4/15/2011

GOTINÊN PÊŞIYAN - III -


  • Car caran tîne, gayê reş baran tîne:
 
  • Carinan dims rûn e, carina qetil xwîn e:
 
  • Ceh qet nebûye genim :
 
Tiştên di xwezayê de cîh digirin giş ji hevdû cûda ne,lê hinek tişt hene ku dişibin hevdû ,hinek tişt jî hene ji hevdû pir dûr in û mirov qet wan nikare bide ber hevdû.Mirovên baş û nebaş,mêr û jin ,zarok û mezin,rastî û derew hwd. 

  • Cêr nû ye kes nabêje heqê wî çi ye: 

Cêrê ku mirov nû dikire herkes ava wê ji ber ku cemidiye vedixwe. Lê kes nabêje te bi çi kirî. Lê dema kevn dibe ava wî germ dibe,îjar yê ku dibêje te biha kiriye,yê ku dibêje cêrê te nebaş e. Tiştekî ku mirov nû bikire herkes dixwaze sûdeyê jê bibîne û di serî de baş e. Lê dema ku kevn dibe kes bi kar nayne.
 
  • Cîhê destê te heriyê lingê xwe jî têxiyê :
 
Dema mirov ji bo pirsgirêkekê çareser bike,mirov li qulpekê digere an li çirûskeke ku wê çareserî çêbibe digere,dema mirov wê çirûskê dibîne mirov xwe lê dişidîne,ku mirov bi serî girt dawiya werîs wê bi xwe bê an mirov destê xwe xist qelşê, mirov piyê xwe jî têxe bin erda ku careke din neyê girtin. 

  • Cilê terziyan tim qetiya ye:
 
Wekî mirovên pîşekar tim hewl didin ku karê xwe î pereyan tîne bikin,tiştên pera neyne guhê xwe nadinê.Ji ber wê yekê jî tim tiştê pereyan neyne bi derengî dixin û dibêjin: yê min hêç e,bila ez yê mirovan xelasbikim ,yê min dûre.Lê her ku yekî xelas dikê yekî din li pey tê.
 
  • Cinet û cahnime di bin lingê dê û bavan de ye:
 
Yê ku mirov anîne dinyê û bi hezar pêkûtî û zahmetî xwedî kirine û mezin kirine,mafê wan pir li ser mirovan li ser zarokên wan hene .Ji ber wê yekê jî divê mirov rûmetê bide dê û bavê xwe.
 
  • Ciwan miş e ne lê şêrîn û kitkite ne:
 
  • Cîranê xerab mirov dike xwediyê her tistî :
 
Cîranê mirov an yê ku li dora mirov xerab bin, wekî ne jêhatî bin û mirov hinekî jêhatî be mirov dê her tim ji wan mezintir û baqiltir xuya bibe. Dema mirov ji wan baqiltirbe ew kesên nêzîkî mirov dê hertiştî bi mirov bişêwire, heta mirov di nava wan de wekî serok jî dikare xwe bide pejirandin, ji ber wê yekê jî mirov dikare bibe xwedî erk û gelek tiştên din.

  • Ciwanekî biavêjin reşiya, pîrekê biavêjin xweşiya:
 
  • Ciyê tîr hundirê kevan e :
 
Her tişt di cîhê xwe de sûda wî heye. Dema tişt di cîhê xwede neyê bi kar anîn rûmeta wî tûneye.Wekî, kaset tûnebe teyb ji tiştekî re nabe,derî tûnebi kilît ji tiştekî re nabe. Herwiha tîr tûnebe kevan ji tiştekî re nabe û kevan tûnebe tîr ji tiştekî re nabe. 

  • Coka av tê re çûye wê hertim tê re here:
 
Wekî: ”Rê û rêbazên xwezayî bi hêsanî nayên guherandin”. Herwiha rê û rêbazên civakî jî nayên guherandin. Heke mirovan tama tiştekî sitendibin, bi hêsanî dev jê bernadin. Mînak, ku mirovan tama serxwebûnê stendibin bi hêsanî dev jê bernadin. Lê tama wê yekê nestendibin bi doman an bi dil doza wê yekê nakin.
 
  • Cot bi gayê pîr nabe :
 
Jibo karekî divê hertim mirov tiştên nûjen bi kar bîne . Tiştên kevn her tim sûdeyeke baş jibo karekî bi rê û pek nade. Ciwanî hertim nûjeniyê bi xwe re tîne û ciwan her tim bi hêz in.
 
  • Çap bi pir send in:
 
  • Çavê kul ji yê kor çêtir e:
 
Çevê kul hêviyeke ku rehet bibe heye,lê çavê kor tu hêvî tune ye û bi tûmî qediyaye tu sûdeya wî jî tune ye. Wekî mirovên ku kar qet nekin û mirovên dikin lê bi kêmanî bikin.Ji xwe yê bi kêmanî bike ji yê ku qet neke çêtir e.
 
  • Çavê li deriya xwelî li seriya:
 
Çavên ku her tim li deriya be da ku xwarinekê jê re bîne û ew bi xwe hewl nede ku xwarinê bi xwe çêbike an bidest bixe ,ew çav xerabe û bi kêrî tu tiştî nayê.Mirovên ku bi hêza piyan xwe xwedî dike her tim li ba ciwakê bi rûmet e. Dîsa wekî ku mirov doza xwe ,mafê xwe bi destê xwe biparêze û bistîne,ne ku mirov ji hinekan hêvî bike û li cîhê xwe rûnê.
 
  • Çavê nalbenda li simê hespan e :
 
Ji ber ku herkes li karê xwe difikire,ew karê wî tim di hişê wî de ye ku mirov qala çi bike ew disa peyvê tîne ser karê xwe. Yê nalbend jî hespekê li ku bibîne li nalên wî dinehêre dibêje hela nalê wî heye an na ,dibe ku nalê wî tunebe ez çêbikim.
 
  • Çavê şeliqî ji yê kor çêtir e :
 
Çavê şeliqî yê kul e, yê kul jî ji yê kor çêtir e. Tiştin hene ku hebûna wan î bi nêvî an bi kêmanî ji tunebûnê çêtir e.

  • Çavek kor be, mirov destê xwe dide ber yê din:
 
  • Çax ji çaxa fedî nake:
 
Roj û dem her tim diherike û tu kes nikare bisekinîne.Tiştên di demekê de dibin,demek din ku tê wî tiştî derw derdixe an rastî bi xwe derdikeve holê. Çax an dem ji hevdû fedî nake lewre careke din nayê ba hevdû. 

  • Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro bi xwe kiro:
 
Mirovên çêyan jî dikin ji bo xwe dikin an başiyê bikin ji bo jiyana wan baş e.Her wiha xerabiyê jî bikin ew jî ji bo jiyana wan ne baş e. 

  • Çêleka stewr bê şîr e:
 
Tiştên li ber çavan ne hewceyî şiroveyê ye.Tiştên xuyayî ne hewceyî nîqaş û tevliheviyê ye. Heke çêlek stewr be,ne avis be şîr jî nade ev tiştekî xwezayî ye kes jî nikare biguhere. Herwîha rastiyê jî kes nikare biguhere.

  • Çêleka rêxok garanê xera dike:
 
Di nava girseya mirovan de hinekî guh li mirovan nekin û tiştên nebaş bikin an li derî rêzê tevbigerin ,bê gûman girse giş pê nerehet dibin û giş pê tawanbar dibin.
 
  • Çêlikê guran ji mirov re nabin bira:
 
Gur her tinm ji mirovan ditirsin û mirovan wekî neyar dihesibînin. Mirov jî guran wekî mirovxur dibînin. Ji ber wê yekê gur û mirov li hev nakın û nabin dost û bira.Tiştên di zagona xwezayê de li dijî hevdû bin li hevdû nakin.
 
  • Çêlikê maran bê jar nabin :
 
Mar wekî tê zanîn bi jahr in,herwiha çêlikên wan jî bi jahr in.Mirov ji vê gotşinê dikare şîroveyeke wiha derxe ku zarokên mirovên ne baş an mirovên baş jî dê nebaşî pê re hebe an çiqas baş bin jî wê tiştekî ji bavê xwe hilîne. Damarek wî zarokî mîsoger wê wekî yê dê û bavê xwe be. 

  • Çerxa felekê geh li jêr e geh li jor :
 
Çerxa felekê jî tiştekî xwezayî ye û li ser herikandina roj û şevê hatiye gotin.Stêrk û dinya her tim li dora tavê digerin guh nade kesî her tim digere.Rojek tê ji hinekan re başî ji hinekan re xerabî heye ,roja din jî berawajî wê tê holê.
 
  • Çêya berdin bila herin xeraba bigrin bila nerin:
 
Mirovên çê her tim tiştên çê dikin û difikirn. Ji ber wê yekê bi ewle nin.Lê mirovên nebaş bê ewle nin divê her tim mirov lê miqate be da ku tiştên xerab nekin. Mirovên çê dema azad bin ji xwe çêyan dikin,lê mirovên xerab dema mirov wan bêxwedî berde tiştên nebaş ji wan çêdibe.
 
Çi bi çerçî re be wî difiroşe:
 
Çi tê serê mirov ji zimanê mirov e:
 
Hin mirov hene bi gotinan gelek tiştan tevlîhev dikin, heta gotinên wekî serokkomaran carinan dibin sedema şer û aştiyan. Gotin jî bi ziman tê gotin dema mirov nizanibe li gor civakê bipeyive serê mirov dikeve belayan

  • Çi li şîrê, wir li pîrê: 

  • Çiqas serê mirov mezin dibe çavên mirov ecêban dibîne :
 
Serê mirov ji zaroktiya mirov pê de mezin dibe û her ku mirov mezin dibe mirov fêrî jiyanê dibe,mirov di jiyanê de tiştên ecêb dibîne. Dîsa jibo ku mirov pir tiştan bifikire an pirtûkan bixwîne jî mirov tiştên tewl bi tewl dibîne, mirov fêrî gelek tiştan dibe.

  • Çira herkesî pêxistî namîne hete sibehê:
 
Dema ku zarok nû ji dayika xwe çêdibin wê şevê mala zarok çira xwe pêxistî dihêlin heta sibehê. Herwiha dema şîn,miri di malan de çê bibe jî çira heta sibehê pêxistî dimîne. Ev yek tiştekî taybet e û herkes vê yekê pêk nayne,yê ku van bûyerana di serê wan de bê pêk tînin. Ev gotin jî tê wateya ku herkes li bûyerên şadî û xerabiyê rast nayê .
 
  • Çira ji koran re, def ji keran re fêde nake:
 
Çi tişt hene ku mirov ji ehlê wê re bibêje fêm dike, heke ne ehlê wî be û jê re ne pêwistbe naxwaze fêm bike.Dîsa tiştin hene û ne gengaz e ku hin mirov an ajal jê sûdê wergirin, mîna kor û çira. 

Çiya bi çiya nakevin, çav li çava dikevin:
 
Çiya her tim di cîhê xe de disekinin, lê mirov tim digerin çi dem derbas bibe dibe ku rastî hevdu werin. Ji ber wê yekê jî divê mirov li gor wê yekê tevbigerin û hesabê hevdîtinê bikin.
 
  • Çiya bilind e, dorê bajar û gund e:
 
Çiya bilind e li ser bajar çê nabin lê ji ber bilindahiya wî û xweşiya wî şênahî li dorê çê dibin. Mirov dikare bibêje ku mirovên qedirbilind jî mirovan li dor xwe kom dikin û disitirînin. Mirovê mezin an serok girseyên gel li dor xwe kom dikin. 

  • Çiya çiqas bilind be wê rojekê bikeve bin lingê mirovan:
 
Mirov dikarin her tiştî pêk bînin û dikarin herin cîhê herî bilind. Herweha tişt çikas mezin bin jî di demên pêş de dibe ku tiştên mezintir derkevin û ew têkeve ber piyan. Her ku dem diherin tiştên kevin winda dibin, tiştên nû bi rûmettir dibin.
 
  • Çiya çiqas bilind be wê rojekê rê pêkeve :
 
Ev jî tê wê wateyê ku mirov dikarin herin herderê û tiştên herî mezin dûr jî wê rojekê mirov wan bi dest bixin. Mirov çiqas xwe mezin bibîne û mirov çiqas xwe ji hin bûyeran biparêze wê rojekê bê ba mirov.
 
  • Çiya diguheri ehlaq naguheri:
 
Tê wê wateyê ku ehleq,sinc ji serî de çi be heta dawiyê ev e.Pir zor e guherîna wî.Çiya bi milyon salan nayê guherîn. 

  • Çiyayê bilind bê ba nabe, newalê kûr bê av nabe :
 
An çiyayên bilind bê dar nabin, çiya bê ba nabin. Çiya sape nin dar û ber bi hêsanî lê mezin dibin, çiya cîhê dar û ber û nebatanin. Newal jî cîhê şênahî û avê ye, av ji serê çiyan tê di newalan de derdikeve.
 
  • Çiyayê dihejin xerab nabin:
 
Çiyayên dihejin an mirovên di ber xwe didin di jiyanê de baş tê ditin û li jiyana xwe xwedî derdikevein. 

  • Çiyayên bê gul mirovên bê dil herdû jî yek in:
 
Mirov hezkirî be bi dil be,di jiyanê de ji tiştekî hez bike ew ji mirov re dibe hêza jiyanê. Divê mîsoger tiştekî ku mirov jê hez bike hebe nê wîha be jiyan wekî bê xwê be. Jixwe çiya jî bê gul be navê wî nabe çiya wê demê tenê navê wî dibe ax.
 
  • Çûna gayê nezan li serê çêlekê siwar dibe:
 
Mirovên nezan her tim li ser pişta mirovên zana dibe bar. Mirovên zana dema ji hevalên xwe an derdora xwe tiştan bide fêmkirin wê mirovên zana pir bibin her wiha barê ser milê wî jî sivik dibe.

Hiç yorum yok: