berbangê re ku bê çapkirin. Lê ev meqale tiþtê ku ez dizanim heta niha nehatiye çapkirin û di arþîva Mahmûd Lewendî de peyda dibe68.

Di ansîklopediya Tirkî de ya bi navê Yurt Ansiklopedisi, di beþê Hakkari de kurteparagrafek li ser Ahmedê Xanî jî heye69.

Ferhad Þakelî lêkolîneka hêja ya zanistî li ser jiyan û bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên kurdayetîyê û ciyê wî di nasyonalîzma Kurdan de bi Îngilîzî amade kiriye û di 1983-yan de ev bi navê Kurdish Nationalism in Mem u Zin of Ehmedi Xani pêþkêþî Beþê Zimanên Îranî yê Unîversîteya Uppsalayê ya Swêdê kiriye. Ev xebat piþt re ji alî Birgitta Nelander hatiye wergerandin ser zimanê Swêdî û ji alî Mekteba Bilind ji bo H•ndekariya Mamostan li Stockholmê(H–gskolan F–r L”rarutbildning i Stockholm) di 1985ían de hatiye weþandin70.

Feryad Fazil Umer, di 1986-an de kitêbek bi navê Edebî Kurdî li Almanyayê weþand ku tê de beþek jî li ser Ahmedê Xanî ye. Ew Ahmedê Xanî wek nimûneyeka þairên Kurmanc di berhema xwe de dide û bi kurtî li ser jiyan û berhemên wî radiweste71. Ev beþ kurtebahsek e ku ji hin berhemên berê hatiye komkirin.

Perwîz Cîhanî jî xebatek hêja li ser Mem û Zînê kiriye, gellek nusxeyên çapkirî û yên destnivîs dane ber hev û bi jêrenotên þerhê carna jî bi þerheka fireh a beytan li binê rûpelan danîye, pêþgotinek li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zînê jî amade kiriye, piþt re jî, metnê Kurdî yê orîjînalê xebata Rudenkoyê jî daniye piþt vê xebatê û bi vî awayî daye çapkirin. Ev berhem sala 1988-an li Urmiyê ji alî Navenda Weþanên Ferheng û Edeba Kurdî (Intîþaratîíl Selaheddîn Eyyûbî) ve hatiye weþandin. Divê em destnîþan bikin ku ne di beþê teksta Rudenkoyê de, lê di wî beþî de ku Perwîz Cîhanî, ji hin çap û destnivîsan daye ber hev û amade kiriye, beytek heye ku di tu çapên berî wê de nînin. Piþt re di beþê teybetî de yê li ser Mem û Zînê em ê vê beytê pêþkêþ bikin û li ser rawestin72. Perwîz Cîhanî her wiha di nava weþanên her wê weþanxanê de di sala 1367-an de bi pêþgotineka xwe ya li ser nasandina Ahmedê Xanî yeka li ser Nûbarê daye weþandin, ku jêrenotên þîrovekirinê jî jê re dane bin rûpelan. Mixabin ku wî navê kitêbê guheriye û kiriye Ferhenga Nûbar73.

Amir[Emîr] Hassanpour- Aghdam, sala 1989-an li Unversita Illinoisê nama xwe ya doktorayê ya bi navê The Language Factor in National Development: The Standardization of the Kurdish Language 1918-1985 da. Di vê doktorenamê de beþê çaran li ser dialektên edebi yên Kurdi ye ku ji sedsala 15-an destpê dike hetta Þerê Cîhanê tê. Di vê beþê de rola Ahmedê Xanî jî bi awayekî qenc hatiye destnîþankirin74. Dr. Emîr Hesenpûr, lêkolîneka din a rexnegirî li ser dewra Ahmedê Xanî, kurdperweriya wî, daxwaza wî ya hukumraniya siyasî a Kurdan kiriye ku ev, bi navê "Gelî Kurd û destelatî sîyasî le Mem û Zînî Xanî da" di hejamara 12-an a Gzîngê de hatiye weþandin. Diyar e ku meqale di wê hejmarê de xelas nebûye wê dewam bike75.

Namûk Açûkg–z ê Tirk ê ku bi xwe sentezîstekî Tirk-Îslamî ye, sala 1990-î bi navê "Ahmed-i Haniínin Mem u Zin adlû Mesnevisi ve Klasik Edebiyattaki Yeri"(Mesnewiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û ciyê wê di Edebiyata Klasîk de) meqaleyek di kovara T¸rk D¸nyasû Araþtûrmalarû de daye weþandin. Açûkg–z wekî nîjadperestekî Tirk di vir de fikra Ahmedê Xanî ya Kurdeweriyê bi tevayî veþartiye û ew wekî þairekî Îslamî yê þerqî daye nasîn. Ew ji wê teza tarîxî ye ku dibêje Kurd jî bi eslê xwe Tirk in hareket dike û Ahmedê Xanî wekî þairekî Tirk qebûl dike pirtir jî ji alî edebî û hunermendî ji alî forma mesnewiyan li ser Mem û Zînê radiweste76.

Mehemed Emînê Osman, li Kurdistana Iraqê, Mem û Zîn bi þîrovekirin û vekolînekê û bi daneberheva çend nusxeyên çapkirî û destnivîs amadekiriye û ev berhem li Bexdayê di çapxaneya Cahíiz de hatiye çapkirin. Li ser kitêbê ne diyar e ku kitêb kengî hatiye çapkirin, lê Mehemed Emînê Osmanî bi xwe tarîxa18-ê meha 1-ê ya 1990-an li bin pêþgotina xwe daniye û berî çapê muwafeqa Wezareta Seqafê û îlamê di 14-ê meha 2-an a 1990-ê de jê re derketiye. Mehemed Emîn du lêkolîn xistine pêþiya vê çapa Mem û Zînê. Di ya pêþiyê de ew Mem û Zîna Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî dide ber hevdu, wekhevî û cudayiyên wan destnîþan dike, piþtre jî navê wan çavkanî û berheman dide ku heta niha varyantên Memê Alanî çapkirne, an li ser wan lêkolîn kirine. Di lêkolîna duduyan de, Mehemed Emînê Osman li ser jiyana Ahmedê Xanî, li ser naveroka Mem û Zînê radiweste, behsa wê yekê dike ku wî ev xebat çawa amade kiriye. Her wiha wan çapên berê yên Mem û Zînê jî destnîþan dike. Xebateka hêja ye. Tiþtekî din ê balkêþ di xebata wî de ew e ku di Mem û Zîna wî de du beyt hene ku ev di tu çapên din de yên heta niha ketine ber dest nînin. Em ê di behsa taybetî de ya li ser Mem û Zînê van her du beytan pêþkêþ bikin û firehtir li ser rawestin.

Sidîq Borekeyî (Safîzade), di wê kitêba xwe de ya bi navê Mêjûyî Wêjeyî Kurdî ku ji du cildan pêk hatiye, cîh daye Ahmedê Xanî jî. Lê bi xemgînî divê em li vir diyar bikin bi awakî ciddî hê em li ser beþên din ranewestiyane, loma jî em nizanin çawa ye, lê beþê li ser Ahmedê Xanî ji zanistî, rastî û ilmiyetê dûr e. Wî agahdariyên xwe yên li ser Ahmedê Xanî pirtir ji Alaeddîn Secadî wergirtine, lê gelek caran bêyî ku navê wî bide. Di ser re jî hin agahdariyên çewt atfî Alaeddîn Secaddî û M. Emîn Bozarslanî kirine ku wan welê nenivîsiye. Tiþtên ku wan rast nivîsîne jî bêyî ku navê wan bide wekî zanîna xwe pêþkêþ kirine77.

Sidîq Borekeyî(Safîzade), her wiha dinivîse ku di Daîreíl- Mearif el Îslamiyye de ya ku teílîfa Muhemmed Ferîdûcdî(?) (Qahîre 1918) ye behsa jiyana Ahmedê Xanî têkirin lê tarîxa jidayikbûna wî þaþ hatiye dayîn. Ew her wiha dinivîse ku di kitêba çend Þairek di Herêma Behdînan de ku ji alî Dr. Nafií Akreyî hatiye amadekirin, behsa Ahmedê Xanî heye.78

Baba Merdûx Rûhanî, di kitêba xwe de ku bi farisî nivîsiye û navê wê Tarîxê Meþahîrê Kord(Tarîxa Navdarên Kurd) e di cildê ewwel de behsa jiyan, berhem û baweriyên Ahmedê Xanî dike. Ev agadarî jî diyar e ku ji Alaeddîn Seccadî hatine79.

Zeynelabidîn Zinar, cara pêþîn Nûbara Ahmedê Xanî wergerand ser tîpên Latînî û bi pêþgotinekê li ser kurtejiyana Ahmedê Xanî û li ser çapên Nûbarê sala 1986-an di nava weþanên Roja Nû de li Stockholmê da weþandin. Li vir, ew, her wiha behsa wê yekê dike ku Nûbar sala 1903-yan li Stenbolê çap bûye û nusxeyeka din jî ku bi destê Mele Mihemedê Wanî hatiye nivîsîn li her eynî salê li Berlînê çap bûye. Zeynelabîdîn Zinar destnîþan dike ku wî ev herdu nusxeyên çapkirî dane ber hev û çapa Latînî ji ber wan amade kiriye80.

Zeynelabidîn Zînar, Eqîdeya Îmanê (ku menzûm e) û Eqîdeya Îslamê (ku nesir e) ya Ahmedê Xanî bi tîpên Latînî cara pêþîn di Kovara Nûbiharê de di hejmara 13-an a çiriya Pêþîn a 1993-an de weþand. Ev her du berhem jî di 1887-an de bi destxeta Mele Mihemedê Wanî hatibûn nivîsîn û A. von Le Coqî ew di sala 1903-an de bi navê Kurdische Texte de li Berlînê dabû çapkirin. Eqîdeya Îslamê careka din ji bal Zinarî ve di îlona 1995-an de di hejmara 3-yan a çira-yê de bi tîpên Latînî hatiye weþandin ku wî pêþnivîsek jî jê re nivîsiye.81 Her di vê nivîsa xwe de Zeynelabidîn Zinar, behsa çapa Îstenbolê ya Eqîda Îmanê dike, lê behsa tarîxa vê çapê nake. Her wiha, behsa wê yekê dike ku Mele Ehmedê Qoxî þerheke Kurmancî ji vê berhemê re nivîsiye û bi navê Rêberê Sanî, Þerha Eqîdeya Ehmedê Xanî di 1984-an de daye çapkirin. Ev çap li Tirkiyê bûye. Hem berhem, hem jî þerha wê bi herfên Erebî ne. Zeynelabidîn Zinar ev berhem tevî þerha wê kiriye Latînî û bi vî awayî di sala 1990-an de li Almanyayê ji alî weþanxaneya Dengê Yekîtiyê hatiye weþandin82. Min ev kitêb dîtiye. Li ser bi Erebî wiha dibêje: Kîtabu Rehberê Sanî, telîf: Ehmed Hilmî Qoxî el Diyarbekirî, îla Þîírî íEqîde. Bi Kurmancî jî li ser qapaxê wiha hatiye nivîsîn: Þerha íEqîda Þêx Ehmed bin Îlyas el Xanî. Þerha ku ji Eqîda îmanê re hatiye kirin þerheke fireh e û dînî, felsefî û tesewufî ye83.

Zeynelabidîn Zinar, Eqîdeya Îmanê ya Ahmedê Xanî careka din di kitêba xwe ya bi navê Xwendina Medresê de daye weþan din84.

Zeynelabîdîn Zinar, kitêba xwe ya bi navê Nimûne ji Gencîneya çanda Qedexekirî di sala 1991-ê de li Stockholmê weþand ku li ser hin þair û nivîskarên Kurd e. Bi taybetî giraniya xwe daye ser jiyan û þiîrên þaîrên Kurmanc, zêdetir jî yên dema berî sedsala me. Di vê berhemê de beþê li ser Ahmedê Xanî jî he ye, ku kurtebahsek e li ser jiyana wî û heþt þiîrên wî pê re ne ku ya bi çar zimanan ne tê de hemî cara pêþîn ji destnivîsariyê xelas dibin û tên çapkirin. Zeynelabidîn Zinar, li cihê ku pêwîst dîtiye, jêrenotên þerhkirinê jî ji wan re nivîsîne.

Ferhad Þakelî, sala 1991-ê, di kovara Mamostay Kurd de cih da çar þiîrên Ahmedê Xanî. Ferhad Þakelî di wê pêþnivîsarê de ku wî ji bo wan þiîran amade kiriye, dinivîse ku ew ji nav wan tekstan hatine berhevkirin ku di wextê xwe de ji bal Aleksandre Jabayî ve hatine berhevkirin û niha li Lenîngradê di Kutubxana Lenîngradê(Petersbourga niha) ya dewletê de ne, li ser navê M. Y. Saltikova-Þerdirîn hatine parastin. Ew dibêje di nava wan destnivîsan de bi tevayî 25 þiîrên Ahmedê Xanî hene û kopyeyên hemûyan li ber destê wî ne85. Lê heta niha Ferhad Þakelî ew neweþandine. Ev çar þiîrên ku di Mamostay Kurd de hatin weþandin piþt re ji alî Þefîk Kaya ve hatin wergerandin ser tîpên latînî û di hejmara 4(162)-yan a Armancê de hatin weþandin86Me di beþê þiîrên Ahmedê Xanî de di vê xebatê de cih daye van her çar þiîran. Her di vê hejmara Mamostay Kurd de lêkolîneka Tewfîq Wehbî hatiye çapkirin ku ji kovara Dengî Gîtî Taze, hejmar 2 a sala 1943-an hatiye wergirtin ku li Bexdayê derdiket. Navê meqalê "Yek dû Wêne le Þiîr û Felsefeyî Berzî Ehmedî Xanî" ye87.

Di hejmara duduyan a kovara Gzîngê de hevpeyivînek li gel Dr Ebbas Welî hatiye kirin ku tê de fikrên Ahmedê Xanî yên li ser Kurdeweriyê jî tên munaqeþekirin. Di vir de Dr. Abbas Welî wê fikrê diparêze ku goya meriv nikare Ahmedê Xanî wekî neteweperwerekî Kurd, lê wek nîþtimanperwerekî hesab bike88.

Mahmûd Lewendî, sala 1992íyan di kovara Dîdar de bi navê "Ehmedê Xanî" meqaleyek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî nivîsiye89.

Meqaleyeka N. Hêcibî a bi navê "Di mem û Zîna Ehmedê Xanî de Astronomî", di hejmara 8-an a1993-yan a kovara Nûde mê de hatiye wesandin90.

Di hejmara 2-3 ya kovara Aso de ku sala 1993-yan ji bal hin ronakbîrên Kurdistana Sûriyê hatiye derxistin, Hejarê Darî, gotarek bi navê "Niþtimanperweriya Xanî" li ser jiyan û berhemên Xanî nivîsiye91. Her di eynî hejmara vê kovarê de, þiîreka Ahmedê Xanî jî bi sernavê "çardehê Nîsan" hatiye weþandin92. Ev þiîr piþt re di hin cihên din de jî hatiye belavkirin. Me bi ravekirin ew di beþê þiîrên Xanî de di vê xebatê de weþandiye.

Li ser 18 varyantên Mem û Zîna folklorî yan jî bi awayekî din Memê Alan, sala 1991íê, li Berkeleyê, li Unîversîta Kalîforniyayê nameyeka doktoraya felsefê ya Michael L. Chyet amade bû bi navê "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a Kurdish romance. Name piþt re ji alî UMI Dissertation Service ve her di eynî salê de dektîlokirî wekî du cildan hatiye amadekirin, yanî xebat wekî kitêb hîn nehatiye çapkirin. Ev doktorename, xebata herî zanistî, ciddî, berfireh û piralî ye ku tê de hîjde varyantên vê destanê li berhev hatine danîn, ji gellek aliyan de lêkolîn û tehlîl li ser wan hatine kirin. Di vê navberê de têkiliya wan bi Mem û Zîna Ahmedê Xanî re hatiye pêþkêþkirin û rola wê di nava wan de li gorî zanîn û qenaeta lêkoler hatiye diyarkirin93.

Heyder Umer, li Sûriyê sala 1991-ê li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî bi Erebî kitêbek daye çapkirin ku navê wê Ahmedê Xanî Fîíl-Melhemeíl-Þîírîye Mem û Zîn e94.

Vazgal Bazîdî, di kovara Roja Nû de ya ku li Stockholmê tê weþandin du hejmaran li ser hev, tê de hin þiîrên Ahmedê Xanî dane weþandin ku ji destnivîsarên Mele Îbrahîmê Zivingî hatine wergirtin. Vazgal Bazîdî, di pêþenivîsa xwe de, diyar dike ku Mele Îbrahîmê Zivingî birayê Mela Ehmedê Zivingi ye yê ku dîwana Melayê Cizîrî bi Erebî þerh kiriye. (Ev eser vê paþiyê wekî du cildan li Þamê hat çapkirin.) Vazgal Bazîdî, destnivîs li Sûriyê ji cem hin kesan peyde kirine, anîne, dane M. Emîn Bozarslanî, wî jî gellek jêrenotên þerhkrinê ji wan re nivîsîne û ev, bi wan jêrenotan di du hejmarên kovarê de hatine weþandin. Tev de neh þiîr in, hin ji wan berê hatine çapkirin, lê hin jî cara pêþîn ji destnivîsariyê xelas dibin û di rûpelên vê kovarê de çap dibin95. Her wiha di hejmareka din a vê kovarê de 6 þiîrên Ahmedê Xanî derketin ku ev ji alî Zera Ûsiv ve ji Vazgal Bazîdî re hatine þandin da di kovarê de bi tîpên latînî bên weþandin. Esas wekî ku Zera Ûsiv destnîþan dike, ew, cara pêþîn ji alî Dr. M. B Rudenkoyê ji nav tekstên destnivîs ên A. Jabayî hatine derxistin. Wê, sala 1961-ê di kovara Narodî Asîî î Afrîkî nr; 3-yan de bi herfên Erebî dane çapkirin96. Li gorî ku Z. Ûsiv dinivîse ev 7 þiîr bûne, lê di Roja Nû de þeþ ji wan derketine. Heta ji wan þeþan jî hin ne ew in ku Rudenkoyê dane çapkirin. çimkî gava ev þiîr ketine destê Vazgal Bazîdî, wî jî verêkirine ji M. Emîn Bozarslanî re ku þerha wan bike. Wî ev þerh kirine, lê ji ber ku hin ji wan berê di eserên Bozarslanî û hin derên din de derketine, wî pêwîst nediye ku tekstên waryanta bi amadekariya Rudenkoyê bên çapkirinê û têkevin ber destê xwendevan, ji dêlva wan ji Bazîdî re nivîsîye ku ew dikarin yên di eserên din de careka din çap bikin. Wî jî bi ya Bozarslanî kiriye û mixabin ku ji wan þirên ku Zera Ûsiv þandine, hin çap nebûne. Ev þiîrên ku bi lêkolîna Rudenkoyê di wê kovara Rûsî de hatibûn çapkirin di 1995-an de di hejmara 9-an a kovara Gzîngê de derketin97. Min ew û yên Bozarslanî dan berhev min dîtin ku ferq di navbera wan de hene û heta yek ji wan li ba Bozarslan qitayeke wê kêm e, li ba Rudenkoyê temamtir e. Baþtir ji min re diyar bû ku bi vê tewra nezanistî, çawa em xebatên însanên alim texrîb dikin û carna jî, ji karê pirtir em zerarê digihînin tarîx û kultura xwe. Di beþa þiîrên Ahmedê Xanî ya di vê xebatê de, me ew dane ber hev, kêmasî temam kirine, ferqiyeta navbera wan diyar kirine û piþt re dane weþandin.

Ew hejmara kovara Gzîngê ya ku li jorê hat binavkirin dikare hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî bê hesabê ku gellek maqale tê de hene ku lêkolînên di heqê Ahmedê Xanî, berhemên wî û bîr û baweriyên wi de ne. Dr. Emîr Hesenpûr ku li Kanadayê, li Montrealê li Zanistgeya Konkordiyayê kar dike, maqaleyeka rexneyî li ser kitêba Ferhad Þakelî nivîsîye ku navê wê kitêbê Kurdish Nationalism in Mam û Zin of Ahmad-i Khani ye. Me ev kitêb berê binav kiribû. Di vê meqalê de Dr. Emîr Hesenpûr bi awayekî zanistî hin agadarî û bîr û baweriyên Ferhad Þakelî yên li ser dîroka gel û ya edebiyata Kurdî, yên li ser lêkolînên Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî rexne dike98. Kovarê her wiha cih daye Soraniya meqala Joyce Blau a ku wê di konferansa Stockholmê de pêþkêþi beþdaran kiribû. Meqale li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî ye ku di vê xebatê de em li gelek ciyan tên ser vê meqalê. Yê ku ji Îngilîzî kiriye Soranî Hêriþ e99. Meqaleyeka Kemal Mîrawdelî jî di vê kovarê de çapbûye ku navê wê "Axawtinêk li gel íXanîí da " ye100 Meqaleyeka din a ku derketiye "Dêmenî Jin le íMem û Zîníî íXanîí da" ye û ji bal Teyfur ve hatiye amadekirin101. Her wiha, Þakirê Xudoyê Miho102, Kerîmî Husamî 103, Rehmanî Sofî104 û Hêdî105 jî kurtenivîsarek di vê hejmara Gzingê de weþandine. Kovarê beþeka kurt ji lêkolîna Alaedîn Seccadî106 weþandiye ku li ser jiyana Ahmedê Xanî ye. Û her wiha wê meqala Rudenkoyê jî tê de cih girtiye ku me li jorê behs kir. Nivîsara Hêdî li ser danasandina broþurekê ye ku li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî ye û bi Farisî hatiye nivîsîn. Hêdî wiha dinivîse"Birêz kak Ezîzî Îbrahîmî, di broþureka 24 rûpelan de ku navê wê Mierifî Þexsiyetê Ehmedê Xanî -Þairê Mihenperestê Kord(Nasandinî Kesayetîy Ahmedî Xanî -Þairî Nîþtimanperwerî Kurd) e. Ew Xanî û berhemên wî bi Farisîzimanan dinasîne"107.

Di konferansa Ahmedê Xanî de ya ku di 27-ê gulana 1995-an ji alî Komeleya Nivîskarên Kurd, Federasyona Kurdan û ABFía Swêdiyan hat amadekirin, Martin van Bruinessen gotarek bi navê "Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola wî ya di neteweperweriya Kurdî de" pêþkêþ kir ku ev gotar piþt re di hejmara çaran a çirayê de hat weþandin108. Sala 1985-an, kovara Svensk-Kurdisk Journal bi Bruinessen re roportajek kiribû ku di wir de jî hin tehlîlên wî li ser Ahmedê Xanî hatine diyarkirin109. Bruinessen her wiha di kitêba xwe de ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de cîh daye rola Ahmedê Xanî ya di civak û dîroka Kurdan de110.

Lêkolîneka Rohat Alakom, di heft hejmarên Özg¸r Politikayê yên navbera11-17ê Îlona 1995-an de bi zimanê Tirkî hat weþandin. Navê vê lêkolînê "Kürt Ulusal Manifestosu 300 Yaşında" ye. Ev meqale bi zimanê Tirkî ye. Yek ji wan lêkolinên berbiçav û piralî yên li ser Ahmedê Xanî ye ku bi munasebeta 300 saliya Mem û Zînê li hundur û derveyî welêt hatin kirin. Ew di vê lêkolîna xwe de, li ser jiyan, xebat û berhemên Ahmedê Xanî bi kurtebirî dinivîse, wan xebatên ku heta niha li ser Ahmedê Xanî û eserên wî hatine kirin destnîþan dike, cardin bi kurtî têkiliyên navbera Mem û Zînê û varyanta gelêrî rê dide, bi vê munasebetê behsa xebatên li ser varyantên gelêrî jî dike. Ew li ser giringiya Mem û Zînê û tesîra wê di nava alim, zana û xelkê Kurd de radiweste, bibîr dixe ku di 300 saliya bibîranîna Mem û Zînê de barê ser piþta Kurdan e ku deynê xwe ji Ahmedê Xanî re îfa bikin û bi awayekî zanistî, fireh û navnetewî konferansan bicivînin, lêkolînên akademîk hazir bikin û gellek aliyên Ahmedê Xanî zelal bikin ku heta îro di tarîtiyê de mane.

Dilbixwîn Dara, lêkolînek li ser jiyan, berhem, bîr û bawerî, zanîn û xebatên Ahmedê Xanî, ciyê wî di civak û tevgera Kurdî de amade kiriye. Bi giranî jî li ser Mem û Zînê rawestiyaye. Ev xebat, ji alî Înstîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanînê di tebaxa 1995-an de bi navê Felsefeya Ehmedê Xanî weka pirtûkekê hatiye çapkirin112.

Li Tirkiyê, Faik Bulut, di hezîrana 1995-an de bi navê Ehmedê Xanêínin Kaleminden K¸rtlerin Bilinmeyen D¸nyasû kitêbek da weþandin ku tê de li ser dewra Ahmedê Xanî, þairî mutefekirî, fîlozofî û mutesewwufiya wî, jiyana wî, baweriyên wî yên civakî siyasî, baweriyên wî yê li ser jinan û evînê radiweste113.

Di kitêba Ismet Alpaslan de ya bi navê Her Y–n¸yle A§rû(Bi hemû aliyên xwe ve Agirî) ku di 1995-an de li Tirkiyê hatiye weþandin beþekî kurt li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Di vir de Ismet Alpaslan Ahmedê Xanî ji malbata Arwasiyan nîþan dide114.(Li ser vê yekê agahdariyên zêdetir di beþê "Jiyana Ahmedê Xanî" de hene.)

Eskerê Boyik, di hejmara bi tarîxa 17-23-yê Eylula 1995-an ya rojnameya hefteyî ya Azadî de ku li Istenbolê tê weþandin û ya dewama wê de maqaleyek bi navê "Rohilatzanayê Urisetê û Ahmedê Xanî" nivîsiye. Ew, tê de behsa xebatên A. Jaba, Qanatê Kurdo, I. Orbeli û M. B. Rudenkoyê dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî hatine kirin. Piþt re cîh dide lêkolîneka M. B. Rudenkoyê ku "çend salan berê" ji bo rojnama Riya Teze nivîsîbû û bi munasebeta 300 saliya ronahîdîtina Mem û Zîna Ahmedê Xanî careke din ev lêkolîn di Riya Teze de hatibû çapkirinê. Eskerê Boyik ev lêkolîn ji tîpên Kirîlî wergerandiye ser tîpên latînî û di rojnamê de hatiye weþandin. Navê meqalê "çend gilî derheqa Ahmedê Xanî da" ye115. Eskerê Boyik, di meqala xwe de, gava behsa Orbelî dike, cîh dide wê tesbîta wî ya meþhûr a li ser Ahmedê Xanî ku di wê pêþgotina wê kitêba xwe de ya bi navê Heykelên Zemane Þaîrê Gurcan Rustaveli dinivîse: "Wextê em dibêjin þaîr di nivîsara xwe da nêzîkî millet e, bi millet û xelqê ra girêdayî ye, hingê em bêhemdî xwe, lazim e navê sê þairên mezin ên rohilatê wek hev bikin û beramber bikin. Ew her sê þair ev in: Yek Fîrdewsiyê Îranî ye; yek Rustavelliyê Gurc e; yek jî Ahmedê Xanî yê Kurd e."116

Felat Dilgeþ, meqaleyek lêkolînî amade kiriye û ew bi navê "Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî" di hejmara 15-an a Nûdemê de hatiye weþandin . Ew, di vê lêkolînê de bîr û baweriyên Xanî û yên Platonî (bi taybetî di warê hukumdariyê de) dide berhev117.

Rojnama Armancê hejmara xwe ya 4(162)-an a çiriya Pêþîn(oktober) a 1995-an kir hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî. Di vê hejmarê de nivîsarên Mahmûd Pakdemîr118, Emîn Narozî119, Joyce Blau120, Nîhad Elî 121 û Mûrad Ciwan122, gotûbêjek bi M. Emîn Bozarslan123 re û axaftineka Prof. Dr. Îzzeddîn Mustefa Resûl124 cîh digre. Emîn Narozî, di nivîsara xwe de li ser xebatên van kesan rawestiyaye û bi kurtî behsa wan kiriye: xebata Gisbert J”ncke ya ku wekî pêþgotin ji kitêba drama ya bi navê Mem och Zin125 re nivîsiye, ya Bazil Nikitin ku dinivîse ku Ahmedê Xanî Fîrdewsiyê Kurdan e, ya Martin van Bruinessen ku di kitêba xwe ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de destnîþan kiriye û ya V. Minorsky ku di Ansîklopediya Îslamê de li ser beþa Kurd û Kurdistanê de nivîsiye. Prof. Joyce Blau di kitêba xe de ya bi navê MÈmoire du Kurdistan cihek daye Ahmedê Xanî jî126.

Meqaleyeka Mehemed Alî Qeredaxî ya bi navê"Xiþtîyekem le saxtimanî binaxeyî /Dîwanî Xanî/ da be bûneyî sêsed saleyî Xanîyewe" di hejmara 80-yan a kovara Rengîn de hate weþandin ku li ser hin þiîrên destnivîs ên Ahmedê Xanî ne û ew þiîrên destnivîs jî di dawiya meqalê de hatine çapkirin. Hemî heþt þiîr in ku çar ji van ji bilî vê kovarê di tu cihên din de nehatine çapkirin û ji vanên li cihên din neçapbuyî dudu ji wan di nava arþîva destnivîs a Aleksandre Jabayî de hene lê her duyên din li wê derê jî nînin. Me ev her çar þiîr di beþê çiîran de dane weþan din û em zelaltir li ser wan rawestiyane127.

Her di eynî hejmara vê kovarê de Mehemedê Mela Kerîm meqaleyeka bi navê "Le pêþwazîy bîrewerîy sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî da; Bozerslan giyanêkî tazeyî kirdewe be bewrî em þakareyî edebî Kurd da" amade kiriye ku li ser nasandina kitêba M. Emin Bozarslan e ku ji esl û Kurdiya xwerû ya îroyîn a Mem û Zînê pêkhatiye128.

Kovara Pirs a ku ji bal hin Kurdên rewþenbîr ên Kurdistana Sûriyê tê derxistin, hejmara xwe ya 7-8-an zivistana 1995-an - buhara 1996-an bi tevayî veqetandiye ji bo lêkolînên li ser Ahmedê Xanî bi munasebeta 300 saliya xelasbûna Mem û Zînê. Dêrsim/Memo bi navê "Ehmedê Xanî þoreþger û têkoþerê çerxa xwe bû"129, Hiþyarê Kohî bi navê "Ramana E. Xanî"130, Tengezarê Marînî bi navê "Nav û nîþanên (Mem û Zîn)a M. E. Xanî"131, Berzo bi navê "Xanî û zimanê Kurdî"132, Hewarê Gundî bi navê "Durvê Hunerî yê çîroka Mem û Zînê"133, Rezo, bi navê "Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka Kurdîye kevnar de" 134 meqale nivîsîne. Dilovan, çar þiîrên Ahmedê Xanî, ji nav destnivîsên hin Melayan dane ber hev û ew di vê hejmarê de weþandine.
Ew þiîr di sala 1995-an de di Roja Nû de jî derketine. Me dane ber hev û di vê xebatê de jî ew dane weþandin. Dilovanî pêþenivîsek jî ji wan re nivîsiye û bi xwe nav li wan kirine ku ev in: 1- Xanî Pir gotiye, 2- Nexoþ im ez, 3-Derê meygedeê, 4-Bes e ah û esef.

Li gorî pêþenivîsê, wî, di wextê xwe de heþt þiîr ji defterên destnivîs ên çend melayên kevn û hêja ên wekî Mele Remedanê Seyyid Sulêman, Evdiyê Kurumî, Ahmedê Seyda nivîsîne û dane ber hev û dîtine ku hemî wek hev in. Li gorî wî yek ji wan wê þiîra çar zimanî ye ku berê di Dîwana Kurmancî a Abulreqîb Yûsifî de hatiye weþandin yek ya bi navê "çardeyê Nîsan" e ku di hejmara 2-3 a 1993íyan a Aso de hatiye weþandin, loma cîh nedaye van her duyan û her çarên li jorê binavkirî weþandiye135. Dudu di destên wî de mane ku hêvî dike demeka dinê wan jî biweþîne. Ji ber ku ne navê wan nejî naveroka wan ên neçapbûyî dîyar dike em nizanin ku heta îro ew çap bûne an na.

Kitêbek bi navê K¸rdistanílû Fîlozof Ehmedê Xanî di 1996-an de li Ankarê hat weþandin ku nivîskarê wê Medeni Ayhan e. Nivîskarê kitêbê li gora ku ew dinivîse ev xebat di zîndanê de di bin þertên dijwar de amade kiriye ku ji du sê çavkaniyan pê ve tu tiþt li ber destên wî tunebûne. Meriv vê bêîmkaniyê di rûpelên kitêbê de dibîne. Her çendî kitêb li ser jiyan, dewr, berhem, bîr û baweriyên siyasî, felsefî û tesewufî yên Ahmedê Xanî ye jî bi kil û kêmasiyan dagirtiye. Gava meriv wê dixwîne dibîne ku nivîskar ne ku karibûye van aliyên Xanî deyne ber çavên xwendevanan, lê di serê xwe de berê dinyayek xeyalî ava kiriye û Ahmedê Xanî li wê dinyayê aniye. Loma jî gellek fikr û baweriyên ku têkiliya wan bi Xanî re tunene wek ên wî hatine nîþandan. Heta gellek caran hin fikr wek ên Ahmedê Xanî hatine destnîþankirin ku Ahmedê Xanî bi eksê wan difikire. Piþtre diyar e ku nivîskar xwestiye hemû wan zanînên xwe yên di warê siyaset, dîrok, edebiyat, felsefe û tesawwufê de birêje nava rûpelên kitêbê û têkiliyên Ahmedê Xanî bi wan re deyne136. Loma jî mixabin hinde kedeka mezin a di bin þertên dijwar de berhemeka bi kil û kêmasî daye.

Her wiha em ji vê kitêbê tê digihîjin ku girtiyên ji doza PKK ên zîndana Sa§malcûlarê a Istanbulê xebateka kollektîf kirine û bi navê M¸cadele Tarihimiz Ehmedê Xanîíyi Anlatûyor broþurek derxistine ku metnê Eqîda Îmanê jî pêre ye137. Heta nivîskar di kitêba xwe de perçeyek ji vî metnê Eqîda Îmanê dide weþandin lê hema hema di her misrayeka wê de þaþîtî hene. Helbet meriv nizane gelo ev þaþîtî yên broþurê ne lê yên çapa kitêbê ne.

Di hejmara 29-an a Mamostayî Kurd de ku di buhara 1996-an de derketiye, meqaleyeka Farhad Þakelî ya bi navê "Sêsed Saleyî Mem û Zînî Xanî" hatiye weþandin. Ferhad Þakelî bi munasebeta sêsed saliya Mem û Zînê, behsa wê yekê dike ku Ahmedê Xanî bi taybetî û Kurd bi giþtî ji alî medeniyet kultur û edebiyata xwe di nava miletên cîhanê nayên nasîn, Kurd jî ciddî xebatekê nakin ku medeniyet, kultur û edebiyata xwe nas bikin û bi xelkê bidin nasîn. Ew her wiha rexne li wê yekê digre ku siyasetmendên Kurd ronakbîr û edîbên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar diînin. Di vê navberê re Ferhad Þakelî li ser tarîxa ronahîdîtina Mem û Zînê jî radiweste û îdîa dike ku ne rast e ku meriv sala 1995-an bike sêsed saliya Mem û Zînê. Li ser van îdîayên wî me zêdetir agahdarî di beþê jiyan û berhemên Xanî de dane138. Di rojnameya Nû Roj a heftane de Î. Cûlemêrgî bi navê "Xanê û Xanî" meqaleyek nivîsiye ku hin agahdarî û îdîa li ser jiyan û malbata Xanî hene ku di cihên din de ez rastî wan nehatime. Di beþê jiyana Ahmedê Xanî de me cih dane van agahdariyan jî.139


Bibiranînên 300 saliyê

Sala 1995-an ji alî komele, enstîtu, rojname, hin dezgeh û kesên rewþanbîr ên Kurdan ve wekî sêsed saliya ronahîdîtina Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi semîner, konferans, civîn, sohbet û lêkolînên di vî warî de hat bibîranîn. Pîrozbahî û bibîranîneka wiha cara pêþîn di salên 1992 û 1993-an de ji alî M. Emîn Bozarslan ve hatin pêþkêþkirin. Bozarslan di 21-ê Adara 1992-yan de nameyek þand ji UNESCO-yê re û daxwaz kir ku UNESCO sala1995-an bike sala Ahmedê Xanî û bi vî awayî piþtgirîyekê ji kultur, edebiyat û hebûna Kurd re bike. Wî, her wiha ji hin rêkxistinên nivîskaran û dezgeyên zanistî yên wekî unîversîtan re jî nameyek þand û hêvîkir ku piþtgiriya daxwaza wî bikin. Her çendî ji bal hin rêxistinên nivîskaran ve piþtgirî lê hat kirin jî UNESCO-yê ne ku daxwazek wiha qebûl nekir, bersîva nama wî jî neda. Wî di 21-ê Îlona 1993-yan de jî nameyek ji rêxistinên Kurdan re rê kir û daxwaz kir ku Kurd sala 1995-an bikin sala Ahmedê Xanî û bibîr bînin. Ev daxwaza wî bicîh hat û Kurdan di 1995-an de bi awayên cuda ev salveger bibîranîn140.

Di 1995-an de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sê civîn li dar xistin. Civîna yekê di roja 26-ê sibata 1995-an de li Stockholmê hat lidarxistin tê de Mehemed Enwer û nivîskarê vê xebatê beþdar bûn û li ser jiyan, dewr, bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên millî, siyasî, civakî, felsefî û tesewwufî rawestiyan. Cara duduyan di 27-ê Gulana 1995-an de, li Stockholmê bi navê Konferansa Ahmedê Xanî civîn hat li darxistin. Vê carê li gel komeleya nivîskaran, Federasyona Kurdan û ABFía Swêdî jî amadekarê vê civînê bûn. Prof. Joyce Blau, Martin van Bruinessen û nivîskarê vê xebatê bi gotarên xwe beþdarî vê konferansê bûn, ji gellek aliyan de li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî rawestiyan. Civîna sisiyan cardin li Stockholmê di 8-ê meha dehan a sala 1995-an de pêk hat ku tê de Prof. Îzzeddîn Mustefa Resûl li ser maneya ronesansê û têkiliyên wê bi Ahmedê Xanî re gotarek da.

Bi amadekirina Komkarê, M. Emîn Bozarslan li 11 bajarên Almanyayê û li Swîsreyê konferansên li ser Ahmedê Xanî pêþkêþ kirin141

Komkar(Federasyona Komelên Karkerên Kurdistanê) di navbera 20-22-yê çiriya Pêþîn(oktober) a 1995-an de li Almanyayê li bajarê Meckenhaimê bi alîkariya Xaça Sor a Alman(DRK) û Weqfa Heinrich B–ll(Heinrich-B–ll-Stiftung) bi navê "Konferansa Navnetewî ya Mem û Zînê û Ehmedê Xanî" civînek amade kir. Kesên wekî Prof. Îzzedîn Mustefa Resûl, Prof. Þakirê Xudoyê Miho, Dr. Husên Hebeþ, Sabah Kara, M. Emîn Bozarslan, Ahmed Aras, Prof. Celîlê Celîl û Mihemmed Enwer beþdarî vê civînê bûn û teblîxên xwe pêþkêþî vexwendiyan kirin. Teblîxa Prof. Îzeddîn Mustafa Resûl, "Di heqê Ehmedê Xanî de bi giþtî agahdariyeke bi rêkûpêk" bû. Li ser Mem û Zînê Prof. Þakirê Xudoyê Muho ji aliyê dîrokî, Dr. Husên Hebeþ ji aliyê zimên, Sabah Kara142 ji aliyê dîn, M. Emîn Bozarslan ji aliyê hizra netewî, Ahmed Aras ji aliyê edebiyat û folklorê, Prof. Celîlê Celîl li ser berhevkirina nivîsara Mem û Zîna Ahmedê Xanî tevî þaxên zargotinê û Mihemmed Enwer li ser rewþa îroyînî de pêwendî û bandûra Ehmedê Xanî û Mem û Zînê li ser Kurdan dazanînên xwe pêþkêþ kirin. Teblîxeka Perwîz Cîhanî jî -herçî ku wî îmkan nedîtibû beþdarî civînê bibe- a ji aliyê civakî û fîlozofî hat pêþkêþkirin143. Komkarê piþt re dokumentên vê civînê di nava kitêbekê de çapkirine
Enstîtuya Kurd li Berlînê di navbera 24-26-ê meha 11-an a 1995-an de li Berlînê konferansek bi navê "Konferansa çand û Hunera Kurdî -Ahmedê Xanî-" li dar xist ku tê de li gel hin pirsên çanda Kurdî li ser Ahmedê Xanî jî hat rawestandin144. Hin lêkolîn û meqalên ku di vê konferansê de hatin pêþkêþkirin di hejma



Hiç yorum yok: