- Ba bê sebesa bidêr ba neyê guha bidêr :
Ku ba bê her tiştê ji bo libakirinê dibe ku mirov liba bike. Heta jebeş jî dibe. Lê ku ba neyê mirov guhdarî ser ba dibe. Ku dema tiştekî bikaranînê be mirov wî tiştî bikar bîne. Lê ku ne dema wî be divê mirov li bende be û guhdar be. Wekî; dema xelayê mirov genimê herî nebaş jî bifiroşe wê xweş bê firotin . lê ne xela be yê nebaş wê erzan here. Dîsa dema av tunebe li bajarekî , ava herî gemarî jî wê bê firotin.
- Ba ji tahtê çi dibe:
Wekî ba nikare ji tahtê perçe biqetîne.Ev gotin ji bo mirovên qels ku nikaribe ji yekî pir xurt tiştekî biqetîne.Mînak,mirovek tenê li dijî dewletekê şer bike û bibêje “ezê wê dewletê xera bikim”. Mirovek tenê û bê rêxistin, dikare çi bike?
- Bahra wanê bi devê tajîkî heram nabe :
Wekî mirov dev ji tiştên mezin berde û bi tiştekî biçûk bigire an mirov ji bo tiştekî biçûk tiştên mezin jî xera bike.Wekî di vê gotinê de jî tê xuyakirin ji bo çelpandina tajîkî ne hewceye ku mirov golekê gişi vala bike an mirov bibêje giş heram bûye.
- Bajarî li erdê narî :
Bajar cîhê şarîstaniyê ye,li bajara mirov hê zûtir fêrî tiştan dibe herwiha paqijî jî ji gundan hê bêhtir pêşde ye.Ev gotin li ser ku daşir li bajaran heye hatiye gotin.
- Baran dibare erd xwe dipesinîne :
Baran dibare li erdê şênahî û fêkî çêdibin ,zad çêdibin her wiha kêfa mirovan ji erdê re tê ,lê belê ne baran bûya erd şîn nedibû.Di civakê û jiyanê de ji gelek tişt hene ku yê anîne hole ne diyar in û hinerkî din ji dêleva wan pesnê xwe vedidin.
- BAR MERIVAN NAKUJE SERBAR MERIVAN DIKUJE :
Wekî ku mirov barekî hilgire û ew li gorî mirov be ,tenê mirov dikare wî barî bi hêsanî hilgire lê hinek barê xwe jî bavêje ser milê mirov. Wê demê bi tûmî mirov tengezer dibe.
- Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî :
- Başî û xerabî herdû jî di destê kesan de ne :
Başî jî ,xerabî jî mirov an kes dikin.Wekî ku mirov bixwaze dikare baş be jî dikare xerab an nebaş be jî.Mirov dikarin başiyê jî bikin û xerabiyê jî bikin.Herwiha mirov dema li xwe miqatebin wê baş bin.Lê li xwe ne miqatebin rewşa wan jî wê nebaş be.
- Bav hersim dixwe diranên biçûk kur disekinin :
- Bavê te siwara kust peya kust lê nepirse :
Wekî ku bav ,çi sivara çi peya kûştibe di dawiyê de hatiye kuştin,heke mirov kanibe mirov ne li peya ne li sivara bipirse û tola wî hilîne.Bûyerên ku biqewimin an pirsgrêkên ku çê bibin divê mirov bi piranî li çareserkirinê bigere .Heke hertim mirov li jêderkê bifikire ji xwe çareserî jî çê nabe.
- Baz bi baza, qaz bi qaza, mirîşka kor bi dîkê kulek re:
Wekî her kes bi mirove wekî xwe re tevbigere .Dîsa yên baş bi yên baş re,yên xerab bi yên xerab re dibin haval .Lê carinan tiştine ecêb çêdibe û hinek yê qet ne barê wî an nêzîkî wî be lê ew pê re bigere.
- Bazar bila li sûvê be ne li pirêzê be :
Şûv erdê ajotî û li bende çandiniyê ye.Dema bazar li ser şûvê bibe ,di rojên pêş de ku genim bê holê jî mirovê li gor bazara xwe yî berê tevbigere.Lê bazar li ser pirêzê ku genim bê çinîn û sap tenê bimîne ,wekî hertişt diqede û bazar jî nabe.Ku mirov dest bi tiştekî bike divê mirov di pêşiyê de bingeha wê xurt bike ,ne ku ew tişt derbas be dûre mirov şiyar bibe an li çareseriyê bigere.
- Bazara mal û bajêr li hav nake:
Carinan tiştê ku mirov hêvî dike û rastiya jiyanê ne wekî hev in.Dîsa wekî ku mirov li ba xwe bûyeran şîrove bike lê dema mirov têkeve nava bûyeran tiştekî din derkeve pêşberî mirov.Raman û qewimîn dibe ku ne wekî hev bin.
- Bê malê malxwê malê ,nayê malê qeda salê :
- Bê malo bê xatî bê xalo, bi malo bi xatî bi xalo :
- Bê xwedê dibe bê xwedî nabe :
Ev bi taybetî rastiya jiyan ciwaka feodalizmê ye.Di vê gotinê de wekî mirov li himber mirovan ji bo xwe biparêze xwedî hêz be an hinek mirovên din li dor xwe kom bike da ku ew mirovana lê xwedî derkevin.Bi taybetî di ciwaka feodalî de êl û malbat li hav xwedî derdikevin yê ku di nava wan êlan de be xwedî hêz in û yê himber wan,dijminê wan ji xediyê wan ji êla wan ditirse û nikare xisarê bide wan kesan.Lê gotina bê xwedê dibe. Wekî ku mirov bê xwedê jî be kes xisarê nade mirov ,tenê li wê dinyê xwedê li mirov tê rehmê.Lê dibe ku mirov li mirovan neyê rehmê.
- Bêhna diya tê ji xaltiya :
Xaltî xweha diya ye,herwiha xaltî çiqas dûr be jî tim mirov wê wekî diya xwe dihesibîne. Tiştên ku jêderka wan yek be an ji cîhekî bin ,li ku dibin bila bibin xwe xuya dikin û mirov pê dihese.
- Bêndera ku çêlek lê bigere, ew çi bênder e ( ne tu bênder e):
- Bejna heynanê her kiran lê tê:
- Bêhna fireh ji qelsî ye:
Dema ku mirov nikaribe li himber neheqiyan bisekine,hinek tê ji mirov re dibêje”tiştek nabe bêhna xwe fireh bike”lê esil ew e ku ne ku mirov bêhna xwe fireh bike ,esil ewe ku mirov ji tirsa an ji qelsi dengê xwe nake. Dema ku dibêje “bêhna xwe fireh bike”,wekî “dibêje rexneyên tund neke” an “tund nepeyîve”.
- Bela nabêje vay ez hatim :
Beriya ku tişt xera bibe divê mirov tevdîrê bistîne. Heke mirov li pêşiya xwe binehêre û mirov hinekî ku tiştên dibe ku biqewimin bifikire,belayan jî pirsgrêkan jî mirov dê hinekî kêm bike. Mînak mirov nebêje ku erebe li ser rê tune ne û mirov li nava rê birê ve here. Lê dibe ku ji nedîtî erebe bên. Heke mirov, ji serî de erebe tunebe jî, li kêleka rê birê,ve here erebe ji nedîtî jî bê pêl mirov nake.
- Besçamok bi şev digerin :
- Belengaz çûne diziyê,heyv li wan derketiye :
Mirovên belengaz tim çewtiyan li pêş xwe dibîne û ji bo ku siûda wî li hev nayê hertiştî dike pirsgirêk an hertişt dibe pirsgrêk li pêş çavên wî.
- Benîştê dêhna ji ritlê ye (Batman):
Wekî benîştê dêhna pir e,mezine.Tevger û lebata dêhna jî ecêb û ne wekî tiştên asa ye. Herwiha dema mirovin jî tiştine ne li rê û derî mirovahiyê bike ev gotin ji bo wan tê gotin. ‘Ritil’ di vê derê de ‘lîtir’ tê fêmkirin.
- Beq nequre wê bidire:
Ku xuya mirovan çawa be mirov dê tim li pey wê xuya xwe here .Disa mirov hînî çi tiştî bibe mirov tim li pey wî tiştî ye ku bide der,ne wiha be mirovê tengezer bibe. Dîsa ku mirov li ser tiştên ku difikire nepeyive ,mirov di hişê xwe de dihêle,ji bo vê yekê dibêjin “bera hundirê xwe dide.”
- Ber siya rovî de nebe bila şêr te bixwe :
Rovî ajalekî fenek e,şêr jî pir bi hêz û ajal giş jê ditirsin.Dema ku mirov li pey yekî fenek bigere dibe ku mirov têkeve dafikan,herwiha mirov wekî wî jî xuya dibe.Lê dema mirov li pey yekî mêr û bi hêz bigere,hêz ji mirov re çêdibe û mirovê bihêz û mêr jî tiştên xwe, eşkere dikin.Pêwistiyê jî bi fen û dafikan nabînin.Tiştên eşkere jî mirov li gor wê yekê tevdîra xwe distîne.Dîsa ev gotin tê vê wateyê ku mirov tiştek kir bila hêja be ,ne ku mirov bi pey tiştê hûrik keve û dawiyê jî taba mirov belasebe here.
- Berberî û nanê genim li cem hev nabin :
Berberî an fesadî, nanê genim jî namet û pîroz e .Jiber wê yekê jî tiştên pîroz û fesadî berberî li hev nakin .Yan mirov wekî nanê genim paqij be yan jî mirov bi fesadî û berberiyê bi pey tiştên ne rast bikeve. Dîsa wekî ku mirovên berberiyê dikin her tim serê wan di teşqeleyan deye. Ji ber wê yekê jî her tim xizan û belengaz in,nanê genim ji wan re biha ye.
- Berê xweha li bira ye yê bira li çiya ye:
Ev gotin raste rast ji bo kurdan hatiye gotin.Di demên berê de bira an mêr tim li çiya bûn ,di jiyan û dîroka kurdan de ev yek tim pêk hatiye.Lê belê demên berê xweh an jin tim li pey mêran bû an xwe bi birayê xwe disitirandin.Dema birayê wan jî biçûya çiyê hêviya wanzaq jî nema bi tu kesî dihat.Dîsa tê wateya ku bira tim li tiştên mezin digerin.
- Berf jî spî ye lê tam lê tune ye:
- Berfa çiyayê bilind pir dibe :
Çiyayên bilind tim sar û berf xwe lê digire.Tiştên mezin û mirovê li pey tiştên mezin digerin her tim bûyerên mezin jî tê pêşiya wan û zor li dora wan digere.
- Ber li cîhê xwe bi qedr e :
Ber wekî berê giya û çandiniyê ye. Genim an nîsk li cihê xwe bi rûmet û qedr e. Dema mirov giyayek li welatê mirov ku tê xwarin û mirov bibe cîhekî ku ew giya neyê xwarin bifiroşe kes rumetê nadê yê.
- Bertîl kevra nerm dike :
Ne hewceyî şîrove yê ye lê belê wekî tê gotin dinya li ser timahiyê ava bûye û mirov di jiyana xwe de tim li pey jiyaneke xweş û tijî hebûnê ye.Ji ber wê yekê jî hebûn carinan dixe riya xerab û tiştên neli rê jî dike.
- Berû ji kovkê der e :
Berû dema ji kovika xwe derdikeve tiştekî çihê ye ne wekî kovika xwe ye,tiştên ku nû çêdibin ji yê kevn cûdatir e. Herwiha zaro jî ji dê û bavê xwe cûda ne û tiştên nû difikirin û diparêzin ji ber wê yekê ye ku dibêjin law tim bavê xwe bi şûn de dihêle.Wekî tê zanîn mirovên ku pîr dibin ji zarokên xwe re dibêjin zarokên zemane.Hinek pîr jî dibêjin çima zarokên me wekî me nafikirin.Lê berû ji kovikê der e.
- Berû zarê bizinê ye :
Bizin wekî xwe bi berûyê tîne zimên,kul û derdê bizinê ku berûyê bixwe,dema qala berûyê dibe bizin tê bîra mirov. Dîsa wekî tembûr zarê hunermend e,bi tembûra xwe xwe tîne zimên û tiştên di dilê xwe de dide fêmkirin.
- Berxê çê di kozê de xuya ye :
- Berxê çê li ber dê bellî ye :
Berx dema têne kozê ,baş be an nebaş be ,xurt be an qels be xuya dibe.Herwiha xortên baş hê di mala xwe de xuya dibin .Dîsa tê wateya ku xortên mêr di kozika şer de xuya dibin û hunerên xw wê demê didin xuyakirin.
- Berxê nêr ji bo kêr:
Berxê nêr ji ber ku zêdayî jê çê nabe tim yê firotina ji bo goşt e. Mêr jî her tim ji bo şer û cengê ye her tim mirin û kuştin li ser wan e. Dîsa tê wateya ku berxê nêr ji bo karê zêdayî yê ye. Mêrên baş jî divê bi kêrî tiştekî bê.
- Berxê nêr ji bona kêrê ye :
- Berxê xelkê di koza mirov de mezin nabe :
Berxê hinekî din dema di koza mirov de be her tim mirov ne yê xwe dibîne û baş lê miqate nabe.Dîsa tê wateya ku çi mirov çi ajal ne li cîhê ku lê çêbûye be mezin nabe an her tim hişê wî li ser eslê wî ye.
- Bext keleha mêra ye :
Ne sond ne qesem û ne peyv tenê bext,bextê ku başiya mirovan dide nîşandayin.Mirovên baş bextê xwe xera nake û xerabiyê nake .Dema ku dibêjin filankeso mêr e,divê bextê wî rast be.
- Bextê Pêşîn warê hêşîn:
- Bextê dê cihîzê qîzê ye:
Bext (wîjdan)ê dê ku baş be ji xwe qîz wê bi yekî dilê xwe re bizewice.dema ku bi yekî dilê xwe re zewicî wê demê jî ne hevce ye ku qîz ceyiz jî çêbike. Dema dû baş be wê çeyizê qîza xwe baş çêbike. Wekî ku mirov di karekî de bixebite hostayê şagirt bi bext be û baş rê wî bide ji xwe ew jî dibe hosta.
- Bextê reş tim ê xwedî ye :
Bext an wîjdan tim yê ku hildigire wekî din tu kesî têkildar nake. Rastî an nerastî tim yê xwediyê xwe ye,li ser kesekî din nayê hesêb.
- Bextê romê tune ye:
Wekî rastiya roman tuneye, wîjdanê wan tuneye, bawerî bi wan nayê. Ev gotıneke dîrokî ye ku gelên Enedolê pir zordestî ji destê roman dîtiye wê xuya dike.
- Beza bergîlê zû xelas dibe :
Wekî bergilan bergîrê pêşbirkê tenê ji bo pêşpirkê ye û pêşbirka wan jî meda wê kin e.Him zû diherin him jî zû xelas dikin.Ev gotin jî tê wateya ku tiştên ji serî de bi lezgînî be bi lezgînî jî xelas dibe.
- Beza pisîkê heta ber kulînê ye :
Cîhê asê ji pisîkê re kulîna nivîna ye.Herkesek jî reva wî heta cîhekî ye,mîsoger wê li derekê asê bibe û bê dîtin.Her karek jî dawiyek wê heye û ji bêhn firehiyê re jî sînorek heye .
- Bi alastinê zik têr nabe :
Tiştên ku mirov dikin divê bi bingeh û hêjayî tiştekî be da ku bibe bingeha tiştinan.Tiştên hûrik tim kêm dimîne û tiştên mezin dernaxe holê.dîsa bi parîkan û bi parsê mirov bi hêsanî têr naxwîn. Bi bergera koledarî jî tu tiştek nakeve destên mirov.
- Bi çêlikê guran be, nebe biçûkê biran:
Dibêjin biçûkê bira tim yê suxreya ye û hertim zora birayên mezin li ser wan heye. Di kîjan karî de be ,yê mezin tim yê biçûk dişîne. Di civakê de jî wiha ye. Wekî girseya biçûk her tim li dawiyê ye û berjewendî her tim ji yê pir hêz re dihere.
- Bi dest bisiqitî kari xwe bigrî, bi nig bisiqitî, karî xwe bigrî bi ziman bisqitî nikarî xwe bigrî:
Di vê gotinê de jî xuya dibe ku ziman an gotin pir giring e.Divê mirov li gotin û peyvên xwe miqate be,da ku rojek bê mirov ji bo peyvên xwe fedîkar dernekeve.Di demên berê de dotina devê mirovan wekî peymanê bûye .Ji bona wê yekê mirovan nikarîbûn peyvên ne li rê bikirana an nikarîbûn xwedîtiyê li peyvên xwe nekin.Gotina mirovan dibû kesayetiya wan.
- Bi dinyê bişêwir bi aqilê xwe bik :
Ji bo karekî, divê mirov lêkolînê bike û bi gelek kesan bişêwire, lê herkes li gorî xwe ramanê xwe dibêje. Di nava wan ramanan de divê yê ku herî dikeve serê mirov, mirov wê pipejirîne. Heke dema kê çi got û mirov bibje ew rast e, mirov tu carî nagihije rastiyê, lewre hişê mirovan tewl bi tewl e.
- Bi eşqên mewîjan diçit guwîjan:
Dema mirov bi eşq ,bi xwestin karekî bike ew kar bi mirov şêrîn dibe .Wekî ku mirov bi xwestin here guwîjan ew guwîj bi mirov dibe wekî guwîjan şêrîn. Dîsa wekî ku mirov ji bona tiştekî bibîne,(mînak yara xwe) here cîhekî ku mirov demeke din neçê.
- Bi got got mirov nare cot:
Dema mirov karek kir divê mirov pir li ser nepeyîve an divê miheqeq kirin divê li pêş be.Tenê gotin nabe tiştekî.Ji bo karekî xebat pir giring e. Bi tirkî dibêjin “Bi peyvê keştiya penêr nameşe”. Ku mirov karek kir û pir bi belengazî li ser peyîvî ji xwe ew kar nameşe. Wekî mirov bê dilî xwe wî karî bike.
- Bihara xwe sil nekin, payizan xwe gêro nekin:
Bihar her tim şilî ye. Mirov xwe şil bike mirov dê nexweş bibe. Payîzan jî toz û dixan e,divê mirov xwe li erdê gêro neke. Wekî mirov li gorî demê tevbigere û ew dem çi rêbazê dixwaze mirov wê yekê pêk bîne.
- Bi hevalê xwe neken wê were serê te jî:
Dema tiştekî xerab tê serê hevalê mirov divê mirov pê nekene û mirov wê yekê baş binirxîne.Da ku neyê serê mirov jî.Heke mirov bikene û qerfên xe pê bikê û derbas be,rojekê heman bûyer bê serê mirov wê demê mirov nizane ku mirovê çi bike.
- Bi ilme melê bike bi emelê wî neke :
Mele wekî ilmdar zanîst tê hesêp, tiştên ku dibêje, dibe ku rast be lê dibe ku ew di jiyana xwe de li gor wî ilmî tevnegere ew wî ji karî berpirs e.Lê divê ilmê wî ji alî mirovan de bê nirxandin.Ev gotin jî tê wê wate yê ku mirovên zana û zanis dibe ku di jiyana xwe de li gor wî zanistiya xwe tevnegere lê zanistî jî ji ber wê yekê ji holê ranabe û nayê wê wateyê ku ne rast e.
- Bike kala bixwe mala :
Wekî ku, divê xort bi kalan re bizewicin. Lewre kal malê wan heye. Ne hewce ye ku ji nû de malê çê bikin. Lê bi xortan ra bizewice divê malê ji nûv de çêbike. Ev gotin bi awayekî din jî tê gotin. “ biki kala bixwî mala tê çi bikî ji xortê kum vala an tûrik vala”.
- Bi mezina bike cejnek berî te xwariye :
Ezmûn pir giring e. Mirovên bi temenê xe mezin xwedî ezmêûnin jî,Heke mirov tim bi mezinê xe bişêwire û bi wan re kar bike sûda wê yekê heye.
- Bi peyvê paxir nabe zêr:
Ev gotın jî tê wateya ku kirin ji peyvê çêtir e. Tişt bi peyvê tenê nayê holê. Dema mirov kar neke tu tiştek çênabe. Mirov çiqasî bi ser paxir de jî bipeyive dîsa nabe zêr. Lê mirov hewl bide û xebatê bike guherîn di her tiştî de çê dibe.
- Bi peyvekê mirov dihere cinetê,bi yekê mirov dihere cehnemê :
Ku gotinên mirov ji bo xêrê be û başiya mirovan tê de be mirov dê here cinetê lê ne ji xêrê re be miro dê nebaşiyê jê bibîne û mirovê berdêla wê bide.Divê mirov li peyvên xwe miqatebe,bi peyvekê jî gelek tişt têne guhertin.Gotinek dibe sedema qetla gelek mirovan an dibe sedema aştiyê û xweşiyê.Bi gotinekê serê mirov dikeve belayan.
- Bi pirsê mirov dihere xursê:
Tiştên ku mirov nizanibe rêyên ku mirov nizane pê de here,divê mirov bipirse,dibe ku mirov nizanibe ev ne tiştekî eyb e ,lê mirov bipirse mirovê hînî gelek tiştan bibe û mirovê riya xwe bibîne.
- Bi qasî xwe bipeyive:
Kesayetiya mirov çava be çiqas mezin an çiqas biçûk be divê mirov li gor wê yekê tevbigere.Di civakê de jî ku mirov pir li pey mirov bin ewqas hêza mirov heye.Wekî serok komarek dikare bibêje “ez dê bi filan dewletê re herbê bikim”,lê karkerek an gundiyêk nikare vê yekê bibêje.
- Bi şevê dar û devî bi guh in:
Bi şevê deng zû belav dibe.Dîsa bi şevê gelek tişt ji ber ku herkes di rehetokê de ye û deng kêm e çi deng û gotin çêbibe zû tê bihîstin.
- Bi tajiyê xelkê nêçîr nabe :
Dema mirov karek kir û mirov hacetên hinekî din bikar bîne mirov tim dibêje bila tiştek bi vî hacetî neyê.Jiber wê yekê dibe ku mirov ji wê tirse karê xwe serrast neke.Lê hacet yê mirov be bê xem mirovê bikar bîne û wê hê baş karê mirov here serî.
- Bi viran sond bixwe serî naêşe:
- Bi xweziya dest nagihîje baqê keziya :
Tiştekî ku mirov bixwaze bi dest mirov keve,divê ji bo wî tiştî xebat bê kirin.Tenê bi xwestinê nabe.Wekî ku dilê mirov bixwaze welatek ava bibe lê dema ji bo wê yekê xebat neyê kirin wê çawa ava bibe .
- Biçûka mezin neke,mezina biçûk neke :
Herkes çawa be divê wiha xwe xuya bike û mirov jî wan wisa bide xuyakırin.Ne mirov yê biçûk mezin bike ku dawiyê bibe diriyê nava piyên mirov û ne ku mirov yê mezin biçûk bike da ku dawiyê mirov poşman nebe.
- Biçûkayî dibê hêk, mezin dibe “Qaqê”:
Ku zarok dema bi çûkayî xwe li tiştine biçûk digirin û jê hez dikin ,bi mezinan pir ecêb tê. Ji ber ku ezmûn hê fireh e.Tiştên ku mirov destpê dike jî mirov pir jê hez dike û dibe ku mirov vî tiştî pir baş bibînin lê dema mirov di jiyanê de bi tiştinan dihese û ezmûn fireh dibe wê demê jî mirov hê li tiştê mezin difikire.
- Bide netirse bitirse sêrm neke :
Di jiyanê de her tim divê mirov netirse ku mirov zanime di jiyanê de hertişt tê serê mirov wê demê him bi tevdir be û him jî xebata xwe bike. Lê divê mirov ji tiştê metirsî jî bitirse, dema mirov ji tişten nebaş bitirse wê demê jî mirovê tevdîra xwe jî bistîne. Ku mirov jî tiştên metirsî netirse wê demê mirov nikare tevdîran bistîne.Tirs jî di jiyanê de divê mîsoger hebe. Divê zanebûn, tirs û mêranî bi hev re hebin.
- Bila avis be bila derengî be:
Tiştekî ku mirov pir bixwaze lê çêbûna wî tiştî bê hêvî be lê nîşanek hebe ku dê çêbibe.Wê demê mirov dibêje bila ne bêhêvî be bila bi derengî be.Çawa bi wê rojekê çêbibe.
- Bila li pê be bila li tirbê be:
- Bila avisbe kengî dizê bila bizê :
Ev gotin jî wekî bila çêbibe bila bi derengî be.Dema avis be mîsoger wê bizê wekî din rê tuneye.Dema qewimîn ber bi çêbûnê ve here mirov hêviyê xwe wiha tîne zimên.
- Bila bîr be bila kûr be :
Tiştê ku mirov dixwaze bila ew be bila hinekî cûda be. Heke mirov tiştekî bixwaze û bi tûmî tune be qet ne xweş e,lê hinek hebe an bi kêmanî hebe ji tunebûnê çêtir e.
- Bila bor buhur be bila kûr be:
Bor an buhur cihê ku mirov tê re derbas dibe. Îjar dibêjin bila cihê mirov tê re derbas be hebe bila kûr an teng be.Karekî ku mirov bike lê rê ya çêkirina wî karî hinekî bi daf ê astengî be lê wekî din çare tunebe û divê mîsoger ew kar jî bi cîh bê,wê demê mirov dibêje, de bila karê me here serî ev astengî ne pir muhim e.
- Bila ciwangê rokê bim ne çêleka sed rojî bim :
Ciwange nîşanê mêraniyê ye,çêlek nîşanê bikaranînê ye.Heke hinek ji mirov re bibêje tê bi çêlekî bimîne ez dê te sed rojî xwedî bikim,lê tu bibêje ez dê li ser xîreta xwe bimînim wê demê tenê em dê nanê rojekê bidine te.
- Bila girtiyê hepsa be bila ne miriyê gora be :
Vegera mirinê tuneye lê hêvîya vegera hevsê(girtîgeh) heye.Dema mirov ji her duyan yekî bipejirînê mirovê bibêje, girtîgeh. Wekî dibêje “divê mirov xwe ji mirinê û tiştên metirsiya mirinê tê de hebe biparêze.”
- Bila keç be bila pîr be :
Ev gotin him li ser zewacê him li ser tiştekî kirînê hatiye gotin. Dema zewacê kî dibe bila bibe li jinek bî nagere, pêşî li qîzekê digere.Tiştekî ku mirov bikire jî mirov dibêje bila nuh be an nehatibe bikaranîn.
- Bila kûçik nere ber çêçik :
Kûçik dibe ku çêçikê bixwe ew metirsî heye.Tiştê ji hevdû dixwin divê ne li ba hev bin ji serî de divê mirov hesabê vê yekê bike. Dîsa wekî ku di karekî de mirov bibêje “tu sûcê min di vê bûyerê de tune ye,bila filan tişt wiha neba ,an filankes bila wiha nekira.”
- Bila li ersa be ne li bin fersa be:
Wekî bila sax be li ku dibe bila bibe ,dixwaze bila li erşan be(ezman). Lê dema li bin ferşa be,mirî be veger tune ye. Tiştên ku bi tumî careke din venegere,mirov hêvî nake ,lê ku hêvî hebe vegere ji binê axê an ji nevegerê çêtir e.
- Bila li Xwedê xweş here, bila li evdan xweş nere:
- Bila mê be sîr qişmet e:
Şîr ji sewalên mê çêdibe,heke mê be hêviya şîr jî heye.Ku mirov bi rê yekê de here mirov zanibe ev rê dê mirov bibe cihê rast ,hêvîya mirov çêdibe.Dîsa mirov karê xwe bi rastî bike,bi bawerî bike dê rastî jî were holê.
- Bila mirov bi xwe xwedî rûmet be ne di bin siya yê bi rûmet de be :
Mirovên xwedî rûmet teqez tiştekî hêja kirine an tiştekî ku di nava civakê de hêja tê dîtin kirine lewma bi rûmet xuya dibin.Lê hinek hene ku xwe wiha xuya dikin lê bi saya hinekî din.Dema ku ap an xalê yekî bi rûmet be û ew jî bi vê yekê xwe bipesinîne wekî ji xwe re jî parê derxe wê demê divê eyb bê dîtin lewre rûmeta bavê wî an xalê wî ji wan re ye.Heke xalê mirov apê mirov an jî bavê mirov baş be di nava civakê de baş bê dîtin nayê wê wateyê ku mirov jî dê mîsoger baş be.Divê mirov bi xwe baş be da ku hinek ji mirov re nebêje vaya xwarziyê filankes e.Dema wiha bibêje ew paye ne ji mirov re ye ji xalê mirov re ye.
- Bila mirov her ser heft hewiyan, nere ser du sêwiyan:
Sêwî, an zarokên bê dê û bav. Xwedîkirina wan ne bi destê dê û bavê wan be tu car bi dilxeşî çênabe.Ne mirov dikare ji dil li wan xwedî derkeve û ne ew bi hêsanî bi ya mirov neke.Ev gotin bi taybetî li ser jinên ku diherin bi zilamên bî an xwedî zarok re dizewicin hatiye gotin.Ew jin qet nikare zarokên biyan wekî zarokên ji bedena xwe xwedî bike.
- Bila navê mirov dernekeve qûna mirov derkeve :
Ji vêya re dibêjin şohret.Mirovên şohret herkes nasdikin û bi çi awayî hatibin nasîn bi wî awayî jî têne nirxandin. Navê wan bi xerabî derketibe ,dema tiştên baş jî bikin dîsa bi xerabî tê peyvandin.Dema yek bi karê diziyê bê naskirin û deng bide,heta emrê wî hebe ew nav ji ser wî nare .Heke êdî diziyê neke û tiştên baş jî bike derketina navê wî î bi xerabî ji ser nare.
- Bila rê be bila dûr be:
Dema mirov ji bo xelasiyê li rêyekê bigere ,ew rê çi dûr çi nêzîk divê mirov pê de here.Ji bo her tiştî wiha ye dema miro bixaze tiştekî bi dest bixe mirov li rêyekê digere ,dema mirov di divê mirov nebêje ev zor e an dêr e,rê rê ye.
- Bila rûyê mirov bi êse bila serê mirov ne êse:
Di serî de karê ku mirov nikaribe bike ,mirov bibêje başe,ne ku karê mirov nikaribe bike ê mirov bi derewan bibêje ez dikarim .Dawiyê mirov fedîkar derdikeve û serê mirov dikeve teşqeleyan.Ji serî de miro hinekî serê xwe biêşîne û mirov hinekî di berxwe bide dawiyê serê mirov naêşe.
- Bila sihûda mirov hebe, bila alîkî mirov tunebe :
Siûd baweriyek e. Ji hinek mirovan re siûd hertiştî tîne pêşiya mirov. Dema siûd xerab be her tişt bi hêsanî ji mirov re bi xêr digere ,lê dema xerab be her tişt ji ber mirov winda dibe.Heke mirov seqet be jî siûd hebe wekî mirovên saxlem mirov dibe xwedî mal û milk.Ev jî baweriyeke di nava mirovan de.
- Bila sêrê sûvê be bila ne qopqopê bênderê be:
Qop qop ji bo navê çekê hatiye bikaranîn. Pirsgirêkek ji bo erd be li ser şûvê hê hêsan tê çareserkirin.Lewre li ser şûvê hê tiştekî ji erd hatibe tuneye li holê.Dema bigihîje ser bênderê û tiştê ji erd hetibe li holê be hê pir çareserî û parkirin zor e.Tê wê wateyê ku bazar ji serî de saxlem be û bi cîh bê kirin baş e.Dîsa divê bazara her tiştî li ser çibe,li wê derê bê kirin ne li cîhekî din, an kar xelas bibe mirov bibêje de ka em bazara xwe bikin.
- Bila şîn di malan de be ser ne di malan de be :
Şîn an şûn ,wekî şûna hinekî mirî. Dema hinek dimirin li şûna wî ,li dû wî tazî tê kişandin wekî tiştê dawiyê tê peyvandin û gotin.Lê şer dema di malan de be her tim metirsiya mirin û kuştinê heye.Ji ber wê yekê gotine ku şîn ji şer çêtir e.
- Bila tu xwîndar bî ne deyndar bî:
Xwîndar jî wekî,mirov hinek kuştibe û deyndarê xwînê be. Dema mirov deyndarê xwînê be canekî mirov heye ku mirov bide ,lê deyndarê diravan an milk be û tunebe mirov bide hê zortir hatiye dîtin û ev gotin hatiye gotin.
- Bila zikê mela bel be bila gîha û pel be:
Mela yê berê tenê bi xwarin û zikatê xwe xwedî dikirin û bi wî awayî peyvîr dikirin xwari tunebûya wan jî peywîra meletiyê bi cîh neditanî.Ji ber wê yekê jî gundiyan zikê wan têr bikira bes bû.Çi bida wan bila bida wan bes ew xwarin bûya.
- Bila zikê mirov têr be bila qalikê dêr be:
Dema mirov birçî be ,her xwarin bi mirov xweş e.Qalikê daran be jî mirov bixwe zikê mirov tijî bibe wekî mirov nan bixwe mirov dikare tev bigere.Wekî dibêjin “kevir xiste ber dilê xwe”
- Bilind nefire tê nizm bikeve:
Divê mirov bi derewan xwe mezin neke .Heke mirov xwe bilind bibîne û ne wiha be wê rojekê derew bê fêmkirin û mirovê dîsa were cihê xwe î berê ,mirovê nizm bikeve ûciwak wê mirov biçûk bibîne.
- Bira bira ye hesab li dera ha ye :
Di bazirganiyê de bazar divê bi heqî be çi bira dibe çi mirovên din dibe mafdqrî divê li pêş be.Bira be jî divê mafê keda xwe bi erzanî mirov nede kesî.Lê biratî jî li alîkî divê bê parastin.
- Birîna bi xwe kira derman nabe:
Tiştên ku mirov bi xwe bike mirovên din bi hêsanî nikare tevlê bibe.Lewre xerabiya ku mişrov bi xwe jî bike kesê sêyemîn dibêjin: “wî kiriye qey jê re baş e.”
Dema hinekî din xerabiyê bi mirov bike mirovê wî kesî tawanbar bike li dadgehê jî wê yekî tawanbar bê dîtin û cezakirin lê kes tunebe ceza jî ji kesî re nayê birîn.
- Birîna li hevalan tîra li kendalan :
Ku birîn ne li bedena mirov be,mirov naêşe. Çiqas mirov bibêje heval jî dîsa wekî birîna xwe mirov tênagihîjê û bedena mirov naêşe.
- Birîna xwe bi destê xwe derman ke:
Wekî herkes karê xwe bi destê xwe bike,karê xwe î ne di rê de jî divê mirov bi xwe rast bike, nexwe hinekî din bê karê mirov rast bike dibe ku berjewendiyên xwe bifikire.Birîna mirov be jî mirov bi destê kesî ve bernede û bi xwe derman bike.
- Birîndar bi birîna xwe zane :
Zordestî li kê bê ew zane ku kî dike.Nebaşî,xerabî ji ku gihaştibê ew kesê ku gihaştiyê zane. Kê çi tiştê baş an nebaş kiribe ew zane wî çi kiriye. Kesê sêyemîn nizane ku wî çikiriye. Dema qala wî tiştî jî bê kirin ew keserê dikişîne,lê yên derî wî nizane ku ji bo çi keserê dikişîne.
- Bitrî ji gayê cot re namîne:
Bitrî, ji ser hişê xwe çûyîna bê bingeh e. Dema hinek dewlemend dibe ji ser hişê xwe dihere û neheqiyê li mirovan dikin wekî ku tu car nemire. Lê yê ku zor lê tê tu car jibîr nake û heyfa xwe jê hiltîne.
- Bixwe bi gurîkî rabe bi mêrikî :
Wekî dema mirov xwar li deverekê ,mirov xwe wekî guriyan bike û dema mirov rabû jî wekî mêran xwe xuya bike. Dîsa wekî ku dema mirov xwar mirov bi guriyan re bixwe lê dema mirov tiştek kir bi mêran re bike.
- Biye ar kist est mûna zûn xû engilira vet:
- Bizin bi dizî gon dixwe eskere dizê :
Tiştên bi dizî mîsoger rojekê derdikeve holê,tu tişt heta qiyametê veşartî namîne.Çiqas mirov tiştan veşêre ,wê rojekê ewqas mezin bibe ku neyê veşartin. Tiştên ku mirov dike dibe ku di serî de veşartin pêwist be,lê dema wî bê divê mirov derxe holê an bi xwe derdikeve holê.
- Bizin bizin e berê ciyê xwe bikol dike dû re mexel tê:
Divê hertişt bi sazûmanî be,çi kar çêbibe di serî de rê û rêbaz jê re dive,dû re çêkirin û rastîya çêkirinê. Mirov jî divê dema rûnişt an rabû an jî karek kir,divê bifikire û bi ewleyî tevbigere,bi zaneyî tevbigere.
- Bizina kulek û şivanê bezek tev digihin ber derî:
- Bûk li hespê ye kes nizane risqê kê ye :
Tişt heta dema wî neyê kes nizane wê çawa bibe.Tiştên ku pêşiya wan ne diyar be divê li ser şîroveyên şaş neyê kirin an gotinên derew û tûj an qûtayî neyê kirin. Ev gotin ji bo bûyerên ku pêşiya wan ne diyar an mirov nizanibe wê çawa çê bibe hatiye gotin.
- Bûka Salê qesmera malê :
Bûka ku hê salek wê be li malê fediyok e. Ji ber wê yekê jî yên malê giş dixwazin rê bi berxin an henekê xwe pê dikin. Mirov di karekî keve di serî de bê ezmûnî mirov tengezer dike û carinan mirov dibe pêkenokên mirovan.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder