4/06/2011

Nıvisȇn Dirokȋ


Nıvisȇn Dirokȋ

Ahmedȇ Xani

Mir Celadet Ali Bedirxan (Herekol Azîzan)

Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin

Zilamek û zimanek

Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne.
Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin.

Me got zimanên mirî zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.

Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbne hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.

Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.

Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye. Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi tenê zanayan pê dizanîn û di kiniştan de tewrat bi vî zimanî dihate xwendin.

Herçî cihî bi zimanên din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.

Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn. Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendawar dibû û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.

Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehûda hebû. Kurê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrên zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiqlalên xwe. Yehûda bi van bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihî ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin.

Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: divêt cihî vegerin welatê pêşiyên xwe, welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têkde pê baxêvin. Ev ziman jî zimanê pêşiyan, zimanê ibranî ye.

Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê, qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.

Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû. Elyêzer ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn e. Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiri bû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.

Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû bû. Niho diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike. Ji bo çandina tovê xwe jê re zeviyek diviya bû. Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê. Bi vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda bi rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştine erdê Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.

Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehoda gote jina xwe, ji niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihî wek miletine din bû xediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.

Yehûda û xelkê mala wî di zîvariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji fikirine mezin re fedakarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.

Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan jî peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina ibraniyê jî kirirn.

Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên ko di zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê ibranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî. Ev ziman îro di Felestînê û di rex erebî û ingilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.

Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête pê.
Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye. Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin. Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.

Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û pişre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.

Belê ji van kurdan re divêt, gava derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.

Hawar, hejmar 40, Şam, 28ê Şibatê 1942

Ehmedê Xanî kî ye?

Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:

Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.

Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî.
Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.

Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran

Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan


Ji Eqîda îmanê:

Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam


Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.

Li gor atiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:

Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit

Şerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane

Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim

Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim

Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb

Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî nezerbaz

Dilber li Memî bikin girînê
'Aşiq bikenin bi derdê Zînê

Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wê me dused renc

Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e

Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî şirîn e

Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e

Mehbûb û libas û gûşiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e

Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me

Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî


Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.

Xwe Binas

Belê xorto xwe binas, lê ne ser pelekî, xwe qenc, bi dehkere û bingeh binas.

Xorto! Heke te hejmara Hawarê a pêşîn xwendiye, divêt bizanî û bête bîra te ko min ji Hawarê re bi vî deng û awayî dest pê kir û di xêza wê a pêşîn de gotibû:

»Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Herkesê ko xwe nas dike dikare xwe bide nas kirin (»Hawar«, sal 1, hejmar 1, rûpel 1, yekşemb, 10-ê gulana 1932-yê).«

îro ez vedigerim ser vê gotinê. Tu îro ji berê ji wê çaxa ko ev xêzên ha hatine çap kirin xwendatir û zanatir î. Belê ezê îro van gotinan ji te re rave kim, ji hev derêxînim û mana wan bidim zanîn û te ji te re bidim nas kirin. Da ko tu, hon bi tevayî, bikarin xwe ji biyaniyan re, ji cîhanê re bidin nas kirin.

Heyina te, heyina miletê te, tenê bi hatinnasînê tête pê. Hetanî ko tu meyî nas kirin, xwe medî nasîn, di nav koma miletan de cihê te nîne.

Ev kitêboka ha ji bona vê yekê hatiye nivîsandin. Belê armanca wê ev e: Te ji te re dan nas kirin.

Tu kî yî ? Ji kîjan milet û nîjadî yî? Zimanê te çi ziman e? Tu berê çawan bûyî? îro di çi halî de yî? Jê çawan dikarî bifelitî?

Qenc bixwîne, rind bala xwe bide, hin berên wê jiber bike. Paş ko te ev xwend û seh kir, nas û hevalên xwe re bide xwendin û ji nexwendiyan re bi xwe bixwîne û bide zanîn.

Heke te holê kir, bi gotin û pendên min ve çûyî, tu xortê min î, xortê miletê xwe yî, sezayê şabaş û pesn î. An ne... ji xwe destên min ji te dibin.

PENDÊN AYÎNA KURDANIYÊ

Xorto! Jîna te, jîna miletê me bi her awayî rojeke qewimandinê ye. Lê ev roj ne mîna rojên din e. Saetên wê ne bîst û çar lê bêhejmar in, roj tê de bi carên bêpîvan diçit ava û hiltêt.

Tu di roja qewimandinê de zayî, tê de dijî, heye ko di wê rojê de bimirî jî. Ji xwe tu ji jînê bêtir ji bona mirinê hatî dinyayê.

Ev jîn ji me re gerek e ji bona ko em di dema xwe de wê bidin ber çavê xwe û bimirin.

Xorto! Tu çêliyê miletekî kevn, nijadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurê kurdan, neviyê medan, dahatiyê ariyan î. Lê îro ne tu yî, dîl î, reben û belengaz, jar û qels, dewletek î û bindest î.

Lê te sond xwariye, li ser bext û xencera xwe. Sibe tu yê aza serefraz, bextiyar, kamiran, serdest û bi serxwe bî. Te ev rê ji xwe re bijartiye û tê re diçî. Hêj gelek neçûyî. Tenê çend sal in ko tu tê de yî. Carinan diçî, carinan disekinî şaş dibî, ecêbmayî dimînî, li dora xwe dinihêrî, xwe bi tenê dibinî, didî nependiyan.

Ev pêlek e em tev de bi riya çiyakî asê ve diçin. Herçend em ji cihê xwe ê pêşîn dûr dikevin hawîr, çarnikar fire dibin, ba tê de xurt e, pêşiya me pê da bandev û bahos.

Belê rê, rêke asê, bi kevir, pêşiya me lat û ferşinin zinar, kop û gaz in. Lingên me de ne sol, ne pêlav dimînin. Carin hene, em kirasên xwe diçirînin û ji lingên xwe ên birîndar re pê reşkan çêdikin.

Bi destên me re çîmên hesinîn hene. Serên wan dikevin kuç û berên rê. Ew wan dialêsin, bi rê va û pê ew kurt dibin, em di ser wan re ditewihin, pişta me duta dibit. Lê herçend çîmên me kin, piştên me duta dibin reya me jî ewçend kurt dibit.

Rojin hene li me tarî ye, roja me girtiye. Lê em bi rohnahiya dilên xwe hawirdora xwe dibînin.

Şevin hene xew li me diçit, lê em di hişyarî û di ramana armanca xwe de canên xwe divesihînin.

Xorto! Te ji dîroka miletê xwe, karek li ser xwe girtiye.
Ew barekî giran e. Ji xwe barên giran para mêran, para mêran barê giran in. Te ew li pişta xwe kiriye û daye kaşa çiyayên ko bi rê ve bilindtir û asêtir dibin.

Di wan de, ne bervarine şeverê, ne jî sop û rêça pêşiyan diyar in. Em bi xwe, bi ling, dest û neynokên xwe di wan kaşan de rênin nû vedikin şopa xuşînok û dewlikan dihêlin û pêş de diçin.

Di paş me de karwanekî dirêj, rêwiyên bê hejmar hene ko di wan neqeban re dê biborin.

Herçend hildikişî û ji deştê dûr dikevî, diwestî, lê ew çend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhire, tiştinin welê dibînî ko bi te nenas in. Ji dûr ve leylanan de, dinyake nû, ji bo te nû bi xwe kevn lê jibîrkirî, dibînî.

Ew der gulistan, gulgeştek e. Tê de avên zelal diherikin, mêrgên rengereng wek keskesorên ezmanî diçirisin. Darên wê tev kesk û bişkivî ne, xelkê wê delal, ciwan û xurt, herçî mêr zava herçî jin hêj nû bûk in. Ew dinya tu bi xwe yî, ew kurdanî ye.

Carinan lingên te dişemitin, dikevî xwîşeyan, di şawan re diçî, di ber zandoran re disekinî, li kûriya wan dinihêrî. çavên te şevereş tên, xilmaşî dibî, dilê te jibîr ve diçe, pêlekê li wê dimînî. Erd qelaç e, şînahî ne diyar in. Di dora te de tenê çend pel tihnav hene. Bi bihna wan di xwe dikî der, hişyar dibî û didî rê.

Xorto! Te berê xwe daye mizgefteke welê ko ji awîze û fanosên wê tenê rohniya xweşiyê diherike. Tu tê de di rohnî û tariyên wê de bi xwe bihesî bîr bibî, bîrewerî heyina xwe bibî. Tu ê bizanî ko heta niho neyînê de bûyî.

Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e, kurdanî ye, Kurdistan e. Armanca te li ber te sekinî ye. Di şeklê mirovekî de ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî.

Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parûhan hertiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berpaş diçit. Laş di cihê xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. Ji ber ko ji aliyekî pêş ve, ji aliyê din paş ve tête kişandin.

Tu zanî çira xorto? Lewma ko herdu ling ne yek in. Navbera wan de yekitî nîne. Divêt, tu bixebitî van herdu lingan bi aliyekî ve bilivînî.

Xorto! çarnikar girtiye. Di aliyên rojhilat, rojava û nîvro de sê miletên din hene. çav û guhên xwe bel kirine li te fedikirin. Lê ne ji bona qenciyê. Hersê jî dijminên te ne.

Tu îro di bin nîrê wan de yî. Te dişidînin. Bi xwe ditirsin. Ditirsin ko serê xwe rakî. Ji xewa xwe a giran û kevn hişyar bibî û hertiştî bîr bibî.

Belê tu hêj ciwan î, zaro yî, nezan î, hov î. Lê bi xurtiya milên xwe bi wan dikarî. Ew gihaştî ne, pîr in. Mezin zexm û xurtirbûna wan nemaye. Her weko tu zêde bikî ewê kêm bikin. Gava pelên direxkan şîn dibin, yên darên kevnare diweşin. Digel xurtiyên xwe ditirsin. Ji ber ko xurtiya wan derewkî ye. Bi top û tivingan e. Lê bi xwe bi laş û canên xwe kal û komik in.

Belê xorto ew dixwazin ko tu ji wan re bibî xoşikî. Kirine serê xwe te daxewin. Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te ve bikin. Da ko tu nekarî kurdaniya xwe bi lêv bikî. Lê tu metirse. Ew nizanin ko avên erdê bi ziwakirina pingavên rûyê erdê naçike.

Dîsan nizanin ko kurd ne avzem in, kanî ne. Bi dagirtina çem û robar bête girtin jî serê kaniyê nayê. Ew dizê û di ber bendan de dipingire, rojekê li wan tête hev di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiweşîne.

Xorto! Tu ji bona hişyariyê dixebitî. Milet nivistiye. Di xew de ye. Ji lewra tête kuştin. Yên te di xewê de bûn. Ewan bi ser yên te de girtine. Ma mirovên hişyar ko di xwe dikin der têne kuştin.

Xorto! Reya te dirêj, armanca te hêj dûr e. Lê tû bi rê ketiyî. Herçî ko bi rê dikeve digihe jî. Armanca te aramanca çend nifşan e. Ne tenê armanca te û nifşa te. Gelek rêwiyên din dê bên û bidin ser şopa te. Her rêwî riya armancê kurt dikit. ê nu ji wê dest pê dikit ko pêşiyê wî li wê hiştiye. Rêya te ji ya nifşên din asêtir e. Ji ber ko gîsinê xwe dikî erdekî welê ko hêj tu gîsin lê neketine. Zeviya te beyar e. Divêt gîsinê te ji pola bit, destê te hesin.

Xorto! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her milî erîş. Di hundurê kelê de şerekî din, bê eman û ji ê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hev du re ye. Di mal de jî dijmin.

Herê Xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e, berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin. Di nav xwe de em çend ber in. Berekî kiçik serê xwe daniye li ser sînga milet, li hilavêtina dilê wî guhdar bûye û ji xwe re bê den...?

Berekî din heye, li wan temaşe dike. peyayên vî berî dibînin ko wan tiştek aniye pê û hero ditînin. Li wan didexisin. Hingê ew jî dil dikin tiştekî bikin. Lê mîna tiştê çêkirî an jî çêtir nikarin bînin pê. Lê heye ko bi awaki arîkariya çêkiroxan bikin û ê çêkirî pêşve bibin û bi ser xin. Lê dexsa wan nahêle. Ax ew jana xedar bi pêsîra wan girtiye, wan diêşîne, dikuje.

Ji ber ko çênekirine û nikarin çêkin, naxwazin ên din jî çêkin. çiko ji wan re ne pesn e, ji wan re pê tu nav û deng çênabe. ê holê çavê xwe didin xirabiyê. Ji nekêrhatiya xwe bi tevr û bivir li ser avahiyên ko hinekî din lêkirine, radibin. Li wan dikevin, lê bivir û tevrên wan ne li avahiyan lê li ling û ejnûyên wan dikevin.

Tu zanî Xorto ew wek çî û kî ne?

Ew mîna wî mirovî ne ko serê xwe di ser stoyê xwe re tewandiye û li sînga ezmanê zelal tif dike. Tu bi xwe bîr dibî ne, ko gilêz li wan vedigere û dikeve rûyên wan. Ji xwe rêvîn bûn, yekcar dibin seg. Belê xorto! Dexisiyê tu kuştî, berberiyê tu mirandî, belaviyê tu kevandî. Hin hene dixwazin bixebitin, lê tu kes naxwaze li ber destê yekî din de bixebite. Dil û çavê herkesî di serdestiyê de ye. Herkes dixwaze bibe axa, lê çavê tu kesî di peyatiyê de nîne. Ji lewra di nav me de axa nînin û herkes axa ye. Lê tu ê holê nekî. Tu bi awakî din bixwedî bûyî û hatî gehandin. Belê tu jî [dê] li mezinahiyê bigerî. Tu jî dê bixwazî bibî axa. Lê ne bi vî rengî.

Xorto! Guh bidêr. Rind bala xwe bide. Berê pêşîn tu ê bêxî serê xwe ko tu xulamê milet û paleyê welatê xwe yî tu ê xizmeta wî bikî û ji bona wî bixebitî. Dîsan tu ê bizanî ko axayên rastîn ew in ko xulamiya miletê xwe dikin, ên din tevda axayên derewîn in.

Dema ko tu dixebitî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebitin an ne. Herçî ko dixebite karê xwe pêk ditîne û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Herdar bi pelên xwe sayedar e, ne bi pelên darên dorê.

Tu ne bi tenê yî. Di dora te de hinên din jî hene ko dixebitin. Heke te tiştek pêk anî li dora xwe fedikire, li tiştekî welê bigere ko bi yê te bêtir û tekûz bibit. Hon hemî ji bona avahiyekê dixebitin. Her kî ji we hîmê wî daniye Xwedê jê razî bit. Pesn jê re bit, heqê wî ye. Hon jî herin dar û qirş, herî û kevirî peyda bikin. Dîwar an banekî wî çêkin. Navdidaniyê bidin. Lê ne ko bidexisin.

Tu ketiyî cînariya yekî ko avahiyek bi du mezelan aniye pê. Tu di xwe re wê xurtiyê dibînî ko bikarî avahiyeke çend tayîn û mezelîn berpê bikî.
Li avakirina mala mezin bi xerabkirina a kiçik dest pê meke.

Belê Xorto! Di dewra xwe de kêm û zêde, kiçik û mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî.

Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bît. Di hertiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirê caran, kêmanî heye. Heke te ew kêmanî dîtin, hima dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya danîyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.

Hilweşandina sitûnekê hêsanî niye. Hiner di rastkirina sitûna xwêl de ye.

Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin.

Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî şa û kêfxweş bibe.
Ji ber ko ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan bide, wan bipesinîne.

Xorto! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye. Mebêje, ma girtina kevroşkê jî tiştek e. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê. Xorto! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewle be ko te dil hebe tuyê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî.

Wekî tu dixebitî dexesker ji dora te kêm nabin. Tu guh mede wan, gotinên wan damêne ber dilê xwe.

Heke di riya xebata xwe de şemitî û ketî, tu zanî ew ê çi bikin. Mebêje ko ew ê bên bi destê te bigirin, birînên te derman bikin. No, ew ê ji hev du bipirsin, gelo lingê wî neşikiyaye.

Bi xebata xwe bi nav û deng bibî. Xelkê qenc, xelkê welatparêz pesnê te dê bidin, tu ê giram bibî. ên dexisok tu zanî dê çi bikin! Mebêje ko bi xelkê re çeplikan li te xin. No, dexsa wan nahêle. Ew ê bêjin: Ma evî çi kiriye, ji bona xwe xebitiye û bi nav û deng bûye, di herderî de pesnê wî didin. Ma ev jî tiştek e.

Xorto! Herçî ko bi te berberiyê dê bikin ji te bêtir in. Ji xwe di dewra gelekî de stirî bi hezarî ne.

Ew di nav xwe de nexweş bibin, pev biçin jî, li te dibin yek, destên xwe didin hev. Ji ber ko ji te kêmtir in. Kêmaniya wan wan digihîne hev.

Ji xwe di tebîetê de jî welê ye. Tiştên qenc û hêja hindik in, nehêja û bêkêr zahf in.

Ma tu nizanî ko di gundekî de du sê hespên kihêl hebin, di garana wî de bi sedan ga û çêlek û dewarên reş hene. Li nik xelkê gundî ne piraniya garanê, lê hindikayiya hespên kihêl bi qedir û hêja ye.

Herwekî min got tu guh mede wan. Herçî ko eleyhdariya te dikin, li ber wan bikeve, ji wan mexeyide. Ew peyayên nekêrhatî û mivro ne. Nikarin, nizanin, ji lewra kurt û pist û kutkuta wan e.

Xorto! Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengê bi deng û pêjnê temirîye. Tu her bixebite, qet mesekine, karê xwe bi ser xe.

Dengê te ko ji pifkirinê natirse ew ê her bilindtir, çira te ko bi pêjnê nalerize ew ê her geştir bibe.

Keçê! Di van gotinan de para te ne hindik e. Keçê! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ko min şîret lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di dawetê de te jê re tilîland. Di roja qewmandinê de te nav di wî da. Ji xwe tu berekê wî yî.

Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ko li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebit. Keçê! Tu di her kar û deravî de arîkara xortê min î. Tu ê pê re bijî, pê re jî bimirî.


Celadet Alî Bedir-Xan, »Hawar«, hjm. 18, 1932

JI GIYANÊ ŞÊX EVDIREHMANÊ GARISÎRE


Kanî Dêrşew, ka Herekol, ka Kepir
Ka zozanên Bavê-Têlî ka kê bir
Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî
Text û bextê botîyan de ka geşî
Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyîn qet xişr û xemlên wê li kû
Ka westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng
Basiret kû, neqşibendî, terîqet
Ka şêxên me, kanê rêzik şerîet
Kanî Seqlan, Seqnefis kû, Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî
Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava
Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî
Mîr Miheme ê nêçîrvan, kanî kû
Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering
Ka şalên me, bekirbegî, xweşdevling
Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng
Kanîn çeper, bestî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab
Bor-mirîşkan tenik bûye kete ba
Ez botî me diştexilim her bi pa
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr
Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng
Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî
Kanî civat, fîl û şetrenc, ka zindan
Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan
Dotmîr li kû, ka mîr şeref, mîr Ezîn
Kanî bavê sitîya Zîn, mîr Zengîn
Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot
Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxweşî, ne kizîr
Ne buhar e, ne Havîna mîr şeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf
Ne dêmîr in, ne şahînet, ne hevşîn
Kanî mîr şem, Kanî Tacîn û Gurgîn
Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê şevînger
Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî
Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep
Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirî ne, sorane
Ji Delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di şînê de ne man çeng
Şeylo bûne kaniyên me ka rejû
Mazîyan de ne pel mane ne gezû
Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela
Ê cizerî, ne jî bate, kes ne ma
şax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tişt ne ma, vemirîne deng û gul
Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêlîyan
Şûvî li kû, Welat-kelhok û Goyan
Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrtî
Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî
Kiçan, Teyan, Dûdêran kû, ka Mîran
Hacîbêra, kanî Şernex, Garisan
Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî
Ji Garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan
Dawûdîyan, Omerkan jî, ka Kheran [1]
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan
Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewêrî
Şûrkêşên me, filehên me, Hewêrkî
Ka şikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî dasnî, kanî keçên surperî
Kanî şingar, ka xwalên me, yezîdî
Balav bûne, bê rêzik in bê serî
Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar niye raza ye
Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj
Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh
Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulek in, ne rojen
Di Tanzê de ne feqeh in ne mela
Medresa-Sor xerabe ye ji nû va
Kela Ewrex ber bi ba ye, kela kevn
Tê de îro pîrhevok in û çend tevn
Kanî şêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuştin sorgula me çilmisî
Herê lawo tev de çûne nînin nîn
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn
Kurdistanê tu abadîn, her heyî
Îro, sibe û hergav jî dê hebî


Bêrût: 29 Çirîya Paşîn 1932



Di vê nivîsarê de hin nav û tiştên din wek nav û cihên eşîrên Botan hene ko ji bona herkesî ne nas in. Ji lewra emê wan ji xwendevanan re; bi rêz ve û jêr de bidin zanîn. Jû pêve û bi vê hincetê emê tiştinen din jî bi ser xin ko pelinen ji dîroka cihê Botan hin çîrok û çîrçîrokên wî ne.

Ji çiyayên Botan yê bilintir e. Havîn û Zivistan bi berf e. Qehremanekî Yewnanistana kevin heye, dibêjin-ê »Herkûl«. Di navbera van her du navan de nêzingahîke eşkere heye.


KEPIR – Di cihê Botan de zozanekî bi nav û deng e. Jê re zozanê Bavê-Têlî-Begî jî dibêjin.


BURCA-BELEK – Burca mîrekên mala Azîzan e. Navê Burca-Belek lê kirine, ji ber ko berên burcê reş û sipî ne. Avahîyeke kevn, qahim û stiwar e. Birekî wê ê mezin îro xerab e. Hin birên hîmê wê di şetê Cizîrê de ne.


WESTANÎ – Di rojhelatê Cizîrê de meydaneke fireh û mezin e. Di zemanê berê, di vê qadê de zirtxaneyek hebû. Pehlewan tê de hinerin çêdikirin, xelkê hesp dibezandin, cidî dilehîstin. Di wextê şerî de leşlerê Botan di vê meydanê de digiha hev û diket rêzika ceng.


KANÎYA-QESARA – Kanîyeke Cizîrê ye. Xelk cawê xwe tê de diqesirînin. Ji lewra jê re Kanîya-Qesara dibêjin. Navê vê kanîyê di Memê-Alanê de gelek derbas dibe. Piştî ko Mem digehe Cizîrê, di roja sersalê de derdikeve gerê, dikeve nav xelkê, û li serê vê kanîyê de rastî Zînê têt.


SEQLAN – Di nîvrowê Cizîrê de çemekî kiçik e. Di dora wî de çend dehlik hene. Serkanîya vî çemî di Çiyayê-Spî de ye. Havîn û Paîzan dehlên wî û parêzên dorê gelek spehî çêdibin.


SEQNEFÎS – Bal navê Sitîya-Nefîs ve hatiye nav kirin. Sitîya Nefîs jinek ya mîrekî Botan bû û gelek hej vê kanîyê dikir. Ji bo sivikahîyê dibêjin-ê Senefîs an Seqnefîs. Di ser kanîyê re qubek heye. Ava wê gelek germ e, xelk li zivistanê jî dikevin-ê. Buharê gava av tête raserî kanîyê di dora wê de her texlît kulîlk şîn dibin. Di stranên Cizîrê de navên Seqlan û Seqnefîsê gelek derbas dibin. Wekî niho:


Cizîr xweş meqam e Berberî Misr û şam e
Seqnefîs hemama me ye »...« xulama me ye
Seqlan piçkî zêde ye


NÊRGIZÎ – Ev jî ji seyrangehên Cizîrê ye. Di Cizîrê de du cihên nêrgizîyê hene. Yek di alîyê rojhelat, a din di alîyê nîvro de ye. Ji ber ko tê de nêrgiz çêdibin navê nêrgizîyê li wan kirine. Ji van pêve di dora Cizîrê de gelek gulgeşt û seyrangeh hene. Wekî niho: Rezê-Mîr, Caferê-Sadiq, Cuhtikê-Tûyan, Şkeftan, Mîr-Hesen, Eyn-Tirb, Keylûşk, Pira-Bafet, Emerî, Xeyda, Lawikê-Xerîb, Kehnîya-Emo, Serê-Sinsalê, Binê-Burcan, Newala-Tilik, Çemê-Kursî, Sitîya-Heyat, Mam-Elo, Kehnîya-Evdilcelîl, Mîr-Evdel, Banê-Cirf, Şkefta-Dilop h.p. ...


BORÊ-MIRÎŞKAN – Borekî şetê Cizîrê ye. Dema ko ava Diclê boş dibe û çarnikarên Cizîrê digire û Cizîr tê de wek navrokî dimîne, qeta avê a kiçik dikeve alîyê Torê û deşta Hesinan. Hingê xelk xwe vedimalin û bi peyarî di vî borî re diborin; av tenik e. Ji lewra dibêjin–ê B. Mirîşkan.


TOVRIND – Di ştexalîyê de »torin« tête gotin. Eslê wê »tovrind« e, yê ko tovê wî rind û pak, malbata wî nas. (v) ji navê û (d) ji paşîyê ketine.


BEXTÎ – Eslê pirsên bot, botî, botan (bext, bextî, bextan) in. şerefname jî holê dinivîsîne. Di vî şiklî de nîzingîyek bi navê eşîra Bextiyarî tête dîtin.


DELAVÊ-QITIKAN – Navbera Westanîyê û Pira-Bafet de delavek e. Havîn û Paîzan qitik tên-ê û jê avê vedixwin. Hingê xelkê Cizîrê li dora wî davan vedidin û qitikan digirn.


EŞÎR – Eşîrên Botan bi vî awayî lêk ve dibin: Koçer û dêmanî. Koçer jî du bir in, çoxsor û şilit. Çoxsor: Mîran, Alîkan, Dudêran, Dawûdîyan, Soran, Garisan. Şilit: Batûyan, Teyan, Xêrkan, Kiçan, Mûsereşan. Eşîrên Deşta-Silopî: Hewêrî, Zêwkî, Spêrtî, Reşikan. Dêmanî: di vî milê avê de: Meman, Harûnan, Hesinan (jêrîn û jorîn) Ebasan, Alîyan. Di wî milê avê de: Berwarî, Eruh, Garisan, Welat-Kelhok, Welat-Kêver, Welat-Kilîs, Şûvan, Jêlîyan, Dêrşew, Hacî-Alîyan, Kheran, Harûnan, Slopî. Hacî-Bêra: Şernex, Goyan. Eşîrên Botan tev de silîv in.


MÎR MIHEME – Dibêjin ko dilê Mîr Mihemed begê nêçîrvan keti bû keçperîyekê. Mîr perîya xwe li çiyê di şikeftekê de didît. Jê çend zarowên wî jî çêbû bûn. Perîyê lê qewîtî kiri bû ko kes bi wan mehesin. Bi vî awayî mîr û perîya xwe li rex hev jiyîn û kêf kirin. Rojekê mîr Miheme bi hinceta nêçîrê, dîsan çûbû bal perîya xwe ve. Berî ko bigehe şikeftê xulamên xwe li cihekî hişti bûn û ji wan re goti bû ko medin pey wî. Mîr çû; xulam, mifirdî pêleke drêj li hêvîyê man. Mîr ne dihat. Dinya li wan dibû êvar. Yekî ji xulaman guh ne da hevalên xwe ji wan veqetîya da rê û çû, li mîr bigere. Mîr û perî li ber devê şikeftê rûniştî bûn. Zarowan di dora wan de dileyîstin. Mîr berê xwe dabû şikeftê, keçperî di peşberê wî de bû. Xulam wekê ew dîtin jûvan bû, dil kir ko xwe veşêre û şûn ve vegere. Lê çavê perîyê pê keti bû. Perîyê bawar kir ko mîr bêbextî lê kiriye; bû firolek û di gel zarokên xwe winda bû. Mîr bi lerzeke ecêb ket. Xulaman darûbestek çêkirin, mîr lê kirin, berê wî dan Cizîrê. Bi rê ve, mîr çû rehmetê. Malikên jêrîn ji stranekê ye ko wesiyeta mîr Miheme dibêjin-ê.



Ez dê bimirim wesiyeta min li erdê medin
Qet min mebin nav çu mirîya
Min deynin tabutekê de, ser milê çar mifirdîya
Min bibin ser girê Qirnasisê
Ber devê her çar gelîya
Da subehê li min xweş bê
dengê şeşxana, terqêna şaxê van nêrîya



DÊRA-REBENÊ-KHER – Ji Herekolê ji hemî deran bilintir e. Wextê Mihemed begê nêçîrvan de xanîyek li serê wê çêkiri bûn, ji bona ko biceribînin gelo mirov dikare Zivistanê lê biborîne. Du zilam digel av û nan xistine xênî û hiştine. Buharê hatine ser û dîtine ko yek mirîye û yek maye; ê mayî kher bûye. Ji bona vî qasî navê wê danîne Dêra rebenê kher.


NÊRÎYÊN-MÎR – Efno û Hejale du nêrîyên mîr Miheme bûn. Mîr gelek hej nêçîra pezkûvîyan dikir. Bi xwe nêçîrvanekî serdeste bû; ji lewra digotin-ê şêxê nêçîrvanan. Rojekê di nêçîrê de du kehrikên spehî girtin û nîşanî mîr dan. Mîr navê yekî kir Efno û yê ê din Hejale. Di wê heyamê de tukes bê izna mîr nikarî bû here nêçîra pezkûvî. Wekê diçûn jî mîr qewîtî li wan dikirin; bizinan mekujin, tenê nêrîyan bikujin, ji Efno û Hejalê pêve. ew ji bona tov dihiştin. Her du nêrî bîst salan emr kirin û gelek mezin û spehî çêbû bûn. Rojekê mîrê Amedîyê – li gora gotinekê yê hekarîyan – nêrîyek pezkûvî kuşt. Xelk ji mezinahiya wî man ecêbmayî. Stiruhên wî pîvan bi heft bihustan derketin. Mîr got: »Ezê van stiruhan ji mîrê Botan re bişînim, ka ên holê di çiyayê Botan de hene.« Ser vê yekê mîr rabû û stiruh jê re rêkirin. Mihemed beg jî li wan ecêbmayî ma. Emrî nêçîrvanan kir ko herin nêrîkî welê bikujin ko stiruhê wî jê meztir bin. Nêçîrvan bi çiyê ketin çend rojan geriyan, nêrîkî welê bi dest ne ket. Efno û Hejale hebûn. Ev her du nêrî her dilê mîr de gelek ezîz bûn; dilê wî gelek bi wan ve bû. Lê ji bûna ko ji mîrê Amedîyê fehîtkar nebit da çavê xwe ko nêrîyên xwe bi destê xwe bikuje. Bi xulam û nêçîrvanan ve derket nêçîrê, çû raserî Dirba-şkêr, di Çepera-Stûnê de rûnişt. Xulam û nêçîrvan pez xira kirin, bi ser mîr de anîn. Hejale ji pêşîya pez de dihat, mîr sê tiving berdan-ê, her sê derb lêketin, lê nêrî bi xwe ne ket û ji mîr daborî. Efno li dûvê pez de bû. Mîr bi derbekî Efno cih de êxist. Dilê mîr gelek pê ve ma. Li dora xwe fedkirî, çavê wî bi xulamekî xwe – Hesen – ket, jê re got: Hesen carekê bavêje ser. Hesen:


Ezê li galîya fekirîm, bi hawar e
Terqên hatî bû, nizanim şeşxaneye, berwêc an helqedar e
Efno kuştin, Hejale babê gîska bi sê derba birîndar e
Nêçîrvanan da pey Hejale jî, çûn pişt çeperê. Fedkirîn ew jî wê ketîye. Mîr jî xwe gihande wan. Hesen dîsan avête ser:


Ezê li Çepera-Stûnê fekirîm, raserî Dirba-şkêr e
Mihemed beg xwe ji hewalan berda bî, çendik wek şeroyê serxansî, Resûlê findikî pê re
Serê Hejalê jêkirin, bi stiruhên wî ve rêkirin mîrê Amedîyê re
Stiruhên Hejale pîvan bi neh bihustan derketin. Mîrê Amedîyê li stiruhnen ji wan dirêjtir gerîya, lê ne ketin dest.
Malikên jêrîn ji stranên mîr Miheme ne.

Ezê li Mihemed begî fekirîme, bi vê xemlê bi vê kokê
Te xelît û sirme ne, rîşî berdan ser zirhokê
De tu berê şeşxanê ji bizinê biguhêrîne, ve nêrî wê sekinî, li pêş bihokê
Heçî me go te cewab da
Birê nêrîya xwe ji Kortikên-Qaso berda bi Pilingê-Zêrîn li xwe bada
Nêçîrvanên me bi kurî ne bi têzê re, xwe bi Beleka-Reş nav da






Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin


01. Elî Herîrî
02. Melayê Cizerî
03. Feqehê Teyran
04. Melayê Bate
05. Axayê Bêdarî
06. Ehmedê Xanî
07. Smaîlê Beyazîdî
08. Şeref-Xan
09. Mirad-Xan
10. Siyehpûş
11. Axayok
12. Mewlana Xalid
13. Mela Yehyayê Mizûrî 14. Mela Xelîlê Sêrtî
15. Şêx Evdilqadirê gêlanî
16. Hecî Fetahê Hezroyî
17. Şêx Mihemedê Hadî
18. Şêx Evdirehmanê Taxê
19. Nalî
20. Şêx Riza
21. Hacî Qadirê Koyî
22. Şêx Nûredînê Birîfkî
23. Evdirehmanê Axtepî
24. Elî Teremaxî
25. Mela Ûnisê Erqetînî
26. Melayê Erwasê


Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya »klasîk«ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin.

Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine ?

Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fizûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne.

Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêşîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaştiye dereca folklora me.

Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin.


Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê.

Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.]

Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiştine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« .


ELÎ HERÎRÎ – Di nav şahirên kurdmanc de yên ko piştî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re bihuşteke din, bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Şemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye.

Melayê Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Şahirê berê Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye, şihir û qesayid. Herîr jî gundek e, di cihê û nehya Şemzdînan, di sencaxa hekariyan de, û şihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde meşhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye û di nav Herîrê de medfûn e« .


MELAYÊ CIZERÎ – Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.

Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »Şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .

Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.

Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina »Şebçiraxî şebî Kurdistan im« jê re anî.


Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebî lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
Yûsifî cirhekeşî hicran im
Niqteyî daîreyî rindan im
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenûşî qedehî hirman im
Bedel ateş ji ceger biryan im
Lew perîşan im û pir êşan im
Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im
Çi tebîet beşer û insan im
Lilehil hemd çi alîşan im
Di riya yar li rêza san im
Lew di iqlîmî sixen xaqan im
Sibehî îd e û ez pê zanim
Ko bi kêra te seher qurban im
Xweş birîndarekî bêderman im
Carekê şefeq e rûhim can im
Ji Xwedê re veke benda beriye.
Dînbirê hurmisalê zeriyê
Nazikê nîşkerê sirperiyê.



FEQEHÊ TEYRAN – Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Şahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Şêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reş« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eşhar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di şihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« .

Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba şahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê şêxê senhanî« nik min heye. Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê şêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meşhûr e« . Li gora vê şerhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê şêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reş« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reş« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.

Dibêjin ko Feqehê Teyran şagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê işaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.

Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, şîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêşetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:

Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêşetê.

Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê şêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:


Miksî [1] ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eşqê sihtiye
Ev şihir vi şêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê



[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.

Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî şahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji şêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.

Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keşekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniştin ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqeh dikenî. Keşê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?


Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.


Keşe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.


Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.

Keşe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:

– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êşandin.

Keşe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiştin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, keşe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keşê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê şanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.

Vê carê, keşe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr şande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.

Mîr jî şertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û reşand nava Westaniyê, û xwe li paş kevirekî veşart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:

– Ma kê ev zad reşandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reşandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.

Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...


Feqeh got: Beramberê serê keşê bidin min.


Mîr got: Serê keşê bi laşê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te.
Feqeh got: Rahet e, serê keşê ji laşê wî vekin.

Anîn serê keşê jê vekirin û danîn ser şehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keşê ne hatin.

Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keşê hinde giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir.

Feqeh deyn ne kir, zêr ji şehînê rakirin û çend kulm ax avêtine şûnê. Milê axê daket, serê keşê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.

Ev her sê şahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:


Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimaş re xerîdar


Ezê niho hin şihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê şexê senhanî:


Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hişyar bikim
Da ez ji şêx dim wesfekî
Şêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
Şêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan



Ji qesîdeke wî:
____________



Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Miştaqi rindî ez im
Aşiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Şûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.



MELAYÊ BATE – Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .

Li gora tiştê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye.

Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:


Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beşer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm.
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.



AXAYÊ BÊDARÎ – Me tu eserên vî şahirî ne dîtine. Me bi tenê navê wî seh kiriye. Rawiyan gote me ko Axayê bêdarî gelek guh daye zimên û çiqas jê hat ewçend bêjeyên erebî û farisî ne xistine şihrên xwe. Melayê Jaba qet qala vî şahirî ne kiriye. Dibêjin ko Axa di pey Batê re rabûye. Ji lewra me ew daniye vê derê.


EHMEDÊ XANÎ – Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:

Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.


Yanî:
Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .


Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.


Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû


Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.


Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran


Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:


Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan



Ji Eqîda îmanê:
____________


Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam




Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.

Li gor atiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:



Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit

Şerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane

Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim

Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim

Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb

Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî nezerbaz

Dilber li Memî bikin girînê
'Aşiq bikenin bi derdê Zînê

Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wê me dused renc

Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e

Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî şirîn e

Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e

Mehbûb û libas û gûşiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e

Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me

Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî



Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.


SMAÎLÊ BEYAZÎDÎ – Melayê Jaba di heqê vî şairî de gotiye: »Şairê şeşê, j şairê di Kurdistanê Ismaîl e. Eslê wî ji Beyazîdê ye, ji şagirtê di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û şêst û pênê hicretê peyda bûye û di hezar û sed û bîst û yekê de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar« nav telîf kiriye û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî ji wê jî zehf xezel û eşharan û ebyat bi zimanê kurmancî gotiye. Cehda wî meşhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê da merhûm û medfûn bûye« .

Me Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî şihirên wî. Tiştê ko em di heqê wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser şopa Xanî û di dibistana Beyazîdê de dersên zarokan bi kurdmancî gotiye.


ŞEREF-XAN – Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de gotiye: »Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e« .

Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefnamê Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.


MIRAD-XAN – Me navê vî şahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Şahirê heştê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û eşharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paşî wî ji kurmancan êdî şair peyda ne bûne, heta niha« .

Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiştî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.

Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piştî ko heşt şairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:

»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.

Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .

Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî şairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tişt bi dilekî kul gotine.

SIYEHPÛŞ – Sed heyf û mixabin ko di heqê vî şairê hêja de em tu tiştî nizanin, ji şihra jêrîn pê ve, ya ko vê paşiyê ketiye destên me.


Dilberek min dî bi çavan
Sed elif pabûsî bû
Agirek berda hinavan
Şemh û der fanûsî bû.
Şemh û rihniya zilamê
Agirek berda di amê
Zilf û xalên û temamî
Qeyd kirin mehbûs bi damê
Şerbeta şîrînkelamê
Terkî min nadit midamê
Sed şikir îro selamê
Kir li min taze xulamê
Şerh û teqrîrê Isamê
Fikr û teswîrê kelamê
Reng û elwanê di Camî
Şibhetî tawûsî bû.
Şibhetî çavê duyengê
Qews û ebrûyê du bengê
Mir-reyê tîra xedengê
Zilf û xal û xuncerengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Neqşê maçîn û firengê
Qet ne ma qet wî çi rengî
Hikmeta Têmûr û lengî
Sifdera mêrê du cengê
Şêr û mexmûr û pilingê
Sed hezaran wek bişengê
Hikmekî kawûsî bû.
Min qebûl e hikmê rindan
Serxweş û sûretlewendan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Ketme tora lehl û xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefşe bim wek gaz û sindan
Dil hedef kir tîr li min dan
Lê ji halê mestemendan
Bê eded cewher bi min dan
Lewmenoşê can bi der dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Lê li min casûsî bû.
Lê li min berda girînê
Mihbeta wê nazenînê
Bê sebeb ketme nivînê
Ax û efxan û enînê
Lê ji ber hisna şerînê
Şeq bû bedra yasemînê
Kanî hûra ser zemînê
Carekê bête girînê
Ev bi xef, hal im bibînî
Merhema bavê birînê
Zilf û xal û xemrevînê
Bo me calînosî bû.
Zilf û xal û mest û naz e
Işweyê wan xemzebaz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Lê ji eşqa rûyê faze
Cerd dikin ehlê mecazê
Ta sedî yasî û qaze
Xef dibin esrar û raze

.......

Ez çi kim sewm û nemaz e
Kar û şixl û bê niyaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Dil wekî naqûsî bû.
Dil ebîr û mest û mîrê
Begler û şah û wezîrê
Da li min derbek bi tîrê
Ta li mir' nê min vebîrê
Kirme hib-ba zemherîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Kanî mel-layê Cizêrî
Mek-kî û Elyê Herîrî
Xanî, Şêxê Babeşîrê
Bên li dengê min feqîrê
Xemrî û gîs û herîrî
Şev li min kabûsî bû.
Şev dikim nalîn û zarî
Şibhetî teyrê Biharê
Ey Siyehpûş tu xumar î
Sahibê adab û kar î
Çend Siyehpûş tu sitar î
Lê bi eşqa dil nikarî
Dir û yaqût û mirarî
Misk û enber jê dibarî
Hespê şahê şehsiwar î
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû
Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû.



Dibêjin leqeba Siyehpûş pê ve bûye ji ber ko hewranikî reş bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reş dikir.

Ji şihra jorîn em dizanin ko Siyehpûş di pişt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûş bi vê şihirê ji me re du şairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Şêxê Babeşîrê« .

AXAYOK – Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr e kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê wî çi ye, û kengê rabûye?

Disan û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî ketine destên me û bi vî awayî me zanî şahirek rabûye û leqeba wî Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin. Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên Axayok yê ko bi dest me ketine:



Tawûs bi vî şiklê melîh,
Şermendeyê saqê di reş
Ew qijika gûxwer binêr
Qij qij dikit elwan im ez.
Şêrê ji heft bavê xwe şêr,
Dawayî şêrî naketin
Tûlepîsê heft kûçikan
Ewew dikit erslan im ez.
Nanê cehî têr naxwitin
Tiştek di malê da niye
Simbêl û çavan bel dikit
Zobaşiyê qewman in ez.
Fezl û terîqa neqşebend
Ger ew bi şorbe germ biya
Ew dîzika şorbe di nêv
Dê şêxê Bestamî biya
Fezl û terîqa sofîyan
Ger ew bi reh beh'ta wicûd
Ew nêriyê lehyetewîl
Dê bê guman sofî biwa
Fezl û terîqa aliman
Ger ew bi şaşa gir biya
Cismê kulindê ser mezin
Dê qazî beyzawî biwa.
Fezl û terîqa qadirî
Ger teq teq û şeq şeq biya
Ew şeqşeqa asî, yeqîn
Dê qutbê gêlanî biwa.



MEWLANA XALID – Şêx Xalid Ziyaedîn di terîqeta neqşibendî de şihba Xalidî daniye. Mewlana Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Şêx Xalid berî ewilî li Bexdayê û di pey re li Şamê terîqeta xwe belav kiriye û di sala 1242 an da li Şamê çûye rehmetê. Di çiyayê Çilyaran de veşartî ye. Mewlana Xalid şahirekî mitesewif e; û wî dîwaneke farisî heye. Min bi xwe dîwan ne dîtiye. Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi kurdî an nîvkurdî hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan de kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde bi kurdî an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan:


Çi tedbîr ey misilmanan
Kî men xod ra nemîdanem
Ne tersa me yehûdiyem
Ne gebr û ne misilmanem
Ne beriyem, ne behriyem
Ne şerqiyem ne xerbiyem
Ne ez erkanî tebhiyem
Ne ez eflakî gerdan im
Ne ez Çîn im, ne ez Hind im
Ne ez bilxar û maçîn im
Ne ez milkê Iraqê me
Ne ez xakî Xuristan im
Ne ez av im, ne ez ba me
Ne ez xak im ne ez ateş
Ne ez dinya, ne ez iqba
Ne ez firdewsî ridwan im
Nişan im bê nişan başed
Mekan im lamekan başed
Ne ten başed ne can başed
Ne min ez canî canan im
Ne baba me, ne dada me
Ne ema me, ne xala me
Li ser wechê çiraya me
Dikim îro di efxan im
Ji efxana bes e salek
Ji maşûqan bes e yarek
Ji bo mihiban hero carek
Welî bim ez bi çeşman im.



MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ – Min bi tenê navê wî bihîstiye û ji min re gotine ko dîwaneke wî heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî ne xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re ye.

MELA XELÎLÊ SÊRTÎ – Dibêjin ko Mela Xelîl di wextê Mela Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam« . Beytên jêrîn ji wê kitêbê ne:


Tu guh dêre nitq û beyana fesîh
Ji bo ferz û eynan e merdê melîh
Ko îman û islam û sewm û selat
Li ser malîdaran e hec û zekat
Li ser te ji ferzan e ey nûrî can
Bizanî tu erkan û şertê di wan
Heçî hikmê şerhê tu mihtac dibî
Ji bo zanîna wî tu minqad dibî
We lêken qe yek bê yekî nabitin
Misilmanî bê her diwan nabitin
Tû manayê şehdê ko bawer bike
Telefiz eger qadir î pê beke.



ŞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ – Ev kîjan Şêx Evdilqadirê Gêlanî ye? Xwedê pê zane. Yê ko navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana wî di gundê Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de ye.


HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ – Dîsan min bihîstiye ko dîwaneke wî heye û herwekî ji navê wî dixuye ji Hezroyê ye.


ŞÊX MIHEMEDÊ HADÎ – Rawiyan gote min ko pêşiyên Şêx Hadî ji Rewandizê hatine û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye.


ŞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ – Dibêjin ko Şêx Evdirehman bidlîsî ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê ye, an Şêx ji taxeke Bidlîsê e dûr e, û ji lewre jê re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye ko dîwana wî heye.


NALÎ – Ji şahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba şahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Şawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Şarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veşartî ye.


ŞÊX RIZA – Şêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata şahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Şêx Riza hecawekî bêeman bû. Mixabin ko tu şihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim.

Herwekî me got Şêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê miarîfê gelek ji Şêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr şêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Şêx Riza pişta erna wezîr, rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji şagirtên xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« .

HACÎ QADIRÊ KOYÎ – Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend şihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela şihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Ezê îro şihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestişkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandiye.


Zemane resmi caranî ne mawe
Çiraxi nazim û minşî kujawe
Le dewri ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e
Eman qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay ne maw
Le eyamî heyati şêxi Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kisey diraw e
Le mecmûhi diwel, Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacî û şêxi Xanî
Esasi nezmi kurdî danenawe.



Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veşartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan.

ŞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ – Ji eserên Şêx Nûredînê Birîfkî di destê me de bi tenê Çîroka Siltan Ebûbekrê Şiblî heye. Ji xwe jû pê ve min tu eserên şêx ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê Şiblî:


Ev bendeyî şêxî cîhan
Lazim divî sira nihan
Zahir bikim qutbî zeman
Da hon bizanin qisetê
Şêxek hebû xewsê dinê
Insan hemî jê bûn xenî
Ne d'hate xab û xwarinê
Daîm bi terka lezetê
Navê ewî qutbî şerîf
Şiblî Ebûbekrê zerîf
Yekser dibû wek mû zeîf
Daîm bi tirs û xeşyetê
Eslê terîqa şêx çi ye
Ewil emîrî şahiye
Şêx hakimek farîsî ye
Siltanê mîr û şewketê
Mîr˜ê nihawendî bû ew
Şahê semerqendî bû ew.



EVDIREHMANÊ AXTEPÎ – Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê de dibêje:

Me ev çend lefzi şêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin.

* * *


Heta niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û xwediyê dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko bi şihirê mijûl ne bûne lê di warên din de bi kurdmancî nivîsandine. Emê niho qala wan bikin.

Kurdîzan Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine.


ELÎ TEREMAXÎ – Jaba dibêje ko kurdmancan heta 1000ê hicretê ilmên dîn û şerîetê bi zmanê erebî dixwendin. Piştî 1000î melayek bi navê Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê çû heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwend û di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piştî ko vegeriya welatê xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê kurdmancî kitêbeke tesrîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe bi kurdmancî got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav bû.


MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ – Jê re Melayê helqetînî jî dibêjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn« gundê wî ye.

Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdmancî nivîsandine. Min ne eserên Elî ne jî yên Ûnis dîtine ji lewre min nikari bû ez hin tiştan ji wan belav bikim.


MELAYÊ ERWASÊ – Melayê Erwasê kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanên jî dibêje. Min bi xwe kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ko Melayê Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê Erwasê« dibêjin.


KITÊBEKE HISABÎ – Vê paşiyê kitêbeke kiçik ketiye destên min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê:


Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam
Heştê û yek in, tu bizan ya ez xulam.
Heşt caran çar çend in eya şîrînbira
Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re.
Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk
Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk.
Şeş caran sê çend in eya sahib meqal
Ew deh û heşt in tu bizan ya pîrê kal.
Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak
Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak.
Çar caran heft çend in tu bêje vê demê
Ew bîst û heşt in da tu hilnegrî xemê.

Sê caran neh bo te beyan kim ya delal
Ew bîst û heft in tu bizane ya heval.
Du caran çar çend in min bo te kirye xet
Ew heşt temam in der vê nezma pir xelet.
Êk caran êk êk e bizan ya nasiha
Bo feqîrê koyî bêjin fatiha.



Di dawiya vê kitêbokê de bi erebî şerhek heye. Li gora vê şerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan. Gelo li kû derê? Li Tirkiyê, Iraqê an Sûriyê?

Xwendevanên delal. Ev nivîsara ko ji bo kitêbekê hindik lê ji bo bendekê hinek zêde ye, li hire temam bûye. Herwekî min ji we re got li vê bendê ne wek bendeke tarîxa edebiyatê lê wek lîsteke şahirên me ên kevin fedkirin. Hingê hon dikarin xwe ji şaşbûnê biparêzin.


Azîzan, Herekol, (1941), »Hawar«, »Klasîkên me«, hjm. 33, rûp. 6

Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî
Bedir-Xan, Celadet Alî, (1934)

»Mîrê min, vê paşîyê şêxê te bi kefena xwe a bi xwîn kete xewa min û ev şîna ha ji min xwest. Ez jî vê pêşkêşî te dikim. B. FERÎDÛN«


Şêxê min, welê dixuye, te bêrîya me kirîye. Ji xwe me jî... Emê hevdu bibînin jî... Lê nizanim kengê? Rêya te rêya me ye jî. Emê bigehin te, di neqebê re ko tu çûyî. Heke em xwe nalezînin ne ji wê ye ko destê me ji dinyayê nabit. Destê me ji karê ko em bi hev re pê dixebitîn, nabit. Ji xwe xebata me bi sebata me pêş ve diçit.

Şêxê min, tu ketî xewna Ferîdûn. Ferîdûn kurdekî hêja ye. Sezayî ziyareta te ye. Xwezî bi wî. Te jê re got ji te re şînameyek binivîsînit, navê te hildit. Ewî jî kir, navê te hilda, wesfê te da, te ji bîra deranî, anî bîra. No, tu ne anî bîra. Ji ber ko tu hergav di bîra de yî. Em nikarin te ji bîr bikin, me dil hebe jî. Ji ber ko tu xwe bi xwe, xwe bi me didî hesabdin, em bi kêmanîya te dihesin. Belê tu di laş û canê kurdanîyê de lebatek bûyî. Laşê me, laşê her tiştî ji lebatên ji hev cihê hevedudanî ye. Û laş hewcedarî her lebatê xwe ye. Tu lebat jê re ne bêkêr in, û tu lebat nikare bikeve şûna lebetekî din. Ji lewra lebatê birî şûna xwe vala dihêle. Tu çûyî, ji laşê me, ji laşê heyîna me hatî birîn. Laş hewcedarî te ye. Di mehcetê de destê xwe dibe şûna te, tu nînî. Bi neyîna te dihese, liber te dikeve. Ji lewra şêxê min, em nikarin te ji bîr bikin. Ji ber ko şûna te vala, şop û rêça te a bi xwîn, weke xwe ye.

Şêxê min, em dibêjin tu miriyî, tu mirî yî. Lê di rastîyê de tu bi xwe jiyîn î, jiyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e. Ji payedarbûna heyînekê jiyînek divêt. Jiyîn bi xwe bi mirinê tête pê. Tu mirî, tu bûî û tûê ji Kurdistanê re bibî jiyîn. Jiyîneke welê ko tenê bi Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirit.

Şêxê min, heye ko te dil kiri be, em navê te di rûpelên hawarê de hildin. Tu ne ketî xewa min. Lê ez bi vê daxwaza te hesiyam. Min şihra Bêrîya-Botan berî du salan nivîsand û peşkêşî giyanê te kiri bû. Gava şihra Ferîdûn giha bû destê min, Bêrîya-Botan, digel navê te, ji xwe keti bû rûpelên hawarê. Bi vê rasthatinê dilê min şa ye. Xwedê giyanê te ê bihuştîn jî şa bikit.


Bedir-Xan, Celadet Alî, (1934), »Hawar«, »Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî«, hjm. 25. rûp. 5



MİRİNA GURÎ

- Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra -

Sefdo, lawecan! 1922 de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em şikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poşîke reş kêşa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: “Ez gelek kêfa xwe jişihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim“.

Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreş, mîna Kurdistanê poşîke reşû tarî kişande ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê şa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande kurdmanciyê û pêşkêşî giyanê te kir

MİRİNA GURÎ

Ewir, di ber di ser heyvê re,
Heyva agirgon,
Bilez….derbas dibûn, diçûn
Qey dû û dûman bûn,
Ji şewatê hildihatin,
Bilind, winda dibûn.

Ji me, heta cihê tavikê miriyan,
Dar û daristan,
Qurmên daran giş;
Dixuyan….
Wek stûnine reş,
Çira ma heyveron,
Geh geh, dibû geş.

Herçî em nêçîrvan,
Bêdeng lal û ker,
Me da pexlexa nerm,
Pûş ê pelaşa zer,
Me tev dida, seh dikir,
Şafir, qizbe, devî, şel.


Hêdî hêdî em diçû;
Me rêl velo dikir,
Em vedihatin erdê û radibûn ser xwe,
Ji nişkekê ve me dît;
Pencine dehbene gir,
Di axê re çûne; li erdê bûne xelek,
Me bihna xwe,
Ji ber xwe çikand û em sekinîn,
Ser ling û nîvekê.

Hevalekî me î pîr,
Şêxê nêçîrvanan,
Şopgerînekî hêja,
pisporekî rêçan :


Lê vehat, hûr lê mêze kir û got:
Ev rêçên gur in.
Rêçine nû,
Belê rêç, ew rêç bûn,
Rêçên gurên fêris,
Gurên ko me da bû pey,
Û me dikir
Bi bêbextî….
Di tariya şevê de…
Wek dizekine tirsok,
Bi ser wan de bigrin;
Û wan ….
Bidin; ber tifing û xenceran.

Dor bê deng,
Ne pejin, ne teq, ne req,
Tebîet lal û xamûş;
Bi tenê di ezmanan de,
Qulingekî virnî,
JI refê xwe veqetî;
Xwe dilezand,
Û li refê xwe diqorî.

Rêçnasê î pîr, veketi bû,
Li rêçan bû bû pehin,
Rêç seh kir û got:
Rêçine teze;
Gur, dêlik û dû cewrik in;
Êdî….
Tu şik ne ma tê de,
Me xencerên xwe kir kar,
Tifingên xwe dagirt;
Û da rê.


Şax, çikil….me ji hev dikir;
Kelem di bin lingên me de, ditewiyan.
Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan.
Sisê ji hevalên me sekinîn,
Tifingên wan biriqîn.
Min çavên xwe, girt….vekir;
Hûr, li şafiranmêze kir,
Di nav rejûya reş de,

Du morî diçirisîn,
Û jê wê ve,
Çend xeyalên tenik
Ji bejnan sekinî,
Qey di heyveronê de
Bê hay, ferîqet …. Direqisîn.


Gur, bavê mal û malbatê,
Xwe da bû pêş,
Di ber devî û dar,
Çav li dora xwe daşt….û dît:
Rê lê nehatî bû girtin,
Dijmin lê bû bû çarnikar.
Dêlika wî,
Hinek jê dûr,
Li ber zarowan sekinî;
Li mêrê xwe dinêrt.
Nêçîrvanê mê î kal,
Nav di seyên me dida û digot:

Ha şevger ha ….Ka bêlan ak….
Reşo tu jî, ji par re….
Berya ko se lê bêne wer,
Gur, stoyê seyekî,
Sekî semboyî,
Kire devê û şidand, şidand û berneda,
Rexma ko bû,
Ziqziqa xencerên me.
Xencer di rûdiyên wî re diçûn,
Di zikê wî de,
Digihan hev,
Û berikên tifingên me,
Di tihêla wî re tavêtin.
Gur dîsan,

Arçûmekên xwe, şidand, çidand, çidand,
Lê vê carê,
Devê xwe vekir,
Seyê şemboyî,
Wî heywanê fêris,
Beriya gur….
Ket erdê û mir.

Gur…. Li ser totikan rûniştî,
Xwîna xwe alast,
Awirek li me da,
Li jin û zaroyên xwe fedkirî,
Xatir ji wan dixwest.
Û paşê,
Erzîna wî lerizî,
Çavên xwe girt,
Û di xwîna xwe de….gevizî.

Min eniya xwe a germ,
Berda ser fola tifinga sar,
Û ez,
Li vê rastiyê dibûm hişyar:
Heke dêlik ko hişte mêrê wî,
Bi tena xwe, bêkes,
Bê piştmêr, bê heval û hogir,
Bera san û nêçîrvanan bide,

Û di xwîna xwe de vegevize,
Ne ji ber ko tirsiyabû,
Û can lê şîrîn bû,
Lê diviya bû …. Ew,
Biya gurê piştreş,….
Bimîne….
Û ji zaroyên xwe re,

Bide zanîn,
Ko li dinyayê
Ji guran gurtir, ji wan birçîtir,
Di qesir û sereyan de rûniştî,
Tevayek heye,
Jê re dibên mirov,
Lê secde dibin,
Çi kedî, çi kovî çi hov,….
Lê ew ….ew heyîna serfiraz,
Ew bi xwe,
Cenawirekî we ye,
Ne wek cenawirên din,
Ne ji nêz û birçînan,
Lê min ji bo kêf û henek,
Dide, her kesî, her tiştî,
Ber mirin û kuştinê.
Herê, diviya bû dêlik,
Bimîne….
Û ji cewrikên xwe re bibêje,
Mebin nîzing, tucaran….
Avahiyên ko mirov …. Tê de.

Ez, şermendeyî heyîna xwe, min digot,
Em mirov, insan,
Digel vî navê bilind,
Çiqas nizimû xwar in,
Bi tenê hon, heywanên fêris,
Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn,
Bê deng, lal û ker,
Bê ax, zar û na^lin,
Xwe bidin paş, jê veqetin,
Terka wê û her tiştên wê bidin

Şairê „ Mirina Gurî“ Elfed de Vinyî edîbekî xudan şûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser şopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji ber ko firsenda şer bi dest ne diket; Vinyî piştî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê.

Vinyî di sala 1797 an de di bajarê Loşê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, Şarî Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin.

Vinyî xwe ji alayişan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir.
Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî „Dafnê“ bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê.

Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piştî mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê : gurî dimirin, porsor dibin.

STRANA MİRİNÊ


Piyana jiyina min hêj tejî û dagirtî şikiya

Emr û hestiyênmin pê keserên giran heliya.

Hêstir û girîn, ax û zarîn,

Ji derdê mirinê re ne tu derman in.

Siha mirinê bi ser serê min de tê;

Saeta min a dawîn lêdide;

Mirininê li nêzîkî min kiriye;

Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê

Ma ez çi bikim?

Tiştek li destê min ne maye…

An girîn, an stran û dilxweşî.

Ezê bistirêm !...

Ko hêj dest û tiliyên min,

ji darê tenbûra min hê sar ne bûne.

Ezê bistirêm !...

Mirin min dixapîne û dilorîne;

Ez bûm, cîranê mirinê;

Dengê wê ê zîz û giran tê;

Û dikeve guhê min,

Gava saz dişkê ;

Teqîn jê tê ;

Mîna teqîna tifingekê.

Çira berî mirin û vemirandinê,

Bi şewq û lehba xurt dibiriqe;

Roj berî roavayî

Hîn mezintir û pehintir dibe.

Bi tenê em; însanê qels û reben

Li ber mirinê,

Hîn feqîr û belangaztir dibin,

rojên xwe ên borî tînin bîra xwe,

Û wan dihejmêrin;

Ax û ofa dikin û didin girî…

Ma rojên borî çine?

Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in?

Rojek e, dîsa rojek e;

Saetek e, dîsa saetek e;

Yê ko tê mîna şev û roja borî ye.

Carna êş û xebat û kêf û şahî;

Carana ax û of û girîn;

Carna di nav gul u gihê,

Carna di nav ax û herî;

Û dawî….

Şeva tarî bi ser me de tê….

Yên ko ji nezanî û timakariyxwe

Dest davêjin salên berî û rojên borî

Û wan roja di bîra xwe tînin

Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin;

Wê bibînin…

Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê;

Wê seh bikin;

Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e.

Jo bona min

Ko tu cara rehê xwe erdê ne da

Çûyîn; bê girîn û zehmet e;

Ezê herim….

Mîna pelekî sivik

Ko ba ji darê diweşîne….

Ezê herim bê ax û zarîn;

Bê Şîn û girîn.

Girîn û hêstir ji bona çi?

Ezê herim!

Mîna ba û ablîsokê,

mîna av û ronahiyê….

Xwedê dilê min

Li ser sindiyana jiyînê danî;

Û bigirane û zomp^rn qehr û xweşiyê

Lê da.

Qehr û qîmeta saxiya min çi ye?

Dilê min ji dinyayê sar bûye;

Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim

Heta ko bikarim

Li ser rêka hêja bimirim;

Xwe bidim kuştin.

Şeva tarî bi ser min de tê.

Ez mêvanê gor û tirba me;

Lê ez ê bistirêm!…

Ko hêj dest û tiliyên min,

ji darê tenbûra min sar ne bûne.

Ezê bistirêm!....

Berî mirinê

Ax û zarîn, şîn û girîn

Ji bona çi ?...

Ezê bistirêm!

Ko hêj dest û tiliyên min

Ji darê tenbûra min sar ne bûne.

Ezê bistirêm!

Strana azahî û serbestiya welatê xwe,

Û dengê stran û tenbûra min

Li çiya û zinara,

Li deşt û zozana;

Wê deng bide


Hawar : hêjmar 28

DAWET E

Ev wêne ji pirtûka nivîskar F.Cewerî a bi navê "Li Mala C.A.Bedirxan"bi

destûra wî hatiye girtin.Divê bêdestûr ev wêne neyê bikaranîn.

Ji zozan hat quling

Xeber anî ji xweyîng

Dibê werin dawet e.

* * *

Dawet e xweş dawet e

Ji kurdan re rûmet e

Dawet şer e, şahînet.

* * *

Bê xweyî man qund, kelat

Gazî dike ev welat

Dibê werin hawar e.

* * *

Bê kezî man keç û bûk

Di rêlan de ba û pûk

Bê belg mane dar devî.

* * *

Navao dikin kurdanî

Ne hêliştin mêranî

Kurdinon rabin dawet e.

* * *

Herê lawo dawet e

Dawet e xweş dawet e

Bûka te jî Kurdistan.

* * *

Keziyên wê delal in

Çi nermok û şepal in

Ber meqesê mede wan.

* * *

Dengê avê çì zîz e

Newal jê re ezîz e

Welat! Welat!Welato!

* * *

Ji zozan hat quling

Xeber anî ji xweyîng

Dibê werin dawet e.


Hawar : hêjmar 8

BİLÛRA MİN

Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!

Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.

Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt

û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev şehîna hespan
li me vegerînin.

Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.

Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.

Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

BÊRİYA BOTAN

( Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re )

Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir
Ka zozanên bavê - Têlî ka kê bir

Dibêjin ko Burca - Belek hilweşî
Text û bextê botiyan de ka geşî

Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû

Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Basiret kû, meqşibendî, terîqet
Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet

Kanî Seqlan, Seq nefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî

Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava

Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî

Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû

Ka gêra wî, Gera - Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweş devling

Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab

Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar

Bor - mirişkan tenik biye kete ba
Ez botî me diştexilim her bi pa

Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im

Kanî dîwan, ne diyar e xafa Mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Teter li kû, Axayê - Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng

Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de Mîr, şahê mexrib, Mîr - Alan

Dotmîr li kû, ka Mîr Şeref, Mîr Ezdin
Kanî bavê sitiya Zîn, Mîr Zengin

Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot

Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr

Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf

Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn
Kanî Mîr Şem, kanî Tajdîn û Gurgîn

Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê şevînger

Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî

Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep

Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane

Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di şînê de ne man ceng

Şeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû

Kanî Xanî, Feqeh - Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema

Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tişt nema, vemirîne deng û gul

Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
Şûvî li ku, Welat - Kelhok û Goyan

Batûyan kû, Welat - Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî

Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî Şernex, Garisan

Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî

Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat - Kêver, Ebasan

Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan

Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî
Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî

Ka şikefta Mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî

Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî

Dêra - Reben weke berê vala ye
Hejare jî diyar niye raza ye

Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj

Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh

Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulekin ne rojen

Di Tanzê de ne feqehin ne mela
Medresa - Sor xerabeye ji nû va

Kela Ewrex her bbaye, kela kevn
Tê de îro pîrhevokin û çend tevn

Kanî Şêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuştin sorgula me çilmisî

Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn

Kurdistanê tu abadin, her heyî
Îro, sibe û hergav jbî dê hebî

Hiç yorum yok: