- Agir bi çiyan dikeve ter û hişk tevde dişewite:
Wekî bûyerek mezin pêk were û tiştên rast neyê xuyabûn. Kesên mafdar û ne mafdar têkevin rêzekê. Mînak: Dema du girse şer bikin, berê xwe didin girseyê gişî, nabêjin ku di nava girseyê de hinekî bê sûc hene. Dema hevalê mirov an yê di heman fikrê de be û şaşiyekê bike mirov jî jê xisarê dibîne.
- Agir û pîşo li cem hev nabe:
Tiştên li hevdû neke li ba hev nabin. Pişo ku mirov ji paçika bi êgir çêdike.Dema agir û paçik li ba hev bin wê bişewite. Dîsa pîşo di wateya barûdê de ye. Ku agir here ba barûdê wê biteqe. Du mirovên ku dijminê hevdû bin û ji bo kuştinê li hev bigerin mirov nikare wan li ba hevdû bihêle.
- Agirê gûr di qurman de ye:
Wekî karê hêja,mirovên bi ezmûn dikarin pêk bînin. Mirovên pîr pir geriyane pir bûyer dîtine,ji ber wê yekê jî bi ezmûn in.Ew kesana tiştan hê xweş bikartînin û çêdikin.Çawa agirê qurman mirov baş germ dike ,kirinên mirovên bi ezmûn jî bandorê li mirovan çêdike.
- Agirê xweş agirê darê hişk:
- Aqil bi peran nayê pis:
Wekî aqil bi pereyan nabe piştgirî. Aqil bi pereyan naxebite. Divê aqilê mirovan ji xwezayî de an bi azmunan û perwerdehiyê bixebite.Mirovin hene ku dewlemend in lê aqilê wan wekî yê xizanekî ne pêşketî ye.
Aqil bi pereyan nayê firotin:
Ev tê wateya ku aqil(hiş)tiştekî xwezayî ye û nayê kirîn û firotin.Mirovê çiqas dewlemend be jî dibe ku aqilê wî kêm be. Ne wekî alavekî dikanan be ku mirov here bikire. Heke aqilê mirovan bi xwe çê nebe ji xwe bi pereyan çê nabe.
- Aqil di serya de ye ne di riya de ye :
Wekî nayê wateya ku mirovên pîr bi aqil bin,lewre dibe ku aqilê ciwanan hê pir dişixule. Hin ciwan henin ku bi perwerdehiyê bi hertiştî dihesin û zane ne. Lê hin mirovên pîr jî henin ku aqilê wan wekî yê zarokekî tune ye.
- Aqil ji aqil zêdetir e:
Tê wateya ku aqilê herkesî ne wekî yê hev in.Yên hinekan pir e yê hinekan hindik e. Dîsa wekî ku fikir û raman jî ji hevdû cûda ne. Her mirov li gor xwe an li gor ku hişê wan digihîjê difikirin.
- Aqil ne li bejnê ye li serî ye :
Ev gotin jî wekî mirovên dirêj bin an kin bin nayê wê wateyê ku biaqilbin an bê aqilbin.Aqil ne li gorî bejnê ye. Dibe ku mirovên dirêj aqilê wan kêm be û yên kin jî pir be.
- Aqil taca zêrîn e li serê herkesî nîne:
Ev jî,wekî aqil pir bi rûmet e,kêm kes dikarın bikar bînin. Heke aqil hebe ji xwe ew bi xwe zêr e û zêr tîne. Tiştê ku mirov bi serdixe an mirov bi pêş de dixew dîsa aqil e û aqile pir an baş jî ne di serê her mirovî de ye di serê kêm mirovan de ye.
- Aqlê sivik barê giran e:
Aqilê sivik her tim astengiyan derdixe û nikare pirsgrêkan çareser bike.An mirovê ku aqilê wan kêm be an kêm bişixule li ser pişta mirovên din dibin bar.Mirovê nezan li ser pişta yê zane bar e. Herwiha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e.Dema aqilê wî kêm be û nezan be ,bi wê nezaniya xwe dike nava tevgerek û kar. Lê ji ber ku nezan e ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê rast tê û nikare derkeve.
- Ar ji kesê nezan re bar e :
Ar, tê wateya heya an namûs û fedîyê,ji ber wê yekê ev gotin jî tê wateya ku mirovên nezan nizane namûs çiye an fedî çiye û li kîjan deverê xuya dibe.
- Astiwêr dûn piyar hêr bîn lingûnîd:
- Aşê dîna bê av digere :
Aşê dînan an serê wan ,bê av an bê mejî digere. Heke mejiyên wan hebûya an wekî yê mirovên din asayî bixebitîya ji wan jî re dîn nedihat gotin.
- Aşiq birçî dibin qala nanê dawetan dikin:
Carinan ku mirov di dilê xwe de tiştekî bixwaze, lê belê rasterast mirov qala wî tiştî neke ,ya jî mirov tim qala wî tiştî bike. Mînak ku dilê yekî hebe xaniyekî çê bike,bi wê ramanê her tim di civatan de behsa xaniyan bike û ew li ser bala wî be.
- Av di ciyê gels de diqete:
Yekîtiya girseyan di cîhê qels de xera dibe û girse ji hevdû belav dibe.
Dîsa karek ku kêmanî tê de hebe ew kêmanî wê herku here mezın bibe an hinekî
dilnexwaz wê bi wê kêmaniyê wî karî xera bike. Dema qelş di karê mirov de çê bibe û mirov wê qelşê nexetimîne ,her ku her wê firek bibe . Rojek wê bê êdî mirov nikare bixetimîne û kar giş wê pê re xera bibe.
- Av di golê de bimîne wê genî bibe:
Divê hertişt di dema xwe de bê bikaranîn.Dema ku pêvist be divê bê bikaranîn.ku dema wî tiştî derbasbibe rûmeta wî jî namîne. Dîsa her tişt di dema xwe de hê xweş çareser dibe. Tiştin hene ku mirov di dema wî de dest navêjê wateya wî û çareserkirina wî dijwartir dibe.
- Av heta girav nebe zelal nabe:
Dema bûyerên mezin çêdibin mirov hê nû li çareseriyê digerin,dîsa berî ku tevlihevî çêbibe mirov bi hişekî rast nafikire lê dema giravî (tevlihev)çêdibe û jiyana herkesî dibin bandora wê bûyer de dimîne wê demê herkes dixwaze çareserî çêbibe û di wî warî de hewl dide..
- Av ji çiyan diherike li newalan xwe dide der :
Her tişt ji jor de(ji serê kaniyê) dest pê dike û li jêrê xwe belav dibe. Wekî ku zagonek li parlemento derkeve û bandora xwe li girseyê gel bike. Heke başiya wan zagonan hebe jî li jor xuya nabe ,dema li nava gel were pêkanîn xuya dibe û pirsgirêk xwe dide der.
- Av ji serê sikir de ziha dibe :
Cîhê ku kanî ziha bibe ava ku jê tê giş ziha dibe. Dîsa cîhê ku biryar tê sitendin bandorê li der dora xwe dike.Dema ku kargeha arvan bê girtin li dikana jî arvan nayê firotin. Ev jî wekî ku zagonên li parlemento derdikevin bandora xwe li mirovan dikje.
- Av rabû sikir û bend belav bû:
Dema ku av bi yek carê û gûr rabe û biherike bendav li ber nasekine.Dîsa dema ku girseyên mirovan bi hevdû re tevbigerin a astengî nikare li himber wê girseyê bisekine. Sikir, wekî cihok e.Bend jî bendav e,beraj e.
- Ava bîran bi tevdîran :
Ava bîra zû diqede an hindik e, divê bi tevdîr bê bikaranîn.Herwiha her
Tiştê hindik jî divê bi tevdîr û hindik hindik bi qasî ku pêwist be bê bikaranîn.
- Ava cemidî ji kaniya qut nabe:
Tiştê pak tim ji kaniya xwe derdikeve dû re xera dibe an gemarî dibe an di serî de her tişt ne gemarî ye dûre gemarî dibe.Tiştên xweş û xwerû di jêderkê de ye.
- Ava xurt serevraz diçit:
Ava xurt tu astengiya li pêşiya xwe nahêle, ji ber ku bi hêz e û herderê tije dike û dihere. Girseyên bi hêz û pir jî çi astengiyên ku derdikevin pêşberî wan, nikare bi wê girseyê.Lewre girse bi yek be û pir be çi derkeve pêş diheciqîne û dihere.
- Ava xwestî naçe serî :
Wekî ava ku xwediyê wê hebe an hinekan xwestibe naçe serî . Tiştên ku hinekî bixwaze û mirov lê bi xwedî derkeve an yê hinekî din be û mirov lê xwedî derkeve nabe yê mirov.
- Ava zelal tê de xuya ye xem û xeyal:
Tiştê zelal û paqij her tim xweş tê fêmkirin,bûyer û tişt zelal dibe mirov ji xeyalên xwe li gor wê yekê dirêsin. Ji xwe dema ku bêyer pêşiya wê ne diyar û xuyayî be kes nizane rast bifikire.Ji bo mirov rast bifikire û rast tevbigere divê mirov li benda zelalbûna wê bûyerê bisekine.
- Awig diyezi virazen qûlpûz nûn pa:
- Awk arye berd wî hama geren çemçekiwî :
- Ax û avahî nav û navdayî :
Wekî ax bi avahîyan xweş dibe,nav bi navdayînê tê bihîstin.Dîsa wekî ku axa mirov, avahiyên mirov hebin mirov navdar dibe.
- Axa bi xulam xulam bi olam olam bi tentene ye :
Axa bi xulam xwe dipesinîne,xulam jî bi yê bin xwe, xwe dipesinîne ew jî olam e. Lê olam xwe bi tenteneyên xwe bi rewşikên xwe xwe dipesinîne. Jê û pê ve tu tişt tune ye an tu kes di bin wî re tune ye ku xwe pê bipesinîne. Carinan hin miovên herî ketî ji axeyan bêhtir xwe axe dihesibînin.
- Axa jin û mêr ne ji hev be tev nagere:
Wekî jin û mêr ne ji ser axekê be,ne ji welat an herêmekê û çanda wan ne yek be li hevdû nakin.Dîsa wekî jin û mêr ne nasên hev bin bi hevre naqedînin û jiyana wan naçe serî.
- Axa jin û mêra ji hev e:
Ev gotin jî wekî axa jin û mêran ji hev ku bi hev û dû re dizewicin. Heke axa wan ne ji hev be hevdû nabînin.Dîsa wekî ku çanda wan an welatê wan ne yek be li hevdû nakin.
- Axa mala mirov ji cewahirê xelkê çêtir e:
Tiştê ku mirov zanibe yê mirove bi mirov şêrîn e.Tiştên herî xweş ,avahî û erdên herî xweş bin jî ku ne yê mirov be ,mirov zane ku rojekê wê ji dest wan here ji ber wê yekê tim bi mirov xweş e.Lê tiştê ku mirov zanibe yê mirove û heta heta yê mirov e. Wê demê bi dilê mirov e û wekî tu tişt li dinê jê xweştir tune ye.Bi taybetî ev gotin ji bo xwarinan hatiye gotin,lê wekî din jî mirov dikare şîrove bike.
- Axurê mirov ji qesrê xelkê çêtir e :
Ev gotin jî ji bo avahiya hatiye gotin ku dema ne yê mirov be nexweş e an yê mirov be ji yê biyanan û demdemî di destê mirov de be çêtir e.
- Aynê bizna kol ji ya bi qloç re namîne:
Bizina kol bizina bê qiloç e.Ji ber wê yekê bizina bi qiloç weki bi çek be û ya kol bê çek be.Mirovên bi çek jî her tim dikarin tahdeyê li yê bê çek bike lê belê zilm tu car bê bersîv namîne û tol tê hilanîn.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder